‘Zextên li ser parêzeran zêde dibin, lê hevgirtina civakê hêviyê dide’
Parêzer Tanaz Kolahçiyan tekez kir ku reformên rast bi nirxandina qanûnan dest pê dikin û diyar kir ku daxwazên berdewam û hevgirtina parêzer, parêzvanên mafên mirovan, malbatên girtiyan ji bo guherînê girîng e.
ŞEHLA MUHAMMEDÎ
Navenda Nûçeyan – Girtina girtiyên siyasî û mahkûmkirina wan, cezayên giran ên digrin, zexta zêde ya li ser parêzer û parêzvanên mafên girtiyan, xwepêşandanên berdewam ên li girtîgehan û bêdengiya civaka navneteweyî li hember tiştên ku li girtîgehên Îranê diqewimin didomin. Têkildarî mijarê me bi parêzer û hiqûqnas Tanaza Kolahçiyan re hevpeyvîn kir.
Li gorî we çima zext li ser parêzerên ku doza girtiyên siyasî û mafên mirovan diparêzin ewqas zêde bûye? Tu vê meylê çawa dinirxînî û li Îranê bandorên wê li ser mafê parastinê û serxwebûna pîşeya hiqûqî çi ne?
Zextên li ser parêzeran ne mijareke nû ye. Ji salên destpêkê û piştî damezrandina Komara Îslamî ve, Komeleya Parêzeran bi sînorkirinên weke tayînkirina mufetîşan, betalkirina lîsansan û ji kar dûrxistina parêzerên serbixwe re rû bi rû ma û ev zext her çû zêdetir bûn.
Di salên dawî de, bi zêdebûna dozên siyasî û ewlehiyê re, rola parêzerên serbixwe ji her demê girîngtir bûye. Her çendî pergala dadwerî ya Îranê, bi taybetî di van dozan de, xwedî serxwebûna pêwîst be jî parêzer parastina mafên bersûcan dikin. Ji ber vê, parêzerên mafên mirovan hewl dan binpêkirinên mafên muwekîlên xwe, ji parastina hiqûqî bigre heta mafê darizandineke adîl û bêparkirina ji mafê gihîştina parêzer û xizmetên tenduristiyê, belge bikin û raya giştî, saziyên navneteweyî ji van binpêkirinan agahdar bikin.
Ev xebat rastî bertekên tund ên dezgehên ewlehiyê hatin û doz li gelek parêzeran hatin vekirin, bi tohmetên ewlehiyê re rû bi rû man, hatin girtin, lîsansên wan hatin sekinandin, an jî xebatên parêzeriyê hatin qedexekirin. Lê belê gelek ji wan diyar dikin ku pabendbûna xwe ya pîşeyî ji bo parastina mafên bersûcan û ragihandina binpêkirinên wan mafan didomînin.
Her ku zext li ser parêzeran zêde dibe, zext li ser girtiyên siyasî jî zêde dibe; ew kesên ku gihîştina wan bi parêzerên serbixwe re sînordar e, xwe ji her demê bêhtir bêparastin dibînin. Di raporên dawî de tê gotin ku gardiyanên taybet ketine beşa jinan a Girtîgeha Evînê û gefên lezandina cezakirin an jî darvekirina hinek girtiyên jin xwarine.
Hûn weke parêzer van bûyeran çawa dinirxînin? Ketina gardiyanên taybet a beşa jinan û gefên li girtiyan tên xwarin, di warê hiqûqî de tê çi wateyê? Di bingehê de çima beriya pêvajoya darizandinê bi dawî bibe yan jî rewşa dosyayê bi dawî bibe, ev gef li girtiyan tên xwarin û bandora van kiryaran li ser mafê parastinê û ewlehiya derûniya wan wê çi be?
Rewşa girtiyên siyasî, bi taybetî jinan, ji ya girtiyên din cuda ye. Li Tehranê, beşa jinan a Girtîgeha Evînê ne fermî cihê ku girtiyên siyasî û ewlehiyê lê tên girtin e, lê Girtîgeha Qerçekê bi giranî ji bo girtiyên ku bi sûcên giştî hatine mehkûmkirin hatiye veqetandin.
