Çîrokên ji jiyanê li ser tabloyên xwe xêz dike

Hunermend Safa Şêxo, hevsengiya di navbera hunera wêne û rengan de fêrî zarokan dike. Di perwerdeyê de riyeke nû ya ku xwe dispêre teşwîqkirina kêrhatiyan dişopîne, derfet dide zarok weke dixwazin bi riyên ku dizanin xwe îfade bikin.

SÎLVA MENAL OSMAN

Heleb – Ji roja ku mirovahî derketiye ser rûyê dinyayê heta niha, hêzek ku nizane dê çawa derbixe derve hîs kir. Bi demê re dest bi şopandina amûrên ku li derdorê ne kir. Hewl da dengê dibihîse teqlîd bikin û tiştên dibînin ji nû ve ava bikin.

Lê belê demek dirêj hestên kêmbûnê jiyan. Bi derbasbûna dem û pêşketina feraseta mirovan re, bi serxistin ku vê hêza di hundirê wan de bi awayek şênber vegerînin. Bi derxistina dengên nêzî hev û li hev tên muzîkê ava kirin, ji bo zîndîkirina xwezayê ew bi rengan kirin wêne û hunera wêne derket holê. Ji efsaneyan bi bandor bûn û peyker çêkirin hunera peyker çêbû.

Bedewiya Efrînê di tabloyên xwe de diteyîsîne

Bedewiya xwezaya bajarê Efrînê yê Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê, li ser jinên ciwana bandorek kûr ava kiriye. Yek ji van jî hunermend Safa Şêxo ku di nava xwezaya Efrînê de hatiye dinê û wê bedewiyê di gelek tabloyên xwe de diteyîsîne ye.   

Safa Şêxo ku destpêkê perwerdeya wêne nedît, li ser daxwaza malbata xwe berê xwe da fakulteya zîraetê û di sala 2010’an de mezûn bû. Lê belê xeyala wê ne ew bû. Di dawiyê de ji bo pêşxistina kêrhatiya xwe, çû beşa wêne ya Fakulteya Hunerên Ciwan a Zanîngeha Helebê û di sala 2014’an de mezûn bû. Bi vî awayî dest ji azweriya xwe ya wêne berneda.

Bi rêbaza xwe zarokan fêr dike

Sefa Şêxo ku bi vê nesekinî, bi armanca ku zêdetir kêrhatiniya xwe ya wêne bi pêş bixe beşdarî Navenda Çand û Nunerê ya Cemîl Horo ya li taxa Eşrefiye ya bajarê Helebê bû. Li vê derê hevsengiya hunera wêne û rengan fêrî zarokan dike. Di perwerdeyê de girîngî daye rêbazeke nû ku wan teşwîqî kêrhatiniyê dike. Derfet da ku zarok bi riyên dixwazin xwe îfade bikin. Wê bi xwe di vê pêvajoyê de rolek lîstiye wan hîn dike. Zarokan dişopîne, pêşxistina xêza wan dişopîne û di demên rast de pêşniyarên rast dike.

‘Divê zarok berê xwe bidin hunerê’

Safa Şêxo da zanîn ku hewl dide hunerê bigihîjînin beşên berfireh ê civakê û wiha got: “Divê em zarokan ji temenê gelek biçûk ve berê wan bidin hunerê. Bi xebata bi wan re em kêrhatiyên wan keşif bikin û bi riya lîstok û perwerdeyê wan bi pêş bixin. Ev karekî zor e û jê re kedek mezin dixwaze. Ji bo jinên ciwan û kuran ev asantir e. Ji ber kêrhatiyên wan hê tênegihîştiye û kapsîteya xweîfadekirinê zêdetir e. Ji bo gihandina vê hedefê divê hejmara navendên çand û hunerê ku desteka tam pêşkêşî kêrhatiyên ciwan û zarokan dike were zêdekirin. Bi vî awayî di pêşerojê de, resam, muzîsyen û peykertiraşên di asta dinyayê de bên perwerdekirin.”

Bi wêneyan pirsgirêkên civakê digre dest

Sefa Şêxo mijarên ku xêz dike ji xweza û civaka derdora xwe hildibjêre û got: “Ez jin û pirsgirêkên civakê ku jin rastî wan tên bi wêneyan digrim dest. Ez boyaxa bi yax tercîh dikim. Ji ber ev teknîk tabloyan zelal dike, wate û zindîbûn dide. Hedefa min ew e ku wek hunermendên din kêrhatiya xwe bi pêş bixim. Hewl didim ceribandina xwe ya hunerê bigihîjînin beşa berfireh a civakê û dixwazim perwerdeya ji bo zarok û ciwanan bi pêş bixim ji bo ku bikaribin di pêşerojê de bibin wênesazên baş.”

‘Divê jin xwedî li kêrhatiyên xwe derbikevin’

Safa Şêxo banga desteka madî û manewî ji bo zarok û ciwanên xwedî kêrhatî kir û got: “Divê jin û ciwanên ku xwedî kêrhatiyên hunerê ne xwe îfade bikin, xwedî li van kêrhatiyên xwe derbikevin û bi pêş bixin.”