Şilik xwarineke gelerî ye ku di serdema me ya niha de wenda ye

Xedîca Hisên a ku ji gundê Til El-Mexer a Çiyayê Kizwanan e, bi çêkirina xwarina Şilik a ku di nava civaka herêmê de gelekî bi nav û deng e lê di serdema me ya niha de hatiye wenda kirin dibêje: "Şilik ji kesên payebilind, rûsipî, rêwî, mêvanên li ber dil giranbuha re tê çêkirin û şilika ku ji hevîr, dimsê şêrîn û rûnê erebî tê çêkirin ji serjêkirina berx û pezan girantire."

SORGUL ŞÊXO
Hesekê- Rojhilata Navîn bi dewlemendiya netewên xwe tê nasîn, ji her netewekê re jî çand û kevneşopiyên pir cûda hene lê di hinek cihan de çandên wan hevpar in, Taybet di aliyê çêkirina xwarinan de. Çimkî ew netew bi hev re jiyan e û ji hev dû çandên cûda girtine û ev yek ne şerme, berovajî wê dewlemendiyeke cudahiya çanda netewekî ji çanda netewekî din ne. Xedîca Hisên ji gundê Til El-Mexer a ku bi çend km li rojavayê Çiyayê Kizwanan dikeve, heya roja îro xwarina şilik çêdike û bi rengekî hevpar dixwin. Tama vê xwarinê pir xweş e û sûdê li tenduristiya mirovan jî dike. 
Şilik çi ye û çawa çêdibe?
Xedîca got ku li Çiyayê Kizwanan gelek karê gundan kiriye û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Jinên ku li Çiyayê Kizwanan dijîn gelek karan dikin, ji xwedîkirina pez û çêlekan, çandinî û kilandina dew her wiha em bêrîvanên pir zîrek in di van çiyayan de. Di heman wextê de jî em çanda xwe diparêzin û xwarinên xwe yên gelerî jî pêre didomînin. Heya roja îro, em xwarina şilik ango bi zimanê erebî (Seyaliyê-Migemeriyê) çêdikin. Şêwazê çêkirina wê jî wiha ye; em destpêkê hevîr distirên, piştî ku agir vêdixin paşê vedimre û tenê pêt dimîne em wî hevîrî datînin ser sêlê û hêdî hêdî sor dibe. Piştî ku hevîr çêdibe, em dixin sênîkê de û rûnê erebî ji hîzê rûn dertînin û dimsê şêrîn lê ron dikin û wiha dibe şilik. Şilik ji hevîr, rûnê erebî û dimsê şêrîn çêdibe."
“Rûnê erebî û gîhayên ku li Çiyayê Kizwanan çêdibin, derman in”
Xedîcê sûdên ku rûnê erebî li tenduristiya mirovan dike anî ziman û wiha dirêjî da gotina xwe: "Ji rûnê erebî xweştir û baştir nîne. Rûn sûdê li tenduristiya mirovan û damaran dike. Ya ku hiştiye îro em bikevin çi ye? Em ji tiştên ku tên kirîn û firotin, dixwin, ê ev jî zirarê li tenduristiya me dike, taybet li çav û enerjiya me. Ji ber ku îro, em tiştên berê ji xwezayê, berhemên pez û çêlekan naxwin, enerjiya me jî kêm bûye. Berê me mirîşk û hêkên malan, rûnê erebî û goştê pez dixwar, ev bû ya ku dihişt em enerjiya xwe kom bikin û ji westîna heyî xeman nexwin. Hemû tiştên xwezayî, taybet ew gîhayên ku li Çiyayê Kizwanan şîn dibin, derman in û gelek nexweşiyan bi dawî dike. Ewqase nexweşiyên ku di mirovan re dertên, hemû ji tiştên bazirganî ne."
“Bi rûniştina derdora şilikê civat xweş dibe”
Xedîcê da zanîn ku yên pezê wan hene û rûnê erebî li cem wan tê peydakirin, heya niha vê xwarinê çêdikin û wiha pêl da gotina xwe: "Yên ku rûnê erebî li cem wan hebe, heya niha vê xwarinê çêdikin. Dimisê şêrîn ji xwe pir e, kes xema wê naxwe. Xwarina şilik roj bi roj wenda dibe û kes êdî girîngiyê nade ev xwarinên gelerî ji kesên temen mezin pêve. Yên ku pezê wan hebe, rûnê erebî li cem wan tê peydakirin û vê xwarinê çêdikin. Bêtir ev xwarin di rojên zivistanê de çêdibin. Dema ku dilopên baranê tên û malbat li dora sobê kom dibe û xwe germ dikin, wê demê şilik xweş e û tê xwarin û çêkirin. Di heman wextê de jî, ev xwarin tenê ereb çêdikin li herêma me, ji ber ew herî zêde bi pez û xwedîkirina wan re mijûl dibin. Ya herî zêde jî em di biharê de çêdikin. Dema ku em dew bi meşkê diklên û rûn jê derdixin, di beroşekê de kom dikin û paşê li ser agir wî rûnî ron dikin û şilika xwe çêdikin û li dora wê kom dibin û dixwin. Kêliyên pir bi wate ne. Hinek dem hêjayî emrekî ne."
“Şilik ji rûsipiyên êlan re tê çêkirin”
Xedîca da payin ku vê xwarinê ji rûsipiyên herî mezin yê êlan re çêdikin û wiha pêl da gotina xwe: "Kî ji rûsipiyên êlan re were, em vê xwarinê çêdikin û datînin ber wan. Ev xwarin ji mere ji serjêkirina pez bi dehê caran baştire û xweştire. Daxwaza wan tenê ku ev xwarin çêbibe, ji ber ku wenda bûye. Di rêya vê yekê re jî, ev çand tê parastin û domandin. Xwarineke pir giran e, lê ji her kesî re nayê çêkirin. Yên rêwî û ji rêyên dûr jî tên, xwarinên ewqasî giran û mesrefekê zêde naxwazin ji bilî, çêkirina şilikê."
“Şilik danesîna kevneşopî û dîroka me ye”
Xedîcê got ku divê ev çand were parastin û mayinde kirin da ku mirov ji tenduristiya xwe sûd werbigrin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Şilik xwarineke gelerî ye, heya niha ji aliyê hin malbatan ve tê parastin, daxwaza min jî ew e ku her kes vê çandê biparêze, ji ber danesîna kevneşopî û dîroka me dide."
Xedîcê bi gotina stranên gelerî çêkirina şilikê dewam kir û paşê ji aliyê rêwiyên ku ji dûr ve hatine, xwarin û spasiya wê kirin ji ber ku pir xweş û bi hezkirin çêkiribû.