“Çand hebûn e divê em li hebûna xwe xwedî derkevin”

Bi armanca pêşxistina kar û xebatê Hîlala Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi dewreya perwerdeyê ya Şehîd Arjîn Amed kir.

RONÎDA HACÎ
Hesekê - Perwerde ji bo guhertina hişmendiyê û pêşxistina zanebûnê girîng e. Perwerde bîngeha avakirina kesayetek bi hêz û zana ye. Bi riya wê mirov dikare ji pêvajoya heyî re bibe bersiv. Bi armanca zindîkirina çandê Hîlala Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewreyek perwerdeyê bi navê Şehîd Arjîn Amed li Akadmiya Şehîd Bawer a taxa Mişêrfê ya bajarê Hesekê vekir. Dewreya Şehîd Arjîn bi tevlibûna 22 Endamên Hîlala Zêrîn li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 3’yê Tebaxê de dest pê kir.
“Perwerde ji kesên tiyên zanebûnê re bersiv e”
Endama Hîlala Zêrîn a Kantona Qamişlo Bera Ferec Hesen diyar kir ku hêza jinan di riya perwerdeyê de xurtir dibe û wiha pêl da axaftina xwe: “Ev cara 2’eymîn e Hîlala Zêrîn dewreyên perwerdeyê di asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de vedike. Bi rastî ev gavek pir pîroz û serkeftî ye û şanseke ku di riya wê de em dikarin xwedî li çand û dîroka xwe derkevin. Perwerde di nava jiyanê de pir girîng e, ji ber ku lêvegerek e. Dema mêjî birçî yan tî dibe pêwîstiya wî bi zanebûnê heye, ev zanebûn jî bi riya perwerdeyê tê.”
“Rêber Apo her dem balê dikşîne ser girîngiya perwerdeyê”   
Bera di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya perwerdeyê û wiha pêl da axaftina xwe: “Perwerde wekî nan û av e ji bo  mirovan, çawa ku pêdiviya me bi wan çêdibe, bi perwerdeyê jî heye . Bi taybetî wekî gelê Kurd pêwîst e em zanebûna xwe berfirehtir bikin, dîroka xwe baş nas bikin da ku şoreşa xwe bi ser bixin. Ger em dîrok û çanda xwe nas nekin em ê tu carî nikaribin bi ser bikevin. Lewma serokatî li ser perwerdeyê pir israr kiriye û her tim bengewaziya perwerdekirinê kiriye.”
“Têgihîştina rastiyê hemû êrîşan vala derxistiye”
Bera da zanîn ku di riya perwerdeyê de jiyana komînal bi pêş dikeve û got: “Jin civakê hemû temsîl dikin, ji bo wê em dibêjin jin pêşengên civakê ne. Ji bo ku em bikaribin bi awayê baş û rast pêşengiya civakê bikin pêwîstiya her jinê bi perwerdeyê heye. Bi teybetî jinên di Hîlala Zêrîn de cih digrin ji bo ku çand û nirxên pîroz biparêzin pêwîstiya wan her tim bi perwerdeyê heye. Ya balkêş ew e ku bi riya perwerdeyê mirov çandên cuda nas dike. Rast e em hemû Kurd in lê her yek ji me ji kantonekê beşdarî perwerdeyê bûye. Bi riya her yek ji me çanda herêma me tê nasîn. Dema em dîrok û çanda xwe nas nekin em ê xwe winda bikin. Dema tu dîrok û çanda xwe nas bikî mirov armanca xwe jî diyar dike. Dijmin ji bo ku bingeha civakê ji hev bixe êrîşên di warê şerê teybet de dide meşandin. Em jî di vê pêvajoya girîng de hewl didin bi riya têgihîştina rastiyê bibin bersiv.”
“Divê jin xwedî zanebûnê be, da ku bikaribe baş civaka xwe birêve bibe.”
Endama Hîlala Zêrîn a Kantona Şehbayê Zîlan Sîdo wiha behsa sîstema perwerdeyê kir: “Sîstema perwerdeyê ji bo me pir girîng e, me fêrî rêxistina demê dike. Em rojane seat di 6’an de radibin, bi hev re sporê dikin paşê em derbasî perwerdeya xwe dibin. Di perwerdeyê de em waneyên çand û exlaq, girîngiya perwerdeyê, rêbaz, rêbertî, civaka xwezayî û girîngiya perwerdeyê dibînin. Heya seat 12’an navber e. Seat 3 waneyên xwe heya seat 6’an berdewam dikin. Her wiha êvarê em li hev kom dibin û bi hev re stranan dibêjin, pirtûkan dixwînin, sînevîzyonê li ser çandê temaşe dikin.”
Zîlan axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Jin di avakirina civakbûyînê de roleke pir girîng lîstin, îro jî ji bo em bikaribin xwedî li nirxên pîroz ên şoreşê derkevin pêwîstiya her jinê bi perwerdeyê heye. Ji bo ku em civaka xwe birêve bibin û ji êrîşan biparêzin perwerde şert e. Weke jinan pêwîst e em baş xwe perwerde bikin, kesayet û jinbûyîna xwe binasin ji ber ku di nav civakê de jin her tim pêşeng in lewma divê jin xwedî zanebûnê bin da ku karibin baş civaka xwe birêve bibin.”
Dewreya Şehîd Arjîn Amed dê heyvekê bidome.