Şêwekar Evîn Sedîq bi hunera xwe reng dide pêşangehan

Şêwekar Evîn Sediq bi hunera xwe ya balkêş û modern ji bo jinên hunermend bûye mînak û di hunera xwe ya modern de ‘Jin, jîngeh, civak’ bi cih kiriye.

NÎHAYET EHMED

Silêmanî- Hunera şêwekar tê wateya nûbûna jiyanê. Jin ji di aliyê hunerê de bi fikrên xwe gelek nûbûnan çêdike, dikare komkiriyên kêrhatiyên xwe û hêza xwe birêje ser kaxezê. Bersiva hemû êş û keyfxweşiyan li gorî cîhana xwe ya hunerî dixe ser tabloyan û pêşan dide. Şêwekar Evîn Sedîq bi hunera xwe ya balkêş û modern ji bo hemû jinên hunermend bûye mînak û hunera wê ya modern di pêşnagehan de gelek balê dikşîne.

Şêwekar Evîn Sedîq di sala 1974’an de li bajarê Silêmaniyê ji dayik bûye, beşa hunera şêwekarî li peymangeha hunerên ciwan a Silêmaniyê temam kiriye. Piştre li zanîngeha Hens a Elmanyayê di aliyê hunera modern de xwendina xwe berdewam dike û 10 sal in vegeriyaye Kurdistanê, tabloya xweya yekem di sala 1999’an nexşandiye.

‘Hunera şêwekariya modern dîrokek nû ye’

Evîn Sedîq da zanîn ku piraniya tabloyên wê yên modern derbarê jinê deye. Destpêkê bê wênegirtinê dest pê kir û piştre dest bi hunera şêwekariyê kiriye û wiha behs kir: “Bi giştî li Rojhilata Navîn huner û werzîş bûne dû faktorên ku giringî neyên dayîn. Tu deman li dibîstanan nebûye mijare sereke. Di heman demê de hunermendan karê hunerî bi başî negihandine asta herî jor. Hunera şêwekarî ya modern dîrokek nûye. Di salên 40 û 50’an li Iraqê hinek hunermend çêbûn. Lê belê nikarin şêwekarî berbi Ewropa ve bibin. Hunera şêwekarî li Rojhilata Navîn ne xwedî dîrokek serbixwe ye, lê belê nayê wê wateyê kû nebû. Tenê li ser asta dam û dezga û akademiyên huner di serdemê kevin de serî hildaye.”

‘Di tabloyên xwe de ez jin, jiyan û civakê dinexşînim’

Evîn Sedîq diyarkir ku hunera wê ya yekem der barê jinê de bûn ku hunera xwe bi awayê hunera modern pêşan da. Weke mamosteyek ya hunera şêwekar her dem karên cuda û balkêş nîşanî serdemê dide. Hewl dide hunera nû biafirîne ku bi melzemeyên taybetî çêbike û karê hunerê bi Blurî çêdike û wiha got: “Di wêneyek xwe de min çîroka xwe pêşan da, jin, jiyan û civakê dinexşîne. Divê em karên hunerê kom bikin û kar li ser çawaniya wê û armanca wê bikin. Piştre kar ji bo arşîvkirinê bikin û hilbigrin ji bo nifşên piştî me daku ji dîroka huner û şaristaniya xwe hez bikin.”

‘Divê jin di hunera xwe de îsrar bikin’

Evîn Sedîq destnîşan kir ku bavê wê zêringir bû, karê nexşindanê dikir ev jî wisa kir ku Evîn bixwaze fêrî nexşînê bibe û bê wê riyê hezkirina wê ji wênekêşan û şêwekariyê re çêbû û wiha got: “Niha ji bo jinan di aliyê hunerê de derfetek baş hatiye afrinadin, rola wan heye û dikarin beşdarî pêşangehên hunerî bibin. Jin di aliyê jiyana civakî de, rêgirî li hêza wan a hunerî tê kirin lê belê nayê wê wateyê ku êdî dest jê berdin û li mal bimînin. Divê jin di hunera xwe de îsrar bikin û hewl bidin di fikrên cuda de xwe perwerde bikin. Jin dikarin zêdetir kar bikin, da ku bikarin beşdarî hemû qadan bibin. Daxwaza min ji jinan ew e ku xwe lawaz nebînin girîngî bidin hêza xwe.”https://youtu.be/45R4-qHYt2c