Çîroka Esma Surucu ya bi xêzên wê re
Wênesaz Esma Surucu diyar dike ku karê wê yê wênesaziyê bi tesadufî dest pê kiriye û wiha dibêje: “Tu carî xeyala min a xwendina beşa hunerê tunebû. Wêne ji bo min tenê lîstikek bû. Temaşekirina wêneyên şahî û ecêb, ên ku bavê min xêz dikirin bû.”
ZEYNEP AKGUL
Enqere- Esma Surucu, dema ku li Beşa Mamostehiya Wêneyê ya Zanîngeha Îzzet Baysal xwendekar bûye, biryar daye ku bibe wênesaz û ji ber vê yekê çawa ji lîsansê mezûn bûye, li Zanîngeha Hunerên Bedew a Mîmar Sînan, dest bi perwerdeya lîsansa bilind kiriye. Piştî ku lîsansa xwe qedandiye biryar daye ku doktoraya xwe li Parîsê bike lê ji ber ku dîtiye li wir bextewar nîn e, di nîvî de hiştiye, vegeriyaye Stenbolê. Surucu diyar dike ku di wêneyên wê de hesta herî zêde tê dîtin xemgînî ye. Di heman demê de bi çîrokan kodên çandî yên hînbûyî, rolên zayendperest ên civakî, şîdeta li ser jinan û îstîsmara zayendî xêz dike. Em bi Esma Surucu ya ku heyrana Paula Rego ye re li ser jiyana wê ya wênesaziyê axivîn.
Hûn dikarin ji me re hinek behsa xwe bikin? Esma Surucu kî ye?
Li Semsûrê zaroka malbateke xwedî heft zarokan im. A herî biçûk ez im. Heta min dest bi zanîngehê kir li wir jiyam. Min li Zanîngeha Îzzet Baysal a li Bolu Abantê Mamostehiya Wêne-kar xwend lê dema min hê dixwend min biryar da nebim mamoste, bibim wênesaz. Ji ber vê, sala ku ez ji lîsansê mezûn bûm, li zanîngehên ku min bawer dikir dê perwerdeya wan baştir be ketim azmûnên lîsansa bilind/mastir. Li Zanîngeha Hunerên Bedew a Mîmar Sînan di heman salê de min dest bi perwerdeya lîsansa bilind kir. Çend sal piştî qedandina lîsansa bilind, min biryar da li Fransayê doktorayê bikim. Ji bo vê min serî li bursa doktora ya Campus France ya Hikûmeta Fransayê da û serlêdana min hat pejirandin. Li Parîsê min perwerdeya zimanê Fransî qedand lê fikirîm ku ez ê bextewar nebim, min doktorayê di nîvî de hişt vegeriyam Stenbolê. Niha li atolyeya xwe karên xwe şexsî berdewam dikim.
“Wêne ji bo min tenê lîstikek bû”
We çawa dest bi xêzkirinê kir?
Tu carî di xeyala min de xwendina hunerê tunebû. Wêne ji bo min tenê lîstikek bû. temaşekirina wêneyên şahî û ecêb ên ku bavê min xêz dikirin bû. Destpêkirina wêne jî tesadufî bû. Ez bi hevalek xwe ya ku dixwest beşa wêne bixwîne re ji bo qeydê çûm. Dema min atolyeyê dît heyran mam. Piştî wê rojê, ji hişê min derneket û min xwest ez bikevim nava vê cîhana bi efsûn. Bi vî awayê min xwest beşa wêne bixwînim.
Dema min li wêneyên we nihêrî hinek dişibiyan ên Hale Asaf. Hûn ji wê hez dikin?
Ez şaş mam ku we wêneyên min nêzî yên Hale Asaf dît. Dibe ku otoportreya wê ya tê zanîn hesteke wiha bi we re çêkiribe. Dema em wêneyên xwe bi tevahî bidin ber hev kompozîsyon, armonî yan jî wekî mijar nêzî hev nabînim. Ya rast wênesazek ku ez wê lêkolîn dikim nîn e. Ji derveyî van hemûyan ew jineke Û di jiyana xwe de tenê ji bo hunerê hewl daye, ev ji bo min girîng e.
“Di wêneyên min de hesta herî zêde xemgînî ye”
Artemisia Gentileschi, wekî yekem wênesaza femînîst a jin ku dijberî hebûn û şêweyê baviksalar, jinan ne bêparastin, bi hêz berxwedêr û jixwebawer xêz kiriye tê zanîn. Hûn jî wekî Artemisia Gentileschi wêneyên ku mijara wan jin in xêz dikin. Hûn dixwazin balê bikşînin ser çi?
Yek ji navên herî serkeftî yên ji nifşa li Caravaggio temaşe kiriye Artemisia Gentileschi ye, ew di serdema navîn de jiyaye, hunermendeke bi bandor e. Wêneyên wê her dem bi cerebeyên travmatîk ên di jiyana wê de hatin şîrovekirin. Hesta tolhildanê, di wêneyên wê de wekî hesta esas xuya dike. Hewldanên wê yên wekî yên min ku jinên bi hêz, berxwedêr, ên jixwebawer xêz dikim tune ne. Jinên ez wan xêz dikim şikandî jî bixwiyên fikara wan tune ye. Qelsiya wan bixwiyê jî nexwiyê jî eleqedar nabin.
