11'emîn merasîma derxistina ava gulan li Marakeşê tê lidarxistin

Li Marakeşa Mexribê bi organîzasyona Mînya ji bo parastina mîrateyê 11’emîn çalakiya derxistina ava gulan tê lidarxistin, jin dixwazin ev rêûresm nifş bi nifş berdewam bike.

HANAN HARITE

Mexrib - Li Marakeşa Mexribê her sal bi hatina biharê re gulên ku ji aliyê jinan ve weke rêûresmeke kevneşopî tên berhevkirin, ava wan tê derxistin. Di çalakiya ku îsal 11’emîn car bi organîzasyona komeleya “Minya ji bo parastina mîrateyê” dê lidarxistin de gelek jin cih digrin. Çalakî bi bişkivîna kulîlkên porteqalan re her sal di 11'ê Adarê de dest pê dike. Çalakiya ku jê re "Vazoya Marakeşê" tê gotin, di heman demê de dibe şahidê dîmenên rengîn jî. Jin dixwazin vê kevneşopiyê nifş bi nifş were berdewamkirin.

Dixwazin vê kevneşopiyê bigihîjînin nifşên pêşerojê

Malîka Abadî ku ji derxistina ava gulan li navenda komeleya “Mînya ji bo parastina mîrateyê” tê kirin, berpirsyar e wiha got: “Piştî ku di meha Adarê de kulîlkên porteqalê vedibin, hemwext li mal û koperatîfan de em dest bi derxistina ava gulan dikin. Ev pêvajo çar hefte yan jî zêdetir didome. Jinên Marakeşê dixwazin vê kevneşopiyê bigihîjînin nifşên pêşerojê”

Ava gulan çawa tê derxistin?

Malîka Abadî hûrgiliyên pêvajoya çêkirina ava gulan wiha rave dike: “Di çarçoveya çalakiyê de, di serî de gul ji nava baxçeyan tên berhevkirin. Piştî ku gul tên paqijkirin sê rojan li ser potek paqij tên hişkkirin. Piştre em dixin nava qabek ku ji sê beşan pêk tê. Ji qaba binî re dibêjin ‘tanjar.’ Hinek ava kelandî em dixin nava vî beşî, piştre ji beşa navîn re ‘kuskus’ tê gotin. Ev beşa qabê kun e. Du muslixên wê hene. Yek ji bo rijandina ava germkirî û ya din jî ji bo dagirtina ava sar tê bikaranîn. Kunên qabê buhara ku ji beşa jêrîn hildikişin ber bi gulan ve dibe û dema ku serma digihîje beşa jor hêdî hêdî vediguhere ava gulê. Pêvajoya çêkirinê ji 4 saetan zêdetir didome. Ew pêkanîn pir hişyarî dixwaze. Her kîloyeke gulê ji lîtreyekê heta lîtreyek û nîv ava gulê dide me.”

Wê bername heta 21’ê Adarê berdewam bike

Malîka Abadî diyar kir ku ev kevneşopî bi sedsalan e tê parastin û gihîştiye vê rojê û got: “Îro ev yek bala gelek pispor, akademîsyen, lêkolîner û parfumçêkeran dikşîne û wê ev çalakî heta 21’ê Adarê berdewam bike, di çarçoveya bernameyê de wê bi muzîkên Endulus, hunermend beşdar bibin û  performansa xwe nîşan bidin.”