Şêrîn Abdulkerîm ji bo rewşa jinan vebêje peykerên hunerî çêdike

Şêrîn Ebdulkerîm li gel xwendina xwe ya zanîngehê di warê hunerî de jî dixebite û hewl dide bi peykerên xwe, balê bikşîne ser hemû rewşên neyînê yên ku jin di jiyana xwe de rest tên.

NAGHEM KARAJEH

Xeza- Hunermenda plastîk Sêrîn Abdulkerîm a 25 salî beşa mîmariyê xwendiye. Tevî xwendina xwe wê dikaribû hewesa xwe ya hunerê bi zanîngeha xwe re bike yek, pirsgirêkên civakî yên girîng, bi taybetî jî pirsgirêkên jinan, bi riya peyker û modelên hunerî yên ku êşên jinan vedibêjin ronî bike.

Şêrîn Ebdulkerîm projeyek hunerî ya bi navê Qurban afirand ku bi peykerên xwe yên hunerî behsa tundiya li ser jinên Filistînî dike.

Der barê hunera xwe de ji ajansa me re diyar kir ku armanca projeya Qurbanê ronîkirina êş û azarên jinan û tundiya li ser wan e. Her wiha da zanîn ku ew hewl dide bi karê hunerî rewşa heyî ya jinan ne weke mijarek şexsî, weke pirsgirêka civakî were dîtin.

Bi projeyê behsa gelek çîrokên jinan dike

Şêrîn Ebdulkerîm diyar kir ku proje behsa komek çîrokan li ser jiyana jinan û azarên wan ên li Zîvala Xezayê dike û weke yên li jêr komek qalibên peykersaziyê, ji nava çar dîwaran reviyane kolanê da ku ku êşên xwe vebêjin.

Şêrîn Ebdulkerîm zelal kir ku ev şablon ji malzemeyên zelal ên ku hestên jinan temsîl dikin hatine çêkirin û ji bûyerê zêdetir li ser hestên jinan dest bi xebatê kiriye, ji ber ku bûyer gelek caran wekî hev in, wek şîdeta zewacê, malbat, an jî sînordarkirinên civakê.

Şêrîn Ebdulkerîm diyar kir ku ji ber buhabûna malzemeyan û rewşa aborî pirsgirêka peydakirina kelûpelan dijî lê hewl dide ji bo çêkirina peykerên hunerî malzemeyên alternatîf bi kar bîne. Şêrîn destnîşan kir ku ew ê beşdarî pêşangeha hunerî ya mezin a ku dê di meha Tebaxa îsal de bê lidarxistin bibe û projeyên xwe yên hunerî pêşkêşî hemû beşên civakê bike.