Şênî berhemên kevnar bi rengên nû vediguherîne

Şênî Ebubekir yek ji wan jinan e ku bi berhemên destan, hewl dide çanda Kurdewar a berhemdariyê ku ji dayik û dapîran maye zindî bihêle. Ew hem bi berhemên ku çêdike çandê zindî dihêle hem jî derfetên kar ji bo jinên din ava dike.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî- Jin bi hewldanên xwe dikarin ji xwe re derfetên kar ava bikin. Ji bo ku dema xwe baş biborînin, bi berhemên destên xwe her dem diafirînin û ji dema vala xwe diparêzin. Jin bi ked û di berhemdariya xwe de xwedî fikrên cuda û taybet in. Her jinek şêwazek taybet ji bo hunerê ava dike, karên jinan li her cih û deman diyar dibin.

Şênî Ebubekir 28 salî ye û şeş sal in beşa kompîtorê temam kiriye, du sal in jî dest bi nexşandina eksasuarên ciwankarî yên jinan kiriye. Şênî di sala 2014’an de dîplomaya zanîngehê girtiye, ji ber ku bi fermî tayîn nebûye û tunebûna derfetên kar, di qada xwe de, bi kêrhatî û destrengiya xwe dest bi çêkirina berhemên destan kiriye. Berhemên Şênî Ebubekir, aksesuarên ciwankariyê balkêş û cuda ye Ev jî bala gelek kesan dikşîne ew bi aksesuarên cuda cil û bergên Kurdî dixemilîe. Şênî destpêkê cil û bergên Kurdewar dixemilîne, bi berdewamkirinê re êdî giranî daye aksesuarên ciwankariyê yên jinan ku di serdemên berê de dihatin çêkirin nûjen kiriye û ev du sal in çente û kuman bi aksesuaran dinexşîne û ji bo jinan jî aksesuraên cur be cur ên balkêş çêdike.

‘Ez hewl didim berhemên cudatir çêbikim’

Şênî dema ku dest bi karê kiriye destpêkê çenteyek çêkiriye û bi xwe nexişandiye, di hesabê xwe yê medyaya dîjîtal de parve kiriye û gelek kesan ev wêne dîtine, daxwaz kirine. Ji ber wê yekê wê jî biryar daye dest bi çêkirina berheman li gora daxwazên kesan bike. Li ser wê demê wiha got: “Destpêkirina karên destrengî zehmet e divê tiştek wisa were çêkirin ku bala hemû kesan bikşîne. Niha kerê dest zedene, ji bo wê min xwest kare min ji yên din cûda bin. Hinek aksesuar û muriyên cûda hene karê min xweşiktir kiriye, dema ku min muriyên cûda bi karanî zêdetir bala jinan kişand, destpêkirina karê serbixwe erkek girane lê belê divê jin ji gavavêtinê netirsin.”

‘Ciwan ji zindîkirina çanda Kurdî hez dikin’

Şênî ji derveyî aksesuaran û nexşandina çanteyan, berhemên ku di demên berê de jinên temenê wan mezin bi kar dianîn bi awayekî nû, cuda bi kar tîne. Weke bikaranîna karanfîlê ne weke şêweyê berê, tiştek nû jê ava kiriye û gelek tiştên din ên berê bi şêweyên cuda çêdike. Şênî her dem hewl dide wan berheman bi keda xwe biparêze û zindî bihêle. Ji derveyî ciwankariyê jinan, ji bo mêr û zarokan jî tiştên cuda çêdike. Şênî da zanîn ku ciwan niha ji berhemên çanda Kurdî û berhemên kevin hez dikin. Ji ber rengîn in û dixwazin karên ku dayik û pîrikan di demên berê de çêdikirin zindî bike û wiha got: “Cudahiya berhemên bi destan tên çêkirin ji yên din ew e ku min berhemên ku berê dihatin bikaranîn nûjen kiriye. Divê her jin karê ku dizane bike û bigihîje armanca xwe. Dema ku jinek dibe xwedî karê xwe, derfetên kar ji bo çend jinên din jî dikare ava bike. Eve jî karekî baş e, min bi xwe derfetên kar ji bo çend jinan ava kir. Li pêşiya hemû jinan astengî hene. Nabe ku jin guh bidin wan astengiyan û divê wan ji bo xwe bikin pêngava serkeftinê û bigihîjin aramanca xwe.”