Çand û mîrateyek kevnar a Rojhilata Navîn: Hene

Di hemû civakan de bikaranîna heneyê nîşaneya çanda folklorî û bedewiya jinan e her wiha sembola xemla tevahî jinên Rojhilata Navîn e.

ROJ HOZAN

Qamişlo – Her civakek di Rojhilata Navîn de bi çanda xwe tê naskirin û parêzvanên vê çandê jî her dem  jin in. Dibe ku gelek urf û adetên civaka Rojhilata Navîn bişibin hev lê dîsa di teysandina wê de her civakek li gorî baweriyên xwe tevdigere. Bikaranîna heneyê çand û urfekî hevbeş e di civakên Rojhilata Navîn de û piraniya xwe navê wê bi xemla jinan ve tê girêdan. Têkildarî mijarê em ê balê bikşînin li ser nebata Heneyê, cihgirtina wê di xweşikbûn û xemla jinan de, her wiha feydeyên wê tenduristî û bikaranîna wê di şahî û şînan de.

Nebeta Heneyê çi ye?

Nebata Heneyê şiklê wê dibe dar û pelên wê weke boyax tên bikaranîn. Piraniya xwe li Misrê û welatên Afrîkayê tê çandin û ji bo bijîşkiya xwezayî û estetîkê tê bikaranîn. Ev nebat di dema havînê de tê çandin û li gelek welatên di Rojhilata Navîn de xwedî cihekî taybet e di cihgirtina folklor û çandan de. Eslê heneyê vedigere dema  Firewniyan derdora 9 hezar sal berê. Di demên berê de weke boyaxa destên mûmyayê dihat bikaranîn û li gorî baweriyên wan danîna heneyê li ser dest û lingên mûmyayê wan ji xerabiyan diparêze. Paşê Qralîçe Kleopatra ew weke nexşe li ser laşe xwe ji bo xemlandinê bi kar tîne. Bi riya Mogolan ev nebat di sedsala 12’an de berî zayinê ji bo Hindistanê hat veguhestin û êdî di nav jinan de belav bû. Wekî ku di çîrokên mîtolojiyê de tê gotin hene weke nexşeyeke dîrokî û folklorî tê pênasekirin.

Bikaranîna heneyê di çandên Rojhilata Navîn de  

Li welatên Rojhilata Navîn çanda bikaranîna heneyê ji bo şahiyan piranî tê amadekirin lê li aliyê din ve li gelek welatan jin bi rengekî normal bi heneyê xwe dixemilînin û di nêrîna wan de ew destnîşaniya xweşikbûn û xemla jinan e. Hene li Sûdanê ne tenê bi şahiyan ve girêdayî ye lê belê jin di jiyana xwe ya rojane de jî bi heneyê xwe dixemilînin. Her wiha weke urfekî sembolî ye di civakê de dema jin hene li ser nebe ew ji aliyê civakê ve tên rexnekirin.

Jixwe di şahiyan de jin û mêr herdu hene bi kar tînin beriya şahiyê bi çend rojan nexşên heneyê çêdikin û di baweriya wan de hene di şahiyê de xêr û bereketê bi xwe re tîne. Li Misrê, gelê wê derê rojek beriya pîrozbahiyê heneyê amade dikin di wir de heneyê dikin tiştekî metalî dişibeha ahramtê misrî û paşê bi mûman tê xemilandin. Her wiha li gel stranên gelêrî yên kevneşop di herêmê de li destên jinan tê kirin. Li welatên Erebistana Siûdiyê ku weke welatên Xelîcê tên pênasekirin hene ne tenê ji bo şahiyên zewacê ye, di munasebatên weke cejn û kêfxweşiyên normal de tê bikaranîn. Li Hindistanê hene girêdayî zewacê ye beriya dawetê du rojan bûk ji mala xwe dernakeve. Piştî ku kincên kevneşopî li xwe dike bi taybetî ji bo vê munasebetê heneyê li ser dest û lingên xwe xêz dike, şiklên xêzkirinê jî destnîşanî çîçekên xwezayê dike. Her wekî din li gelek welatên din hene weke xemla jinan tê pênasekirin û bikaranîn.  

