Çîrokeke dayik û keça wê yên li hember zehmetiyan bi ser ketîn

Kenê wê yê xweşbîniyê û çavên wê yên bi hêviyê dibriqîne, çîroka wê vedibêje, ew çîroka ku bi hindek xêzan ji bo ku îfadeya tiştên ew dixweze bibêje û nikare bilêvbike despêkir, heyanî ew gihad asta ku bibe wênexêz, ev çîroka keça ciwan a xwedî pêdiviyên taybet û dayika wê ya bê navber û bê westandin piştgirya wê dikir e.

SÎLVAL EL-İBRAHÎM
Minbic – Kenê keça ciwan a xwedî pêdiviyên taybet û çavên wê yên bi hêviyan dagirtî serkeftina wê di jiyanê de diyar dike. Çîroka ji zaroktiya wê despêkirî ew gihandiye asta serkeftinê. Jina bi navê Ayda El-Abdullah a 40 salî ji bararê Minbicê yê Bakur û rojhilatê Sûriyê ye, di mala wê de beşek taybet ji bo keça wê ya bi navê Şehed Mihemed El-Şêx a 14 salî heye. Şehed keçek ciwane ji dema dayikbûnê ve ker û lal e. Ayda ji wê beşa ku ji bo keça xwe diyar kiribû dibêje pêşangeha Şehed, ji ber ku hemû wênexêzên wê yên ku ji 7 saliyê xwe de û heya niha çêkirî tê de hene.
"her sê zarokên min yên xwedî pêdiviyên taybet xwedî pîşene jî"
Ayda El-Abdullah ku dayika 4 keç û lawikekê ye wiha dibêje: "Ez beriya 24 salan zewicîme, 3 zarokên min xwedî pêdiviyên taybetin di nav wan şehd jî, ne karin biaxivin û ne deng dibhîzin. Min ev yek di zarokatiya wan de di dema ku min bi wan re dilîst, ketim ferqê ku ew bi min re ne baldarin û guh nadin min. Ji bo çareseriyê min gelek caran serdana dekroran jî kir lê bê sûd bû."
Ayda El-Abdullah diyar kir ku mezinkirna zarokan ne hêsane û tecrûbeyên baş hewce dike, lê heger zarok xwedî rewşên taybet bin wê zehmetî bêtir be û wiha got: "Despêkê pir zehmet bû ku bi wan re mijûl bibim lê bi derbasbûna dem û sebrê re min karî bi başî bi wan re mijûl bibim û min her yek ji wan fêrî rêbazekî kir da ku ji bo armancên xwe bixebitin. Keça min Diyanan 19 salî pîşeya wê ya karê destan heye lê ji ber ku çavên wê kêm dibîne, tayîbetî di demên dawiyê de pir kêmbû min nema hişt ew karê xwe bidomîne ji bo tundiristiya çavên wê. Kurê min Hisên 22 saliye ew di karê mekanîkê de dixebite û pir ji karên xwe hezdike."
"Şehed min wekî hevala xwe ya herî nêz dibîne”
Derbarê hêz û hezkirina Şehed Mihemed El-Şêx ji xêzkirinê re ku ji zaroktiya xwe de ji xêzkirinê hezdikir, dayika wê Ayda El-Abdullah wiha got: "Keça min Şehd ji 7 saliya xwe de pênûs girt û li ser her qaxezek ku didît xêz dikir. Ez ji vê xêzkirina wê kêfxweş bûm, ji ber vê yekê min piştgirî dayê û hişt ku ew bi riya xêzkirinê tiştê ku dixwaze diya bike. Tu kesî bi jêhatiya wê bawer nedikir lê serkeftina wê bersiva her kesî bû. Şehed dema didît ku zarokên di temenê wê de diaxivin û dileyîzin û ew nikare biaxive xemgîn dibû û di hundirê wê de acizbûn û hisret dida çêkirin. Min bi hemû hêza xwe piştgirî dida keçên xwe."
