3 Jinên koçber bi hunera xwe hestên koçberiyê vedibêjin

Sê jinên ku ji Efrîn û Serêkaniyê koçber bûne, li bajarê Dêrikê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dijîn, bi hunera dest û dengê xwe xeyalên xwe pêk tînin û hestên xwe yê koçberiyê vedibêjin.

ZEYNEB ÎSA

Dêrik- Ji destpêka dagirkirina Efrîn û Serêkaniyê ve, di sala 2018’an û 2019’an de gelê herêma Efrîn û Serêkaniyê koçberî herêma Cizîrê bûn. Tevî ku di zorî û zehmetiyan de dijîn jî hê li ber xwe didin û xeyalên xwe pêk tînin. Li bajarê Dêrikê yê herêma Cizîrê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, sê jinên ku koçberên Efrîn û Serêkaniyê ne der barê karê xwe yê Benga Çandiniyê de, bi hunera dest û dengê xwe xeyalên xwe yê ku nîvco mabûn pêk tînin.

Min bi îradeyê xwe îsbat kir’

Rewşen Muhemed ji bajarê Serêkaniyê ye, bi temenê xwe 24 salî ye li bajarê Dêrikê dijî, xeyalên xwe ya dengbêjiyê ya ku li bajarê Serêkaniyê nîvco mabû li Dêrikê pêk tîne û karê dengbêjiyê dike. Rewşen Muhemed wiha behsa destpêka dengbêjiya û armanca wê kir: "Ji zarokatiya xwe ve, ez ji karê hunerê hez dikim û dengbêjiyê dikim lê bi rengekî fermî ev nêzî 5 sal in min dest bi karê hunerê kiriye û dengbêjiyê dikim. Armanca min bi dengbêjiyê ew e ku ez hunera xwe biparêzim, da ku her dem nû bimîne û min dît ku dengbêjî derûniya min pir rehet dike min xwest her dem li ser dengbêjiyê kar bikim. Dema min dest bi hunerê kir ji aliyê malbata min ve gelek zehmetî hatin kişand. Ji ber ku hê jî ew zihniyeta desthilatdariye heye, ji gotinên civakê ditirsiyan. Weke jineke Kurd min xwe îsbat kir û li hemberî hemû astengiyan sekinîm, min dest bi karê xwe kir."

‘Ez ê her dem dengbêjiyê bikim û hunera Kurdî biparêzim’

Rewşen Muhemed wiha berdewam kir: "Ez hemû awayên stranên  Kurdî dibêjim ji ber ku ez Kurd im. Min stranên hunermendên Kurd ên bi nav û deng weke Eyşe Şan, Meryem Xan, Tehsîn Taha û Eyaz Yusif gotiye. Hunermendên ku ez zêde ji wan bi bandor bûm Şerîbana Kurdî û Eyşe Şan bûn heta bandora wan ez gihîştim vê astê. Li ser me jinên Kurd gelek binpêkirin hatin meşandin û her tişt ji me re şerm dihat dîtin. Ez dixwazim bibêjim ku helbestvan bi pênûsa xwe û hunermend bi dengê xwe hene. Ez jî weke dengbêjeke Kurd bi dengê xwe heme û ez ê her dem dengbêjiyê bikim heta ku hunera Kurdî biparêzim."

‘Çîrokên bajarê xwe bi riya wênexêziye vegot’

Eyşa Hemo ku ji bajarê Efrînê ye, piştî ku Efrîn ji aliyê dewleta Tirk ve hat dagirkirin, berê xwe da bajarê Dêrikê û li wir dijî. Eyşa Hemo di ber karê xwe wênexêziyê dike, behsa wêneyên xwe dike û dibêje: "Hê ez zarok bûm min wêne xêz dikir. Pir hestên xweş bi min re çêdibûn dema ku min wêne xêz dikirin. Min çîrokên bajarê xwe bi riya wênexêziye vedigot lê ewqas derfet tunebû em xwe bi pêş bixin. Piştî ku min dest bi zanîngehê kir, beşa ku min dixwend endezyariya înşaetê bû pir dûr bû ji wêneyên ku min xêz dikirin. Ji ber ku ez ji wêneyên portre hez dikim, weke xêzkirina rû yan jî tabloyên bêdeng. Armanca min ji wênexêziyê ew bû ku tişta di hundirê min de bi riya wênexêziyê derbixim."

‘Rûyê dayikên extiyar xêz kir’

Eyşa Hemo zehmetiyên xwe û hestên ku jiyane wiha vegot: "Zehmetiyên ku ez dikşînim zextên civakê, malbat, madî û ya herî bi êş tu dûrî bajarê xwe yî. Lê ez bi îsrara xwe nahêlim ku tu bandorê li min bikin, her dema ku zextek ji aliyê tiştekî li min tê kirin ez wan hestên xwe bi riya wênexêziyê derdixim û tiştên pir xweş xêz dikim. Wêneyê ku min xêz kir û ez pir pê bandor bûm di dema şerê Efrînê de bû min rûyê dayikên temenê wan mezin ê bi êş xêz kir ez pir ji wan bi bandor bûm û hestên cuda bi min re çêbûn ji ber pir çîrok digotin. Ez dixwazim di pêşerojê de odeyeke xêzkirinê ya taybet hebe, hemû wêneyên ku xêz dikim di wir de bi cih bikim û perwerdeyan ji zarokan re li dar bixim da ku wan fêrî wênexêziyê bikim. Di dawiyê de ez dixwazim çanda hunerê li vir bi pêş bikeve"

‘Karên dest ji bo min pir bi qîmet e’

Mejdûlîn Osman jî ji gundê Kefercenê yê girêdayî bajarê Efrînê ye, piştî dagirkirina Efrînê ew jî li bajarê Dêrikê bi cih dibe. Mejdûlî Osman bi karê destên xwe tabloyên xweşik ku pê malan dixemilînin çêdike. Mejdûlîn wiha behsa hunera destên xwe dike: "Ji destpêka ku em li bajarê Dêrikê bi cih bûn ve min her dem dixwest maleke min a taybet hebe da ku ez bi tabloyên xwe bixemilînim."

‘Dara zeytûnê sembola bajarê min e’

Mejdûlîn Osman behsa amûrên ku pê kar dike kir û wiha bi dawî kir: "Amûrên ku ez pê kar dikim silîkon, karton, şûşeyên vala yên cam, sinober, kîsên xêş, rengê depî û yên avî  û pelên dara zaytûnê. Piraniya tabloyên min ên xwezayî ne tabloyên min ên yekemîn in, sempola bajarê min, dara zeytûnê ne. Min dixwest her dem Efrîn di bîra me de be. Ez dixwazim di pêşerojê de tiştên pir bi watê çêbikim da ku li hemû herêmê belav bibe û di her maleke Kurd de hebe bibe sembol. Ez ji her jinê re dibêjim dema ku tu di mal de bî wextê xwe vala derbas neke tiştên baş qezenc bike û bi hunera karên destên xwe destkeftiyên mezin ava bike."