Şaristaniya bajarê Şêran

Di pirtûka bi navê “Aslan Taş” a ku şaristaniya bajarê Şêran dide nasîn de wêneyên xwedaya rojê Hors ê bi bask û li ser serê wê taca nîşaneya sembola Misira jor û jêr, porê wê yê xelek û li ser çiqila gulê rûniştiye dide nîşandan.

Navenda Nûçeyan – Bajarê Kobanê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yek ji cihên herî kevnar e. Dîroka wê vedigere B.Z. Şêran bajarekî ku heya niha bi çand û kevneşopiyên xwe dijî ye. Wekî tê ragihandin ji kevintirîn cihên dîrokî ye, li cîhanê. Tê zanîn ev ax, gelek cihên dîrokî di nav xwe de dihewîne. Şêran gundekî ku gelek şaristanî lê hatiye avakirin e, di nava dîroka şaristaniya Mezopotamyayê de cihê xwe digre.
Lêkolîn û berhemên wê
Tê diyarkirin ku Şêran wekî navçe 7 km. li başûrê rojhilatê Kobanê, dikeve bakurî Sûriyeyê. Bi cihê xwe yê stratejîk li ser riya bazirganiya Heran û Girê Sor ê kevin cih digire. Navçeya Şêran bûye vedîtina gelek berhem û şaristaniyên dîrokî. Weke şaristaniya Hedeto yan Xedato ku di helbestên Aramiyan de dihate vegotin, di serdema Şah aramî Hedat de. Her wiha Osmaniyan navê Aslan Taş ango Şêrên kevirî lê kirine. Ji ber piraniya peykerên şêrên ku bi kevir hatibûn çêkirin jê re wiha dihat gotin lewre Şêran ji cihên herî navdar e, li Sûriyeyê û bi bajarê Hedeto ve girêdayî ye.
Lêkolînên li vê herêmê hatine kirin
Tê diyarkirin ku di sala 1928’an de komeke ji erdkolan bi rêveberiya giştî ya bakur re di muzekxaneya Alofr Toro Dencan a Fransyê hatiye lêkolînkirin û ev cihê dîrokî hat vedîtin. Ev kom, li şûnwaran du caran derketibûn lêkolînê. Yekem car di biharê de bi çavdêriya bavê 0xistên Baro, lêgervan Corc Dosan, a duyem jî di payîzê de, bi alîkariya zanyarê şûnwer Morês Don bû. ancama legerîna her duyan bû sedema vedîtina berhemên dîrokî yên vedigerin hezar sal B.Z. dema serweriya Asûrî û Aramiyan.
Weke hatiye diyarkirin ku balkişandina rêveberiya muzexaneya Stenbolê Osman Hemdî Beg ku di sala 1883’an de hin agahî nivîsandibûn çûnhatina şûnwaran zêde bûn. Bajarê Hedato ku hatiye vedîtin, dirêjiya sûrên wê digihîje 750 mt. û 550 mt. firehiyê.  Sê deriyên wê hene  li ser wan bi zimanê Aramî, aşurî û hesiyê hatiye nivîsandin. Peykerên şêran wekî parastin li pêş derî ne. Ev sûr li ser keviran hatine avakirin. 
Ev bajar piştî serweriya Bilesrê Siyemîn di (745-727) B.Z de wekî cihekî girîng dihat destnîşankirin. Wekî navendeke leşkeran dihat ragihandin lê ev girîngî bi ketina Împaratoriya Nînovayê (Asûrî) têk çû. Di serdema saristaniya Ixrîqî (Yewnan)de qesreke li ser vê avahiyê hatiye avakirin. Her wiha tê diyarkirin ku di hundirê bajêr de perestgeheke mezin li tenişta wê du gayên mezin hene wekî ku parastinê dikin û şeş peykerên xwedawendan ku yek ji wan qufika bereketê di destên wê de ye hene. Tê diyarkirin ku yek di muzexaneya Helebê yek jî di ya Fransayê de tê dîtin. 
Hemwelatî Şêxo Elî dide diyarkirin ku bi kolandina erdê gelek kûz derdikevin engo gelek berhemên dîrokî hene.
Perestgeha Îvorî (diranê fîl)
Tê diyarkirin ku piştî lêkolînkirina erdkolanan, di perstgehê de odeya bi navê Aciyatan hatiye vedîtin. Gelek peykerên xwedawendên jin lawir û şînatiyan ku dîroka wan vedigere sedsalên 8-9 bz. peykerên jina ku baskên wê hene dibêjin a xwedawenda Îştar e û yên din jî tacên li ser serê wan û di destên wen de gul û sosin hene. Wekî ku hatiye teqezkirin jin di van peykeran de dîsa dîroka xwe dide diyarkirin.
Ev berhemên herî navdar in, bi navê Îvorî Fîniqiyan tên nasîn. Li gel lêkolînerê tor dancan girtiyek mezin heye, peykerê herî girîng e di pirtûka "Aslan Taş" ku bi wêneya daye nîşandan. Di pirtûka bi navê “Aslan Taş” de wêneyên xwedaya Rojê Hors ê bi bask û li ser serê wê taca nîşaneya sembola Misira jor û jêr, porê wê yê xelek û li ser çiqila gulê rûniştiye dide nîşandan.