Feydeyên hene yên ji bo tenduristiyê

Hene madeyeke dezvente ye ji bo dermankirina neynûkên şikestî bi kar tînin ew çermê derdora neynûkan qawîm dike û diparêze. Her wiha weke boyaxeyeke demkî êşa serî derman dike tu madeyên kîmyewî tevli wê nabin û gelek kes serî li bikaranîna wê didin. Her wiha rê li ber perçebûn û zuhabûnê digre û parastina tebeqeya derve ya çerm dike. Her kes avê tevli heneyê dike û dûre rasterast li ser çermê cihê ku êş lê heye dixin, hem jî herkîna xwînê di damaran de zêde dike. Rûnê heneyê ji bo dermankirina qermîçok, bandorên pîrbûnê û ji bo kêmkirina bandorên kul û birînan bi kar tînin. Hene nebetekî bi feydeyên xwe yên tenduristî dewlemend e û jinên temenê wan mezin zêdetir feydeyên wê ji bo tenduristiyê dizanin û bi kar tînin.

Bikaranîna heneyê di civak û çanda Kurdan de

Di civaka Kurdan de hene destnîşanî xweşî û nexweşiyê jî dike û weke çandeke pîroz tê pênasekirin. Yanî mirov dikare bibêje di şahiyan de tê bikaranîn û di munasebetên şînê de jî bi kar tînin. Der barê pênaseya wê di civaka Kurd de jina bi navê Zeyneb Sofî Ebdo ji me re behsa heneyê kir. Zeyneb Sofî Ebdo jineke temenê wê mezin e li gundê Xeybî yê Qamişlo- Bakur û Rojhlatê Sûriyeyê dijî û hemû rêbazên bikaranîna heneyê dizane.

Zeyneb destpêkê behsa bikaranîna heneyê di şahiyên civaka Kurd de kir û wiha got: “Hene nirxekî me yê pîroz e û ne mumkun e jineke temenê wê mezin wekî min wê nizanibe. Ez dixwazim destpêkê behsa bikaranîna wê di şahiyan de bikim. Berê dema jin dizewicîn di roja heneyê de du jinên temenê wan mezin diçûn wê jinê hene dikirin, bi taybetî pêwîst bû temenê wan mezin be ji ber jinên temenê wan mezin qedir didin wê malbatê. Van her du jinan miqdarên pir zêde ji heneyê û heywanek jî ji bo şîva malbatê bi xwe re dibirin. Roja din hene li jinên temenê wan mezin di tevahî gund e dihat belavkirin. Jinan hemûyan hene li serê xwe didan û weke berbûlî derbasî malbata jina ku bê zewicandin dibûn û ew kêfxweşî bi malbatê re derbas dikirin. Ez bi xwe jî roja heneya min wiha bû, lixwekirina heneyê tenê ew bû ji bo xemlandina jinê. Cilûbergên jinan jî xeftanên qedîfe, hepriyê Mûsilê, kirasê şal û tirgal bû her wiha nedibû ku tu kes bê kiras û xeftan derbikeve şahiyê. Urf û adetên me wiha bûn hene nebûya ew şahî nedibû, pêwîst bû serê bûkê û destên wê bi heneyê bihatana xemilandin ji ber ku bi taybetî porê jinan di civaka me de bi qedir û qîmet e. Berê wiha şahiyên me xweş derbas dibûn kul û derdên mirovan tune bûn û jiyana me normal û dilnizm derbas dibû.”

Hene di şînan de çawa tê bikaranîn?

Zeyneb Sofî Ebdo bal kişand ser bikaranîna heneyê di nexweşiyan de û wiha domand: “Hene girêdaneke wê ya xurt bi merasîmên jiyana me re hebû, ji bilî şahiyan me di dilnexweşiyên xwe de jî bi kar dianî. Mînak dema mirovek li malek biçûya ser dilovaniya xwe û di temenê biçûk de bûya dîsa jinan hene jê re weke xeml amade dikirin jin bûya yan jî mêr bûya ferq tunebû. Ya din jî jinên temenê wan mezin dema diçûn ser dilovaniya xwe berî merasîma definkirinê serê wan dihat henekirin. Urfekî din jî heye jinên temenê wan mezin dema şînê digrin porê xwe bi salan hene nakin weke rêzdarî ji mirovên ku çûne li ser dilovaniya xwe, heya sal derbas dibin komek jin diçin serê jinên temenê wan mezin hene dikin û wê şîna malê bi dawî dikin. Jinên temenê wan mezin dema hene bi kar tînin êşa dûrketina jê dikşînin ji ber hene xwezayî ye û ji mirovên temenê wan mezin re yên nexweşiyên wan hene derman e. Ji bo wê dûrketina ji bikaranîna wê dihêle ew mirov êşa can bikşînin. Belkî niha nifşê nû ji bikaranîna heneyê dûr ketine lê her ew dimîne nîşaneya çanda me ya folkilorî û nîşaneya bedewiya jinan e.”