Çanda Kevnar a Êzdiyatî xwe bi zarokan nû dike

Dewreya perwerdeya muzîkê ku beriya du mehan ji aliyê Navenda Çand û Huner a Stiya Nexşa ve ji bo zarokan hatibû destpêkirin, didome. Armanca dewreyê zindîkirina çanda kevnar a Êzidî ye

HÊVÎDAR ŞENGALÎ

Şengal-Navenda Çand û Hunerê ya Stiya Nexşa ya Şengalê ji bo zindîkirin û tunenebûna çanda Êzidî, beriya du mehan dewreyeke perwerdeyê ya zarokan dabû destpêkirin. Dewreya ku beriya du mehan hatibû destpêkirin, bi 30 zarokan bi rengekî serkeftî berdewam dike. Ji perwerdeyê armanc ew e ku zarok hem fêrî amûrên muzikê bibin û hem jî fêrî çanda xwe bibin da ku çand Êzidî neyê tunekirin û derbasî nifşên nû bibe. Ji aliyê din ve bi taybetî 10’emîn salvegera Fermana 74’an destpêkirina dewreyeke bi vî rengî, parastina çand û baweriya êzdiyatî, li dijî fermanan bersiv e.

Têkildarî dewreya perwerdeyê ya muzîkê mamosteyên ku perwerde didin zarokan ji ajansa me re axivîn û diyar kirin ku ew dixwazin hîn bêtir çanda Êzidî bidin xuyakirin.

‘Em tenê perwerdeyê muzîkê nadin’

Mamoste Bêrîvan Şengalî da zanîn ku 30 şagirtên wan hene û ew zarokan fêrî amûrê muzîkê dikin û wiha got: “Em dixwazin dewreyên bi vî rengî çanda xwe hîn bêhtir bidin xuyakirin. Ji bo çanda me winda nebe em zarokan fêrî çanda Êzidî dikin. Heta em tenê fêrî muzîkê nakin, em perwerdeya çand û exlaq jî. Em dixwazin ev zarok fêrî hevaltiyên rast jî bizanibin û bikaribin tiştên baş û xirab ji hev derxînin.”

Wek şagirt destpê kir lê niha mamoste ye

Mamoste Sosin Seydo jî hîn zarok bûye çûye Navenda Çand û Huner a Stiya Nexşa, li wir fêrî amûrên muzîkê bûye û niha wek mamosteyê muzîkê li Stiya Nexşa zarokan fêrî amûrên muzîkê dike.

Mamoste Sosin der barê dewreya perwerdeyê de destnîşan kir ku ew di perwerdeyê de her tiştî fêrî zarokan dikin û ev nirxandin kir: “Ev 3 meh in me perwerdeya zarokan daye destpêkirin. Perwerde heftê 3 roj in û zarok roja în, şemî û yekşemê tên perwerdeyê. Di van her 3 rojan de em amûrên muzîkê, çand êzidî fêrî wan dikin. Em dixwazin çanda kevnar a Êzidî bi zarokan re geş bibe û neyê tunekirin. Ji aliyê din ve em her aliyan ve zarokan perwerde dikin. Em tenê perwerdeya muzîkê nadin, em perwerdeya tenduristiyê jî didin, perwerdeya exlaqê jî didin.”

Banga zarokan

Her wiha zarokên ku ev du meh in perwerdeya muzikê dibînin jî kêfxweşiyên xwe anîn ziman û diyar kirin ku ev di du mehan de fêrî gelek tiştan bûne û bang li hemû zarokan kirin ku tev li perwerdeya muzîkê bibin da ku çanda xwe bidin jiyandin.