Her wiha di pirtûka "Gurzên sembolkî"   de wêneyên du ciniyan ku li ser serê wan taca Misira yê dudilî , bi cilên dirêj li ser hev hatiye girêdan û zarokek rûniştiye ku di destê wî de rahîneke bi destik tîrêjên rojê li ser serê wî ye.
Her wiha wêneyeke serê jinekê ku porê wê yê xelek hatiye şehkirin û guhên wê bi guharan hatiye xemilandin di paçeyeke li ser çar stûnan bendeyekê dide destnîşankirin. Her wiha wêneyê lawir wekî çêlek û hin lawirên din jî hene. 
 Niştecih û kevneşopî 
Tê diyarkirin ku ev bajar xwediyê civak û eşîrên dîrokeke dirêj e. Niştecihên wê piranî ji Kurdan pêk tên. Wekî, Kîtekan, Dîdan, Şîxan, Şedadan, Denan, Qerekêcan, Oxyan, Mîran, Bîşan, Elîdiyan, Mifan, Zirwaran û Asiyan.
Ehmed Cio yek ji hemwelatiyên navçeya Şêranê ye. Temenê wî sed salî ye dibêje: “Dema min çavên xwe vekir ev bajar hebû. Xwediyê dîrokeke dirêj e. Gelek şaristanî lê hatine avakirin. Nave wê jî Şêran û e bi Kurdî ye.
Şêran bi çandiniya genim, ceh, kemûn û her cureyên tovan navdar e. Herî zêde jin bi çandiniyê re mijûl dibin. Her wiha li rex wê jî bi perwerde û tevlibûna wan ji saziyên sivîl re jî xwedî erk in. Mêr piranî bi kolandinê re mijûl dibin an jî berê xwe didin dervayê welat.
Her wiha jina bi navê Aliye ya 70 salî dibêje: “Jinên navçeya Şêran bi piranî di warê zîhnî de azad in." Piştî şoreşa Sûriyeyê û ya Rojava bi taybetî jin bi hişmendî û felsefeya rêber Abdullah Ocalan  bûn xwediyê zîhniyeteke azad."
 Weke tê zanîn jin parêzvanên çand û kevneşopiyên civakan in û pêşengên nîfşên pêşerojê ne. Aliye wiha gotina xwe domand "  Min keçikên xwe fêrî çêkirina kulav, rîs û dirûtina cilên çanda Kurdî kirin ku heya niha jinên Şêran di cejnan de li xwe dikin.
Aliye Ehmed dibêje : “Hin amûrên çêkirina nanê sêlê li gel min hene û çêdikim ruxmî firin jî hene. Lê daxwaza me ew e ku em çand û edetên xwe bi demê re winda nekin.” 
Gora Şêx Sirûcî
Gor an jî ziyareta Şêx Sirûcî li rex mizgefta Şêran e. Şêxo Elî ji me re wiha qala gorê kir û got "Sê meqamên gora Şêx Sirûcî hene yek li Şamê ye yê din jî li Tirkiyeyê ye. 
Lê belê tê gotin ku gora Şêran ê herî kevnar e, her sal gel di rojên teybet de tê serdana wê dike. Weke mala Xwedê tê diyarkirin. Li gorî gotina Şêxo Elî Şêx Sirûcî Kurd bûye di şerê li hemberî firansizan de şehîd ketiye.
Wekî hatiye ragihandin qubeya gorê 200 sal e hatiye çêkirin. Tiştên herî balkêş di gorê de ji heriyê (cêr) hatibû çêkirin lê gelê herêmê ew bi çîmento (xerc) ji nû ve dane çêkirin. Li gorî ku Şêxo Elî dibêje piştî êrîşa DAIŞ’ê li ser Kobanê gelê sivîl û cihên dîrokî hatin hedefgirtin her wiha êrîş û pergala dewleta Tirkiyeyê li ser bakur û rojhilatê Sûriyeyê rûxandina çand û cihên dîrokî bû.
Bi êrîşa DAIŞ’ê ya di Îlona 2014’an re gelek cihên dîrokî hatine rûxandin lê belê piştî rizgarkirina Kobanê ku gelên herêmê bi alîkariya hêzên YPG û YPJ di 27 Çileya 2015’an de pêk hat, qubeya gorê ji nû ve hat avakirin.
Desteserkirina berhemên dîrokî
Tê teqezkirin ku di serdema Osmaniyan de gelek peykerên dîrokî hatine dizîn û di muzexaneya Stenbolê de hatine bicihkirin. Her wiha di dema serweriya Fransayê de gelek berhem hatine desteserkirin. Li gorî agahiyên Şêxo Ehmed, ji aliyê komên lêgerînê ku bi rêveberiya Mistr Toros kar dikirin ve, gelek berhem hatine dizîn.
Her wiha tê teqezkirin ku peykereke li muzexaneya Helebê jî heye. Ya jineke ku di destên wê de qufika bereketê heye û bilindiya wê 1.73 mt. ye û hin şêrên deriyan tê dîtin.
Hemwelatiyên temenmezin radighînin ku ev peykerên şêran ne yên esasî ne ango yên rastîn hatine dizîn ev ji hêla dewleta Sûriyeyê ve hatine çêkirin. Dema hatina koma lêgerîna Fransayê birine muzexaneya Helebê û li şûna wan ev peyker dane çêkirin.