Derbarê gavên ku keça xwe ji rewşê xemgînî û acizbûn derxîne avêtiye jî Ayda El-Abdullah wiha got: "Min piştgiriya keça xwe bi hemû awayan dikir, min jêre diogt ku ji kesên din bibandortire û cûdatir vê yekê ew bihêz dikir. Keça min Şehed min wekî heval xwe ya herî nêz dibîne, ji ber ku me hemû zor û zehmetî bi hev re derbas kirine. Ew xwedî jêhatiyekê ku demê xwe bi kêfxweşî pêre derbas dike, lewma min jêhatîbûna wê bi dîwarên malê ve girê neda, berovajî wê min piştgirî da wê da ku ji rewşa xwe ya derûnî a ku têde dijî derkeve û jêhatiya xwe bi pêş bixe. Bi rastî jî ev yek pêre bû alîkar û niha ew nema wekî qunaxa berê acizbûn jiyan dikir. Di demên ku ew aciz dibe de jî dikare bide diyarkirin bi rêka pênûsa xwe û wênexêziyê wê hêrsa xwe derdixe."
“Keça min li navenda çandê tê perwerde kirin”
Ayda El-Abdullah girêdayî perwerdeya keça xwe Şehed diyar kir ku ew neçûye dibistanê lê ew demeke kin çû komeleya Nûr a Pêşerojê a ji bo kesên xwedî pêdiviyên taybet, lê ji nebûna derfetên çûn û hatinê û karê bavê wê hebû nedikarê her roj wê bibe Şehed ji komeleya Nûr a Pêşerojê jî qut bû û wiha domand: "Ez xemgîn dibim ji ber ku keça min neçû dibistanê lê ji bo bikare xwe ji wê rewşê xelaske û bi karekê re mijul bide serî li navenda çand û Hunerê ya Minbicê da û niha li wê dixebite."
Şehed Mihemed El-Şêx bi dayika xwe re bû nêzî 4 mehan ji bo wergirtina kursên wênesaziyê serdana Navenda Çand û Hunerê dike û ji ber nebûna çûnûhatinê, li gorî bernameya dersê ya navendê di hefteyê de tenê sê caran diçin. Derbarê rola Navendên Çand û Hunera bajarê Minbicê di piştgirîdanîna pîşeya Şehde Ayda El-Abdullah de pişterast kir ku roleke wan ya herî mezin di bilindikirina pêşeya Şehede de heye û wiha got: "Derûniya Şehed jî başbûye piştî kursên li Navenda Çand û Hunerê dibîne, tevlîbûna wê ji şahiyên zarokan û pêşangehên wênexêziyê re ji bo me serkeftineke mezin bû.” Ayda El-Abdullah derbarê dan û standina Şehed bi mamostayên wê re jî wiha got: “Mamostên xêzkirinê bi rengekî erênî û dil germ bi wê re didan û distandin bi rêka nîşandan û hereketên destan ji hev fam dikirin. Di dema ku Şehed aciz dibe de jî mamoste dibêjin xwe pir nêzî wê nekin, ji ber ku mamosteyên wê rewşa wê baştir fam dikin."
Şahiyên zarokan yên ku di 17'ê Mijdarê de ji aliyê Mekteba kesên xwedî pêwindiyên taybet a Komîteya Karûbarên Civakî ve hatibû organîzekirin, Şehed Mihemed El-Şêx jî beşdar bû û ji aliyê herkesî ve hat heskirin ev tişt bû sedema kêfxweşiya xê. Hêvî û daxwazên wê yên mezin hene û niha hewl dide ku fêrî xêzkirina bi rengên a rûn û firçeyê bibe. Di gava yekem de çend roj berê ji çîmentoyê tiştek çêkir paşê jî bi firçe û boyaxê sor kir, ev nîşanek e ji bo pêşxistina jêhatiya wê ye. Ez ê piştgiriya wê bikim heta ku ew bigihîje tiştê dixwaze, ji ber ku dîtina çavên wê dibiriqîne dema ku ew bi destkeftiyên xwe dilşad dibe, ji min re ji her tiştî girîngtire û ez pir pê kêfxweş dibim. Pêwîste dê û bav piştgiriya zarokên xwe bikin, di nav de yên xwedî pêdiviyên taybet, asoyê ji wan re vekin û xewnên wan pêk bînin. ji ber ku eger mirov ji tiştekî bêpar bimîne, bi tiştekî din ve tê girêdan û di karekdin de bi ser dikeve."