Bêrîvan Botan bi stranên xwe çanda Kurdî di parêze

Bêrîvan Botan a ku ji bajarê Qamişlo ye, beriya Şoreşa Rojava kar û xebatên çand û hunerê dikir, diyarkir ku tevî hemû zehmetiyên hikumeta Şamê dest ji karê çand û hunerê bernedaye û bi stranên xwe çanda Kurdî diparêze.

ZEYNEB ÎSA

Qamişlo- Beriya Şoreşa Rojavayê Kurdistanê her tişt ji bo gelê kurd qedexe bû. Tu kesî ne dikarî çand, huner yan jî zimanê xwe diyar bike. Piştî Şoreşa Rojava ku bi pêşengtiya pêş ket gelê Kurd bi serfirazî serê xwe rakirin û bûn xwedî hêz û îrdeya xwe.

Bêrîvan Botan ku ji sala 2007’an ve beriya Şoreşa Rojava kar û xebatên xwe yê çand û hunerê bi awayekî veşartî berdewam dikir,  cihê xwe di gelek koman de girtiye, paşnavê ji Koma Botan hatiye. Hunermend Bêrîvan Botan der barê  kar û xebatên xwe yên çand û hunerê de ji ajansa me re axivî.

‘Ji zaroktiyê ve eşqek min ya cûda li beramberî hunerê hebû’

Bêrîvan Botan derbarê kar û xebatên xwe yê çand û hunerê yên beriya Şoreşa Rojava de wiha got: “Paşnavê min Botan, ji koma Botan hatiye, ez weke hunermend di nav malbateke hunermend de mezin bûme. Ji zarokatiyê ve hezkirina min ji hunerê re hebû. Hertim min stran digot û birayê min ji min re li amûra tembûrê dixist. Eşqek min ya cuda ji hunerê re hebû. Hin caran dayikan lorîk digotin bala min dikşand, hertim min jî dixwest fêr bibim. Di sala 2007’an de min di koma Roj de cih girt. Tevî zehmetiyên ku me kişand û tirsa ji dewleta Şamê min bi îradeyek xurt dest bi karê hunerê kir. Piştre ji koma Roj beşdarî koma Botan bûm  û em bûn yek kom.”

‘Tevî hemû zehmetiyan me karê xwe yên hunerî berdewam kir’

Bêrîvan Botan bal kişand li ser xebatên xwe yên piştî Şoreşa Rojava û  wiha dom kir: “Min cihê xwe di koma Botan de girt. Beriya şoreşê gelek zehmetî dihatin jiyankirin. Dema ku dibû amadekariyên cejna Newrozê me beriya wê bi şeş mehan amadekarî dikir û perwerde didîtin. Gelek caran ji bilî odeyekê cihek tune bû  em perwerde li bibînin, piraniya malan ji tirsa dewletê  deriyê xwe ji me re nedivekirin. Lê bi îsar û îrade me perwerdeyên xwe didît û amadekariyên xwe dikir. Gelek caran hevalên me ji aliyê dewletê ve hatin girtin û rastî gelek eşkenceyê dihatin. Dewleta Sûriyeyê  weke gelek dewletên deshilatdar li dijî me gelê Kurd in, wan jî dixwest me tune bikin."

‘Em hene û em ê hebin’

Bêrvan Botan destnîşan kir ku her kesê bi çeka xwe şer kir, wê jî weke hunermendekê bi hunera xwe li dijî dewleta Sûriyeyê û Tirk şer kir û wiha got: “Dema ku şoreş destpêkir her kesî bi awayekî siyasî, leşkerî û civakî şer kir, em jî weke hunermend bi riya çand û hunera xwe ya resen me şer kir. Em weke qada bîrdozî, jin şerê  fikir didin meşandin, şerê ku li Rojavayê Kurdistanê tê kirin dewletên dagirker yan jî DAIŞ’ê xwestin ku herêmên me dagir bikin, lê em hene û em ê hertim hebin. Bi destkeftiyên şehîdên me û gelê Kurd bi serfirazî me Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Huner ji destê dewleta Sûriyeyê girt û karên çandê ya pir mezin hatin meşandin û her kes tevlî me bû. Em weke hunermend êan stranbêj weke itranên ku ji destpêka şoreşê tomar kirine me xwest em xizmeta Şoreşa Rojava bikin."