8’emîn mîhrîcana Şehîd Bêrîtan bi dawî bû

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê 8’emîn Mîhrîcana çand û hunerê ya Şehît Bêrîtan bi coş û kelacenekê di roja xwe ya dûem de bi dawî bû.

Mexmûr – Mîhrîcana çand û hunerê ya Şehît Bêrîtan ji 2005’an vir ve her du salan carek di bin pêşengiya Meclisa Îştar, Weqfa Jinên Mexmûrê û Kevana Zêrîn de tê lidarxistin, lê ji 2017’an vir ve ji ber êrîşên li ser wargehê nedihat lidarxistin. Mîhrîcana ku dê du rojan dom dike, di roja yekemîn a mîhrîcanê de wêne, berhemên çandî û xwarinên Kurdewarî hatin pêşkêşkirin. Her wiha li salona konferansê ya Mexmûrê bi xwarinên cur be cur ên Kurdewar gelên wargehê hate pêşwazîkirin. Jinan xwarinên wekî eprax, devîn, dan û mast, kutilk, biryanî, metfûnî çêkirin.

Îro mêhrîcan di roja xwe ya dawiyê de li Navenda Çand û Hunera Mexmûrê bi coşek mezin berdewam kir û li ser giringiya rojê axiftin hatin kirin û gelek peyam hatin xwendin.

Di rêze bernameya mêhrîcanê de bi rêzê ve kom Govenda zarokan, şano, hunermend Sosin derket ser dikê û gel bi stranên xwe coşand, piştre govenda dayîkan û koma Hezex derket ser dikê.

Di derbarê 8’emîn Mêhrîcana çand û hunerê ya Şehîd Bêrîtan endama koordînasyona meclîsa Îştar Gurbet Îşlek ji ajansa me re axivî.

Gurbet Îşlek di destpêka axaftina xwede 8’emîn Mêhrîcana Şehîd Bêrîtan pîroz kir û wiha got: “Bi ruhê Bêrîtanan îro li Werxelê, Zap, Avaşîn ku çawa di sala 1992’an de li beramberî îxanetê, li himberî dagirkeriyê ku nekeve destê dijmin de xwe di çiyayên azad de avêt û îxanet qebûl nekir. Îro ew ruhê ku ev 30 sale derbaz bûye, ew ruh û ew dem heta roja li Werxelê, Zap, Avaşînê di pêşengtiya gerilayên YJA Star, gerilayên Azadiyê berdewame." Gurbet Îşlek a banga xwedî derketina li têkoşînê anî ser ziman wiha got; "Divê em têkoşîna xwe bilind bikin da ku em tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo bişkênin û rêberê xwe bi fizîkî azad bikin û her wiha ev dagirkeriya ku li ser xaka Başûrê Kurdistanê berdewam dike em li beramberî wê rabin.”