Ez dikarim bibêjim hesta herî zêde ya di wêneyên min de xemgînî ye. Di wêneyên xwe de zêdetir di nava vê hestê de me. Ez jinan di wêneyên xwe de dikim mijar. Sedema vê ne ew e ku ez jî jin im loma. Ez wênsazek mêr jî bûma dibe ku dîsa ‘jin’ qehremanên wêneyên min bûna. Wekî form û hest dibe ku xeyala jina ku ewqas xwedî dewlemendî ye û bi efsûn e, bandorê li ser min çêkira. Dema ez li dîroka wêneyê dinêrim jî difikirim ku xeyala jin, ji zayenda wênesaz cuda li dereke din e. Dema mijarên xwe hildibijêrim, rehbera min tenê dilê min e. Bêguman divê berhemek xwe bispêre argumana aqil jî lê ev rewş di beşên teknîk ên xebatên min de dikeve dewrê.
“Erdnîgariya ku em lê çêbûne û mezin bûne, tercîhên me yên reng û tonên wê diyar dike”
Têkildarî rengan tercîheke we ya taybet an jî wateyek wan a taybet a hûn didin wan heye?
Ez li cihekî ku rengên biriqandî û ronî lê hebûn; bi hemû rengên tîrêjên rojê dixemilî çêbûm û mezin bûm. Dibe ku ji ber vê yekê tu carî ji bikaranîna rengan neketim nava fikaran. Ez di nava tonên şîn ên ronî û kesk de winda dibim. Çendek e bi bandora tonên gewr û tarî yên Stenbolê wêneyên min bi ‘Leda’ tonên tarî derdikevin. Ez difikirim ku di tercîhên me yên reng û tonê de erdnîgarî û haletî ruhê me diyarker in.
Rojeva welat, tevliheviya siyasî, helwestên polîtîk bandorê li hunera we dikin?
Rojeva welat ku bi demê re diguhere, bêîstîkrarî, bêmafî, pir bandorê li ser min çêdikin lê li gorî min huner, di pêşiya dema xwe û rewşên polîtîk de ye.
“Li qada hunerê wênesaz gelek caran nikarin berê bayê diyar bikin”
Wekî yek ji nifşên ciwan ên Tirkiyeyê, hûn rewşa huner û sazîbûyînê çawa dinirxînin?
Wekî yek ji wênesazên nifşa ciwan, ez bi heyranî li wênesazan dinêrim. Qada hunerê, bi wênesazên ku bi azwerî û dîrayet dixebitin, diafirînin dagirtî ye lê li vê derê wênesaz berê bayê diyar nakin. Carna galerîvanên ku rayeya wan tune ye, aliyê wan ê bazirganî zêde ye; dibin sedema bêşansiya hunermend û koleksiyoneran. Ev rewş ne tenê li Tirkiyeyê heye.
Di xebatên xwe de hûn ji kîjan referans an jî hunermendan bi bandor dibin?
Bi tevahî ez dîroka hunerê ji xwe re referans digrim. Hunermendên ez ji wan bi bandor dibim, bi demê re diguherin. Ger ku ez ji bo îro bibêjim ez ji atolyeya Paula Rego ku wekî eywana lîstikê ye û ji lêkolînkirina mijarên wê yên afrîner pir kêfxweş dibim. Rego; bi çîrok û kurteçîrokan pîrozbûna malbatê, pergala civaka baviksalar, bêyî ku li ser zimanê xwe bike dirûşm xêz dike. Bi taybetî bi xebatên xwe yên li ser zagona kurtajê ya li Portekîzê mirov heyran dihêle.
Di hunera we de cihê muzîkê çi ye? Li ser xebatên we bandorê çêdike?
Di jiyana min de cihekî taybet ê muzîkê heye. Ez bi amatorî piyanoyê lêdidim. Difikirim ku rasterast bandorê li xebatên min nake. Dema ku wêne xêz dikim, bi taybetî bêdengiyê tercîh dikim. Bawer im muzîk ji derveyî wêne, ji bo min li cihekî cuda ye.
“Mîtolojî çavkaniya îlhamê ye ji bo min”
Heta niha li kîjan pêşangehan navê we derbas bû? Projeyek ku hûn difikirin di demeke nêz de beşdar bibin heye?
Hem li derveyî welat hem jî li welat ez tevli gelek pêşangehên têkel û furaên huerê bûm. Li Galeriya Hunerê ya Bodrumê û Muzeya Silêmaniyê pêşangehên min ên solo çêbûn. Çend wêneyên ku nêzî salek e li ser wan dixebitim hene. Ji bo dawiyê difikirim ku pêşangeha solo li dar bixim. Heta niha mîtolojî ji bo min çavkaniya esas a îlhamê bû. Wedawenda eşqê ya Sumera Berê, “Înanna” bû mijara rêzexebatek min.
Dûre min hewl da di mîtolojiya Yunan de keybanû Sparta û çîroka jina fanî Leda bi zimanê xwe şîrove bikim. Xeyal û sembolên sureal ên di mîtolojiyê de wekî wênesaz asoya min vedikin. Ez plan dikim ku heta demek jî li ser vê mijarê bixebitim.