Di hefteyên dawî de, nûçeyek der barê hejmarek girtiyên ku bi sûcên giştî hatine mehkûmkirin, sewqê beşa jinan a Girtîgeha Evînê hatine kirin derket holê; ev yek ji aliyê girtiyên jin ve rastî nerazîbûnan hat. Nerazîbûnên wan ne li dijî hebûna van girtiyan e, li dijî derfetên nebaş û kapasîteya sînorkirî ya beşê bûn. Li gorî wan, di rewşek de ku derfetên bingehîn ji bo dabînkirina pêdiviyên nifûsa heyî têrê nakin, zêdebûna hejmara girtiyan şert û mercên jiyanê hîn xirabtir dike.
Girtiyên jin di destpêkê de daxwazên xwe bi riya nameyan û şopandina îdarî anîn ziman lê tu bersiv negirtin û di dawiyê de serî li xwepêşandanên aştiyane dan. Lê belê rayedarên girtîgehê bi nêzîkatiyek ewlehî-navendî bersiva van xwepêşandanan dan.
Fikareke din a ku hatiye ziman hebûna zarokan ku li gorî qanûnê, dikarin heta temenekî diyarkirî bi dayîkên xwe re di girtîgehê de bimînin. Girtiyên jin di name û daxuyaniyên xwe de gelek caran diyar kirine ku ji bo van zarokan derfetên ku têr bikin nîn in.
Her wiha der barê cezayê darvekirinê di nav de dayîna ceza yan jî bilezkirina înfazan de gef li girtiyên jin xwarine nûçe hatine weşandin. Li gorî min, ev gef ji amûreke qanûnî bêhtir rêbazeke ji bo zexta psîkolojîk e. Karê rayedarên girtîgehê ew e ku şert û mercan birêve bibin û daxwazên girtiyan bi cih bînin, ne ku rageşî û fikaran zêde bikin. Ez hêvî dikim ku ev gef qet pêk neyên û doz di çarçoveya qanûnî de werin çareserkirin.
Ji bilî nerazîbûnên girtiyên jin li dijî şert û mercên girtina wan, kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinan re’ li gelek girtîgehan berdewam dike û hinek girtiyên siyasî jî bi nerazîbûna li dijî pêvajoya darizandinê yan redkirina naskirina dadgehê nerazîbûnên xwe nîşan didin. Di heman demê de, piştgirî ji derveyî girtîgehan derketiye holê, komên welatiyan ku di nav de kesên teqawîdbûyî jî hene, bi dirûşma ‘Na ji Darvekirinan re’ piştgiriyê didin girtiyên siyasî.
Li gorî we, girîngiya vê lihevhatina di navbera girtiyan û civakê de çi ye û heta kîjan astê dikare di gihandina dengê girtiyan û pêşxistina daxwazên wan ên mafên mirovan de bi bandor be?
Bêguman, dema ku dengê nerazîbûnê ji hundirê girtîgehê tê bihîstin, bandora wê ji çalakiyên ku tenê li derveyî Îranê tên lidarxistin pir mezintir e. Bêguman, ev nayê wê wateyê ku hewldanên çalakvan û rêxistinên mafên mirovan ên li derveyî welat werin paşguhkirin; bi salan e, ew bi riya kampanya û hewldanên cihêreng ên hişyarkirinê mijara darvekirinan li Îranê di asta navneteweyî de tînin rojevê.
Lê belê, dema ku girtî bi xwe bi xetera darvekirinê û zextên ewlehiyê re rû bi rû dimînin û tevî îhtîmala redkirina serdan, destûr, an lênêrîna tenduristiyê jî berzkirina dirûşma ‘Na ji cezayê darvekirinê re’ didomînin, ev xwepêşandan wateyek kûrtir digre û biryardariya wan a ji bo parastina mafê jiyanê nîşan dide.
Di heman demê de, piştgiriya ji komên civakî yên li Îranê ku di nav wan de teqawidbûyî û sendîkayên din hene, nîşan dide ku dijberiya li hemberî cezayê darvekirinê bûye daxwazeke giştî ne tenê çalakvanên mafên mirovan hemû beşên civakê vê daxwazê dikin.
Girîngiya vê daxwazê eşkere ye; ji ber ku ger di her qonaxa darizandinê de xeletiyek çêbibe, piştî ku cezayê darvekirinê hat bicîhanîn, îhtîmala tezmînatê tune ye. Ji ber vê, dijberiya cezayê darvekirinê ne tenê dijberiya cezayek e, di heman demê de parastina mafê jiyanê ye û hewl dide qanûnên ku destûrê didin cezayên wiha reform bike.
