Şanaz Cemal bi cil û bergan çanda Kurdî zindî dike

Şanaz Cemal cilên ku bi destên xwe çedike çanda Kurdî diparêze, li 20 welatên cîhanê dide nasîn û heta niha 30 xelatan girtiye.

ŞÎRÎN SALIH

Silêmanî- Nîşaneyên çanda neteweyî ziman, cil û berg û kevneşopiyên wan in. Bi taybetî cil û berg û karê çêkirinê yek ji girîngtirîn sembola çandê ye. Jinên Kurd jî li gorî hêza xwe parastina çandê dikin û hemû tiştên çandî li gel xwe diparêzin. Şanaz Cemal yek ji wan jinan e, ew li bajarê Silêmanî ji dayik bûye. Bikaranîna kelûpel û qumaşên Kurdewarî bi ta, derzî û moriyên rengîn girîngî dide çanda Kurdî û diparêze her wiha endama rêxistina Kayizit e.

‘Min xwe ji bo parastina çandê berpirsyar dît’

Şanaz Cemal destnîşan kir ku ciwaniya çanda Kurdî wisa kiriye ku ji zarokatiyê ve kêrhatiya destrengiya hunera Kurdî hebe û wiha got: “Bi mezinbûnê re ez fikirîm çawa çanda Kurdewarî biparêzim û bi cîhanê bidim nasandin. Ji ber wê di sala 2016’an de min dest bi karên hunerî kir û min pêşangeha xwe ya yekem di heman salê de vekir.”

‘Karê min ê yekem bi parçeyek qumaş dest pê kir’

Şanaz bi bîr xist ku karê wê yê yekem bi parçeyek qumaşê ku dibe sicade, metreyek bû dest pê kiriye û wiha got: “Min 250 morî û ji parçeyek sicadeya bi qumaş çêkir. Piştre min dest bi pêngavek mezintir kir, di nava kongreya Amerîkayê de min pêşangehek taybet vekir û karê min gelek bala wan kişand. Min rengên cuda bi kar anîn, min belgenameyek baş girt û her dem min karê xwe berdewam kir, beşdarî gelek pêşangehan bûm. Min pêşangehek din bi xwe li seranserê Silêmaniyê vekir û çend karên hunerî pêşan dan. Li Tirkiyeyê jî ez bejdarî pêşangehek ku ji 150 hunermendên cihanî pêk dihat bi tabloya xwe ya ber a bi ta, morî û gulifan nexişandî beşdar bûm. Ez gelek kêfxweş bûm li wan cihan ez bi zimanê Kurdî beşdar bûm û min 7 belgenameyan li seranserî cîhanê girtiye.”

‘Karê min der barê çanda Kurdî de ye’

Şanaz Cemal wiha behsa parastina çanda Kurdewarî kir û got: “Karê min gelek bi dilê xelkê ye û xwestekek zêde li ser heye, niha xelk vegeriyane ser çanda ciwan ku di serdema pêş de hebû. Gelek xemxarên çanda Kurdî hene ku bi riya medyaya dîjîtal daxwaza karê min dikin. Ji ber ez bi rih û can kar dikim, armanca min zindîkirina çanda Kurdî ye. Qumaş, tayê kevin, moriyê feyrozî, bera 7 reng û bera pîroz (Sicade) bi kar tînim ku di nava Kurdan de berê hebûn. Piştre fikirîm ku navendek çandî ya Kurdî vekim, di sala 2018’an de min projeya koma paşo ava kir û dikaribûm derfetên kar ji bo çend jinan ava bikim.”

‘Ew sîmên ku bi kar tînim divê rihekî Kurdî di wan de hebe’

Şanaz Cemal da zanîn ku malzemeyên berhemên xwe ji derve û Kurdistanê peyda dike û wiha got: “Ew boyax, morî, sîm û tayê ku ez di karê xwe de bi kar tînim ji derve tînim û beşek din li bajarên Kurdistanê heye. Di berhemên ku ez çêdikim de divê rihek kurdewarî hebe. Ez moriyên bi sîm li bera xwe didim bi derman qayîm dikim. Ez gelek kêfxweş im ku jinek Kurd im û bi saya jinên di serdemên kevin de jiyane ku ez vî karî bikim. Karê min zêdetir bi riya şandeyên ku serdana herêma Kurdistanê dikin dibînin û dikirin dibe. Ji bo karê min demek diyar nîn e. Ji ber hunermend li gorî derfetên xwe kar dikin û hemû aqil û mejiyê dirijîne ser wê tabloya ku çêdike. Carna nikarim hefteyekê moriyek lê bidim, carna jî di rojekê de ez tabloyên xwe temam dikim.”   

‘Heta niha min 30 xelat girtine’

Şanaz Cemal wiha behsa xelatên ku girtine kir: “Ji ber karê ku ez dikim, heta niha min 30 xelat girtine û xelata herî girîng jî ya papa Vatîka ye. Fikrên vî karî di sala 2018’an de ket serê min ku ez weke jinek Kurd xelatê pêşkêşî serokek cîhanê bikim ku behsa çanda netewa me bike. Nêzî salek û 7 mehan ez bi wê projeyê re mijul bûm, min berek çêkir milek bû destpêka min hêmayên 8 ayînan li ser danî ku li Kurdistanê dijî. Aliyê wê yê din nîşaneyek li ser bû, bi 5 hezar yaqutê sor min nexişand û bal kişand ser şehîdên Helepçeyê û şehîdên Enfalê. Ez dikaribûm weke nûnerek jin a welatê xwe vî karî bikim û bi cil û bergên Kurdî pêşkêşî papa bikim.”

‘Min dîzayna 22 cilên Kurdî kiriye’

Şanaz Cemal diyar kir ku 10 sal in di dezgehên hikumetê de fermanber e lê belê ji ber xizmetkirina çanda Kurdewarî dawî lê aniye û dest bi karê nexişandina qumaş ji bo sicade û beran kiriye û wiha got: “Dema ku min dest bi kar kir, gelk astengî derketin pêşiya min lê belê min bi îradeya xwe dest ji armanca xwe berneda û min karê xwe berdewam kir. Dema ku min nû dest bi kar kir ez gelek hizirîm ji ber civak qebûl nake ku jinek kar bike, civaka me hê jî dema ku jinek dibe xwedî karê xwe gotinên nexweş jê re dibêje. Ji jinên wisa re dibêjin rûne di mala xwe de bi zarok û malê ve mijûl bibe. Ev gotinên wisa dibêjin ku jinan ji xebatê sar bikin û bikevin bin bandora van gotinan.”

Şanaz Cemal li mala xwe cilên Kurdî yên kevin parastiye û ji bo xwe kiriye îlhama cilan ku dîroka wan digihîje sala 1940’an û di cilan de wisa xuya dike ku di demên kevin de jî cilên jinên Kurd gelek ciwan bûne. Şanaz dîzayna cilên Kurdî jî dike ya wê ya dawî ji bo koma Xak bû ku dîzayna 22 cilan kiriye. Weke jinekê daxwaz ji jinan dike ku ger kêrhatiyên wan hebin bila li pey wan biçin û karê xwe bi xwe bikin.”