Şêwekara Tehranî: Bila wêneyên min ji bo hemû kesan bibin hêvî

Li Tahranê şêwekar Arzû Safaî pêşangeha xwe ya şexsî vekir û diyar kir ku dixwaze wêneyên wê ji bo hemû kesan bibin hêvî û got: “Ji bo ez xwe ji aliyê tarî yê jiyanê û aciziyan dûr bixim min xwe spart van hestên xweş.”

ŞEBNEM TEWAKOLÎ

Tahran- Pêşangeha şexsî ya şêwekar Arzû Safai di navbera rojên 16-20 sibatê de li Galariya Goya ya Tahranê bi kesên ku eleqeya wan ji wêneyan re heye hat ba hev. Xwendakara beşa dawî ya wêneyê Arzû Safai got: “Eleqeya min ji wêneyan re ji zarokatiyê be dest pê dike. Dema ez mezin bûm min biryar da ku di vê qadê de perwerde bigrim.”

Arzû Safai da zanîn ku li zanînageha Soore ya Tahranê perwerdeya lîsansê girtiye û got: “Wêneyên min ên wê demê ji yên niha gelek cuda bû. Wê demê hê zêdetir mijarên civakî û aliyên jiyanê yên tarî min dikir wêne, weke rexneya civakê bû, min hez dikir ez vî aliyê tarî, tenê tî û sanayî bidim nîşandan.”

‘Min xwest bi tabloyên xwe kêfxweşiyê bidim’

Arzî Safai destnîşan kir ku piştî zewiciye demekê navber daye xebata xwe û wiha got: “Piştî keça min Hana ji dayik bû jiyana min bi reng bû. Hana bi xwaze nexwaze  di nava van şertên civakê de mezin dibû, di qadek ku nûçeyên xirab bibihîse de bû û min xwest ez vê ji bo wê biguherînim. Ji ber vê jî min bi xêzkirina gul û bilbilan vê enerjiya negatîf ji bo wê biguherînim. Eleqeya min a gulan ji zarokatiyê tê, heta di xwezayê de di demê vala de ew wêneyên ku me dikişand. Min bi tabloya xwe ‘bilibila bi pelên gul’ kêfxweşiyê bidim mirovan. Ji bo ez ji vê tarîtiyê û neyêniyên civakê dûr bikevim min xwe spart van hestên xweş, heta ên ku serdan dikirin dema berhemên min didîtin hemat tişt ji min re di gotin.”

‘Divê jin ew tiştên ku hîs dikin wê pê bi pêş bikevin bila bikin’

Arzû Safai bi bîr xist ku ji ber şertên zehmet piranî mirov xeyalên wan dişikên û got: “Ez bi giştî ji ber mirovek bi hêvî me, min xwest ez vê kêfxweşiyê belav bikim. Bila wêneyên min ji bo hemû kesê bibe hêvî. Rast e gelek berpirsyariyên jinan hene lê belê ez ê rê li ber mirovan vekim divê tişta ku hîs dikin dê bi pêş bikevin bikin, ez jî vê dikim û ez fêrî keça xwe jî dikim.”