Bi salan e, kampanyayên mafên mirovan, malbatên girtiyan û çalakvanên civaka sivîl hewl didin dengê girtiyên siyasî û dijberiya li dijî darvekirinan bigihîjînin civaka navneteweyî. Lê gelek kes bawer dikin ku ev hewldan hê negihîştine tedbîrên pratîkî ji bo rawestandina darvekirinan û kêmkirina zexta li ser girtiyan. Weke din, mijara mafên mirovan di danûstandinên dawî yên di navbera Komara Îslamî û welatên cûrbecûr de ne xaleke berbiçav bûye.
Li gorî we, çima mafên mirovan di van têkiliyan de tên paşguhkirin û ji bo dengê girtiyên siyasî û daxwazên gelê Îranê bi awayekî bibandortir bigihîjînin civaka navneteweyî çi çareserî dikarin werin pêşniyarkirin?
Ez bawer dikim ku çalakvanên mafên mirovan, kampanya û rêxistinên li derveyî Îranê dengê girtiyan û raya giştî ya li welat nîşan didin. Bi salan e, wan bi nivîsandina nameyan, organîzekirina kampanyayan û dayîna agahiyan hewl dan hişyariya navneteweyî li ser darvekirin û binpêkirinên mafên mirovan li Îranê bilind bikin. Ji ber vê, nayê gotin ku ev hewldan bêencam bûne; beşek girîng a hişyariya cîhanî li ser rewşa li Îranê encama van çalakiyan e.
Lê belê ji bo ku doz bi bandortir bin, belgekirina yasayî ya dozan pir girîng e. Komara Îslamî di bersivên xwe yên ji bo rêxistinên navneteweyî de gelek caran îdia dike ku ceza li ser bingeha qanûna navxweyî ne. Berevajî vê divê were nîşandan ku di gelek rewşan de qanûn îhtîmala cezayên siviktir an jî bikaranîna şert û mercên sivikker peyda dike lê dadgeh bêyî hincetek têr cezayê herî dijwar hildibijêre. Li gorî min, argumanên qanûnî yên wiha, diyarkirina dayîna ceza zêdetir dike û dikarin Komara Îslamî li ber rêxistinên navneteweyî bixin ber lêpirsinê û daxwaza mafên mirovan bidin belgekirin û bi bandortir bikin.
Rexnegir dibêjin ne tenê awayê sepandina qanûnê, di heman demê de qanûnên ku bingeha sepandina cezayên giran ên mîna cezayê darvekirinê pêk tînin jî bi mafên mirovan û prensîbên darizandineke dadwer re bi nakok in. Hûn difikirin ku rêxistinên mafên mirovan divê tenê li ser şopandina dozên takekesî û daxwaza ravekirinan ji Komara Îslamî bisekinin an jî divê ew reform û betalkirina van qanûnan weke daxwazek bingehîn jî bihesibînin?
Reforma rast bi nirxandina qanûnan bi xwe pêk tê; qanûnên ku îro cezayê darvekirinê di nav de bingeha gelek cezayan pêk tînin. Lê ev li Îranê bi du astengiyên cidî re rû bi rû ye.
Ya yekem, karê Komîteya Hiqûq û Edaletê ya Parlamentoyê ku di nirxandina pergala qanûndanîn û qanûnên cezayî de roleke girîng dilîze lê bi raya min, ji bo reformên bingehîn kapasîteya pêwîst tune ye. Ya duyemîn, beşdariya bi bandor a saziyên hiqûqî yên serbixwe di pêvajoya reşnivîsandinê de tune ye. Di pratîkê de, ji perspektîfa parêzer û pîşeyê hiqûqî ve, ew weke ku divê were bikaranîn nayê bikaranîn û serxwebûna baroyan bi destwerdana di pêvajoya hilbijartinê û mudaxeleyê lêpirsîn dike.
Lê belê ezmûnan nîşan daye ku daxwazên berdewam dikarin bibin sedema guhertinê. Mînakek ji wan xwepêşandanên berfireh ên li dijî guhertina madeya 48’an a Qanûna Prosedûra Ceza ye ku azadiya hilbijartina parêzerek di dozên ewlehiyê de sînordar dikir û di dawiyê de çawa guhertina vê madeyê bû pirsgirêkek cidî.
Ji ber vê, der barê cezayê darvekirinê de, ez bawer dikim ku ger parêzer, çalakvanên mafên mirovan, malbatên girtiyan û civaka sivîl hevgirtinê bidomînin û bi îsrar daxwaza rakirin an sînordarkirina cezayê darvekirinê bikin, dikarin çêkerên qanûnan neçar bikin ku qanûnan ji nû ve binirxînin û biguherînin.