Îsal Kobanê mazûvaniya Hefteya Wêjeyî kir

Beşdarvanên Hefteya Wêjeyî ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ku di sala xwe ya dûyemîn de tê lidarxistin destnîşankirin ku dê çalakiyên bi vî rengî bibin bingeha xûrtkirina asta wêjeyî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê- Dîwana Wêje ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 29'ê Nîsanê de dest bi xebatên hefteya wêjeyî ku di dewreya wê ya duyemîn de ye di bin navê sala Meleyê Cizîrî de, kir. Hefteya Wêjeyî ku dê îro bi dawî bibe, li ser bingehê sê babetên sereke ku danasîna Meleyê Cizîrî, Roman û rexneya wêjeyî hat birêxistinkirin. Li rex mijarên sereke semîner, panel, kurte çîrok û helbestên bi zimanê Kurdî û Erebî hatin pêşkêşkirin. Di xebatên Hefteya Wêjeyî de kesayetên rewşenbîr, nivîskar, wêjevan, helbestvan û hunermendên ji herêmên Şehba, Efrîn, Kobanê, Tebqa, Reqa, Minbic, Qamişlo û Amûdê beşdarbûn pêk hat.

Ji bo naskirina hurgulî û agahiyên berferhetir yên di derbarê Hefteya Wêjeyî de, ajansa me li gel Dîwana Wêje ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û beşdarvanên çalakiyê hevdîtin pêk anî.

Îsal li Kobanê hat lidarxistin 

Endama Dîwana Wêje ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Botan Hoşê behsa mebesta hilbijartina helbestvanê Kurd Meleyê Cizîrî ji bo Hefteya Wêjeyî kir û wiha got: "Vê carê me bajarê Kobanê hilbijart ku em duyemîn dewreya Hefteya Wêjeyî lidar bixin. Dewreya yekemîn li kantona Qamişlo bû, me jî biryar girtibû ku her sal ev çalakî li herêmekê were birêxistinkirin. Li gor babetên ku hatin diyarkirin divyabû ku ev Hefte li Kobanê were lidarixistin. Hefteya Wêjeyî ya îsal di bin navê sala Meleyê Cizîrî de ye, dewleta tirk jî her xwest ku Meleyê Cizîrî weke kesayeteke Tirk bide naskirin û berhemên wî jî veguherîne berhemekî Tirkî. Ji lewra lidarxistina vê hefteyê li Kobanê û hilbijartina wêjevanê Kurd Meleyê Cizîrî, bertek û xwedî derketineke li wêjeye Kurdî ye û vala derxistina polîtîkeyên dewleta tirk ya qirkirina wêjeya me."

Mijarên cihêreng hatin destgirtin

Botan Hoşê bi rengekî berfereh behsa babetên Hefteyê Wêjeyî kir û wiha got: "Di herdû rojên destpêkê de me bi taybet jiyanameya Meleyê Cizîrî, felsefeya ku di helbestên xwe de tîne ziman û girêdana wî bi nasnameya Kurdî re, vegot. Pişt re me di du rojan de bi riya semîner û panêlan behsa pêşketin û nûjenbûna Romanê di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de kir. Herdû rojên dawî jî bebeta me ya sêyemîn li ser rexneya wêjeyî ye. Rewş û asta wêjeyê, girîngiya rexneyê di pêşketina wêjeyê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Li aliyekî din di dirêjiya 6 rojan de helbest û çîrok bi zimanê Kurdî û Erebî jî hatin pêşkêş kirin."

Reng û hestên jin di Hefteya Wêjeyî de li pêş bû

Botan Hoşê beşdarbûna jinan ya di nava Hefteya Wêjeyî de wiha bilêv kir: "Beşdarbûneke mezin û xûrt ji aliyê jinan ve heye di Hefteya Wêjeyî de. Wêjevan, nivîskar û helbestvanên jin ji hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi berhem û nirxandinên xwe yên dewlemend beşdarbûn. Lidarxistina çalakiyên wêjeyî yên bi vî rengî gaveke girîng e ku em ji nêz ve rewş û asta wêjeyî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nas bikin. Bi me re hat xûya kirin em ji aliyê wêjeyî û romanê ve lewaz mane, ji lewra dê ev xebat ji bo pêşerojê bibe wesîleya ku em nivîskar û wêjevanên nû biafirînin û asta xwe xûrtir bikin."  

‘Ji bo siberojeke wêjeyî em ê xebatên xwe bidomînin’

Nivîskar Evîn Teyfûr ku bi dehan berhemên wê hene bi coşeke mezin beşdarbûna xwe ya di nava Hefteya Wêjeyî anî ziman: " Ez weke amedekar û beşdarvan di hefteya wêjeyî de beşdar bûm. Her wiha min kurteçîrok amede û pêşkêş kir. Navê çîrokê Lekeya Tirsê ye û min beşa bi navê Guliyên Darizandî hilbijart. Çîrok behsa jineke Êzidî ji Şengalê dike ku çawa ketiye destên DAIŞ û çi jiyan kiriye. Ev jin dibêje, heger Xwedayê Yezdan bê deng bimîne wê çîroka min biaxive.

Ji bo me gelek bi wateye ku Hefteya Wêjeyî ya îsal bi navê Meleyê Cizîrî be. Ji ber ku em wêjevan Meleyê Cizîrî weke bavê helbesta kilasîk ya Kurdî digirin dest. Ji bo vê lidarxistina çalakiyeke di vê astê de xwedî derketina li mîrateya wêjeya Kurdî ye û li hember siyaseta dewleta tirk bersiv e. Kobanê herêmeke Kurdan ya resen e, ji ber vê mirov dikare hemû beşên wêjeyê tê de bibîne. Ji bo vê lidarxistina Hefteyeke Wêjeyî wê bibe bingeha nûjenkirin û lêvegera wêjeya Kurdî. Em ji vê gavê kêfxweş in û em ê ji bo siberojê jî sûd ji vê gavê bigirin. "