Ajansa me Xelata Rojnamegeriyê ya Mazlûm Bagok û Îsam Abdullah girt

Xelata Rojnamegeriyê ya Şehîd Mazlûm Bagok û Îsam Abdullah a ked, wêrekî û pêşbirkê ya a 2022-2023 îro hat dayîn. Ajansa me jî ji beşa nûçeyên jinê xelat wergirt.

Qamişlo – Her sal bi boneya Roja Rojnamegeriya Kurdî, Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) çalakiyan organîze dike. Îsal jî amadekariyê ji bo xelatên rojnamegeriyê ya şehîd Mazlûm Bagok a 2022-2023’an kir ku îro rojnamevan xelatên xwe wergirtin. Yekîtiyê şert û mercên beşdarbûnê li ser malperên xwe yên fermî belavkiribûn û berhemên rojnemevanan ji 20’ê Adarê heta 5’ê nîsanê pêşwazî kirin. Bi boneya roja rojnamegeriya kurdî xelat û bawername li kesên ku di pêşbirkê de bi ser ketin hat dayîn.

Xelata şehîd Îsam Abdullah ji bo berhemên rojnamevanan ku di nava salekî de bi serkertine wergirtin ku ev pêşbirk cara yekem e tê li dar xistin. Xelata Rojnamegeriyê ya Şehîd Mazlûm Bagok ya xelata ked û wêrekî 10 sal in tê dayîn. Ajansa me jî ji beşa nûçeyên jinê bi nûçeya nûçegihana ajansa me Sorgul Şêxo xelatê wergirt.

Merasîm li hola Mêrîland a bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate li dar xistin. Hol bi wêneyên şehîdên ragihandina azad hatibû xemilandin. Her wiha bi dehan rojnamevan, Tevgera Civaka Demokratîk (Tev-Dem) rewşenbîr, nivîskar, wêjewan û malbata şehîd Mazlûm Bagok û şehîd Îsam Abdullah di merasîma xelatê de amadebûn. Her wiha peyamên ji ragihandina Misir, Qahire û ragihandina YPG’ê ya herêma Firatê, Ragihandina Soroyo ya Sûryaniyan, Ronahî tv, rojnameya Ronahî ji bo vê rojê hatiye şandin hate xwendin. 

‘Em vê rojê li hemû rojnamevanan pîroz dikin’   

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê destpêkir. Hevseroka Yekîtiya Ragihandina Azad Malwa Elî wiha axivî: “Em roja rojnamegeriya kurdî li hemû rojnamevanan pîroz dikin. Bi xwîn û ked ev roj tê pîroz kirin. Dê spasiya me herdem ji bo şehîdên me be ku em hatin vê rojê. Rojnamevan jî gelek kiryar dît, lê herdem li ser riya heqîqetê meşiyan.”

‘Dengê heqîqetê nayê birîn’

Li ser navê şehîd Mazlûm Bagok ku ev xelat bi navê wî hatiye li dar xistin, bavê wî Zekî Sadûn wiha axivî: “Em roja rojnamegeriya kurdi li hemu rojnemevanan pîroz dikin û ev yek jî berî 125 salan li Misrê pêk hatiye. Rojnamegeriya kurdi di gelek pêvajoyan re derbas bûye, ji ber wê ewqase dereng dest bi meş û rêwitiya xwe kiriye. Li ser qirkirina kurd û ermenan dewleta tirk hewl da bi riya çapemeniya xwe nijadperestiyê pêş bixe, lê tucaran bi ser nakeve ji ber heqîqet nayê veşartin. Em cardin bi navê malbata şehîd Mazlûm Bagok vê rojê li hemû rojnmevanan piroz dikin.”

‘Bi dehan rojnamevan li ser riya heqîqetê canê xwe feda kirin’

Li ser navê şehîd Îsam Abdullah, xwîşka wî Fatma Abdullah vê rojê li tevahî rojnamevanan pîroz kir û got: “Di şexsê Îsam de em hemû şehîdên ragihandina azad bi bîr tînin. Îro roja rojnamegeriya kurdî ya 125 salan tê pîroz kirin û heta roja îro jî dewam dike. Dê rojnamegerî her dewam bike. Îro du şer tê bi rê ve birin ya yekê şerê çekdarî û leşkeriye û ya duyem jî ragihandinê ye, lê şerê herî mezin ya ragihandinê ye û êrîşî dijmin ronî dike. Ragihandin heqîqeta heyî radixîne li ber çavan û vê ev heqîqet bi saya şehîdan biçe serî. Ragihandina me jiyan ji mirinê çêdike. Şoreşa Rojava bi saya şehîdan pêk hat û bi dehan şehîdên me yên ragihandinê heye û ji bo riya heqîqetê canê xwe feda kirin. Îro Îsam jî yek ji şehîdên ragihandinê ye û wê bi hezaran hevalên wî kamera û pênûsên Îsam hilînin. Em cardin şehîdan bi bîr tînin û em ê li pey doza şehîdan bin.”

Rojnamevanên ku di Pêşbirka Îsam Abdullah de bi serketine wiha ne:

Ji beşa belgefilmê Laleş Ebdîrehman, bi rapora nivîskî ya erebî Zana El- Elî nûçegîhana North press, bi rapora dîtparî Ronak Şêxî televîzyona El-An, ji beşa baştirîn wêne Fîraz Brahîm ya nûçegîhana ajansa ANHA, xelata radyo Şîrîn Brahîm Radyoya Dirbesiyê Fm, ji beşa medyaya civakî Şevzan Mehmûd bi bernameya ‘Pîne’, ji beşa nûçeyên jinê nûçegihana ajansa me Sorgul Şêxo, bi rapora dahurandinê Solînar Mihemed, ji beşa baştirin pêşkeşvanî ya tv Alan Meîş ya Ronahî tv xelatên xwe wergirtin.

Rojnamevanên ku Xelata Ked û Wêrekiyê ya Mazlûm Bagok wergirtine wiha ne:

Mihemed Ceradê ji Nefel Production ya Kobanê, Dîcle Ehmed ji ajansa ANHA, Ebdirehmen Mihemed ji rojnameya Ronahî, Cuma Egaş ji televîzyona El-Erebiyê, Daraf Ala ji televîzyona Ronahî, Lîlav Hesen ji radyoya jin a Star FM, Newroz Reşo ji dengê Emerîkayê, Mihemed Ehmed ji televîzyona Ronahî, Sozdar Ehmed ji radyoya Sewit el-Heyet, Radyoya Rojava xelat wergirtin. Xelata Kurdistanî Serdar Guyî ji televîzyona Ronahî, Ehmed Hîmo ji ajansa ANHA, Delîl Dogan ji Nefel Production xelatê wergirtin.

Xelata wêrekiyê şehîd Îsam Ebdullah ji aliyê malbatê ve hate wergirtin. 

Spasname Hesen Zaza, Evîn Brahîm û Hesen Basûs wergirtin.   

Merasîm bi helbestan bi dawî bû.