Li hember perçebûna erdnîgarî bîra kolektîf a Kurdan
Sînorê di navbera Nisêbîn û Qamîşloyê de her çend erdnîgarî û malbatan ji hev veqetîne jî, nikare ziman, çand û bîra hevpar jê bibe. Li hember xêzên li ser nexşeyan, jiyana rojane û dîroka yekbûyî berdewam dike.
EKÎN STÊRK
Mêrdîn – Belkî rastiya parçebûyî ya erdnîgariya Kurdan li ser sînorê Nisêbîn û Qamîşloyê bi awayekî herî tûj tê hîskirin, nexşe û sînor diguherin. Lê di bîra mirovan de yekîtiya erdnîgarî û çandê berdewam dike.
Sînorê di navbera navçeya Nisebînê ya Mêrdînê û Qamîşloyê de ne tenê xêzek e ku du bajaran ji hev vediqetîne. Ew di heman demê de rastiyek berbiçav e ku nîşan dide ka erdnîgariya ku Kurd lê dijîn çawa parçe bûye. Ji bo mirovên li her du aliyên sînor, perava din ne cihekî biyanî ye, her wiha berdewamiya jiyanek naskirî ye.
Deng û bîranîn ne hewceyî pasaportê ne
Dengên Kurdî ên li kolanekê tê bihîstin, bi dengê kolana din re tevlihev dibin. Zêmarekê ku dayîkek dibêje nayê zanîn ka ji kîjan aliyê ve tê gotin. Gotinên stranên gelêrî hewceyî pasaportê nînin. Di bîranînên mirovan de, gund, malbat, xizm û rabirdû ji sînorên xêzkirî derbas dibin.
Ji ber vê yekê, nihêrtina li Qamîşloyê ne tenê tê wateya nihêrtina li bajarê li aliyê din ê kolanê. Ev tê wateya nihêrtina li dîrokeke perçebûyî, erdnîgariyeke parçebûyî û dîsa jî nasnameyeke hevpar ku tê parastin.
Li hember hêza fîzîkî hêza bîra kolektîf
Ev perçebûna ku pirsgirêkek bingehîn a di hişmendiya siyasî ya Kurdan de ye, di jiyana rojane de jî xuya dike. Sînor mirovan ji hev vediqetînin, lê ew nikarin ziman, çand û bîra hevpar jê bibin. Tam di vê nuqteyê de ye ku hêza fîzîkî ya sînor, tevlî berdewamiya bîra kolektîf dibe.
Belkî aliyê herî berbiçav ê dîmenê ku ji Nisêbînê heta Qamîşloyê dirêj dibe ev e: xetek heye, lê jiyan li her du aliyên wê xetê, ji hev nayên veqetandin, berdewam dike. Ji ber ku hin sînor li ser nexşeyan hene, ne di bîranînên mirovan de.
Li pişt sînor beşek ji dîrokê
Dema ku mirov li Qamîşloyê dinhêre, mirov tenê tiştê ku li pişt sînor e nabîne, her wiha beşek ji dîroka xwe jî dibîne. Û ew dîmen bi bêdengî yekîtiya erdnîgariyekê tîne bîra me ku bi salan e perçe bûye.