Bihar Ewrîn: Serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ guhertinên girîng di warê civakî û çandî de çêkir

Endama Akademiya Jineolojiyê Bihar Ewrîn diyar kir ku serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî nebûye û got: “Pêvajoyeke berdewam e, pêşeroja wê bi berxwedan, rêxistinkirina jinan û hevgirtina di navbera tevgerên civakî ve girêdayî ye.”

ŞEHLA MUHAMMEDÎ

Navenda Nûçeyan- Li Îranê çar sal di ser serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ ku piştî kuştina Jîna Emînî ji aliyê hikûmetê ve hat destpêkirin de derbas bû. Ev tevger bi lez ji protestoyeke li dijî tundiya li ser jinan veguherî yek ji girîngtirîn tevgerên civakî û siyasî yên Îranê. Bêguman, hinek çalakvan û tevgerên siyasî tercîh dikin ku li şûna ‘salvegera çaremîn’ peyva ‘sala çaremîn a şoreşê’ bi kar bînin û dibêjin ku pêvajo berdewam dike, xwepêşandan û berxwedana jinan bi awayên cûrbecûr ranewestiyaye.

Di nava van çar salan de, jin bûn yek ji hêzên sereke û vê berxwedanê di gelek qadan de didomînin. Di heman demê de, zextên ewlehiyê, sînordarkirinên yasayî û polîtîkayên cudakariya li ser bingeha zayendî didome û ev jî li Îranê rewşa jinan tevlihev û bi aloz dike. Heta pêşketin û krîzên siyasî û leşkerî yên sala borî jî nikaribûne van zextên pergalî ji holê rakin.

Endama Akademiya Jineolojiyê Bihar Ewrîn der barê li Îranê piştî çar salên serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ rewşa jinan, çawa vê tevgerê nêrînên jinan li ser maf, beden, hilbijartin û rolên wan ên civakî guherand, rewşa niha ya rêxistinkirina jinan û kîjan daxwaz bêbersiv mane, bersiva pirsên me da.

*Ger li şûna nirxandina çar salên dawî, em ji rewşa niha ya civaka Îranê dest pê bikin, serhildana ‘Jin Jiyana Azadî’ di nêrînên jinan de li ser maf, beden, hilbijartin û rolên wan ên civakî çi guhertinan çêkir? Berovajî vê, kîjan aliyên daxwazên jinan bêbersiv mane?

Ger em piştî çar salên serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ pêşketinên li Îranê çêbûne li ber çavan bigrin, ez bawer dikim ku girîng e ji bo pêşerojê vîzyonek hebe. Tevgerê bi awayek rasttir, şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ guhertinên girîng ên civakî û çandî çêkiriye. Yek ji van a herî girîng girîngîdayîna jinan a li ser kirdebûn, xweserî û mafên wan ên li ser bedena wan e. Jinên Îranî piranî çarçoveyên ku hikûmetê ji bo astengkirina daxwazên wan afirandine derbas kirine û heta sînorê di navbera qadên taybet û giştî de jî lêpirsîn kirine. Di van salan de gelek qalibên zayendî jî hatine şikandin û ev pêşketin dikare wekî awayekî şoreşa derûnî û çandî bê hesibandin. Çandeke ku ji modelên fermî yên hikûmet dixwaze dûr dikeve.

Li gel vê, pergalên yasayî û sazûmanî hê jî berdewam dikin; ji newekheviyên mîras, welayet û wesayeta zarokan bigre heta nebûna krîmînalîzekirina berfireh a tundiya li dijî jinan. Zêdebûna kuştina jinan jî nîşan dide ku tundiya li dijî jinan nikare tenê weke pirsgirêkek takekesî yan malbatî bê hesibandin. Ev tundî bi pergala mêrsalar, yasayî û nebûna parastinên bi bandor ên dewletê ve girêdayî ye.

Ji ber vê, ji bilî guhertinên çandî û civakî divê em li ser guhertinên yasayî û pergalî jî bisekinin. Berdewamiya rêxistinkirina jinan, xurtkirina torên civakî û afirandina bernameyên taybet ji bo parêzvaniya mafên jinan, dikare bibe alîkar ku guhertinên derûnî û çandî yên hatine çêkirin, veguherînin guhertinên yasayî û civakî yên domdar.

Wekî ku we behs kir, di salên dawî de ji bilî kuştina jinan û zordariya li ser wan, jinan di girtîgeh, zanîngeh û qadên din ên civakî de şêwazên nû yên berxwedanê bi pêş xistine.

*Li gorî we, ev şêweyên nû yên berxwedanê bi kîjan aliyên xwe ji xwepêşandanên tevgera ‘Jin Jiyan Azadî’ ku bi taybetî piştî kuştina Jîna Emînî ji aliyê hikûmetê ve derket holê cuda ye? Jin di avakirin û berdewamiya van berxwedanan de çi rol dilîzin û çawa dikarin vê veguherînin hêzeke domdartir û rêxistinkirîtir?

Yek ji hêzên şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ ew bû ku dikaribû berxwedanê veguherîne herikbariyê belav bike û torek ava bike. Îro, ev berxwedan ji cihê kar û zanîngehê heta kolanan, kafe heta şêwazên jiyanê û terzê cilên jinan dirêj dibe. Ji ber vê yekê, berxwedan êdî bi komek an cihekî taybet ve sînordar nîn e û ketiye jiyana rojane.

Ev berfirehî û pirrengî, ji reqs û muzîkê bigre heta performans û çalakiyên civakî û çandî, ji bo hikûmetê tepeserkirina berxwedanê dijwartir kir. Bêguman, zext berdewam dike lê şêweyê berxwedanê jî li gorî şert û mercan guheriye û belavî qadên biçûk û rojane bûye.

Di heman demê de, girtîgeh jî bûye qadeke girîng a berxwedanê. Bi taybetî girtiyên siyasî yên jin bi dayîna daxuyaniyan, parastina mafên jinan, karker û mamosteyan û gihandina peyamên xwe ji cîhana derve re, roleke girîngtir girtine ser xwe. Ew dikarin di afirandina çanda berxwedanê û domandina ragihandina di navbera girtîgeh û cîhana derve de rol bilîzin.

*Bi zêdebûna cezayên darvekirinê û zextan, vê yekê bandoreke çawa li tevgera jinan û kapasîteya wan a rêxistin û berxwedanê kiriye? Gelo jin dikaribûne ji bo bersiva van şertan ji bo domandina têkoşînê riyên nû bibînin?

Hikûmeta Îranê ji bo avakirina tirsê û zêdekirina maliyeta aktivîzmê her dem zext û tundiyê li ser jinan kiriye. Ev rêbaz beriya ‘Jin Jiyan Azadî’ jî hebû lê di pratîkê de, her ku zext û tundî zêde bûye, çanda berxwedanê jî zêde bû. Dibe ku ev berxwedan bi awayên cuda hatibe kirin lê nayê wateya paşvekişandinê.

Îro, jin ji her demê bêhtir berê xwe didin torên herêmî, hevgirtina takekesî û şêweyên hevkariyê yên ne navendî. Ev tor jinan bi karker, mamoste, teqawîdbûyî û xwendekaran re tînin ba hev û ger bên birêxistinkirin û bihêzkirin, dikarin li dijî pergala desthilatdariyê bibin hêzeke girîng.

Bi dîtina min, yek ji taybetmendiyên şoreşên civakî ne tenê guhertina pergala desthilatdariyê ye, di heman demê de afirandina alternatîf û têkiliyên nû ye jî. Ger ji vê perspektîfê bê mêzekirin, torên hevgirtinê û ezmûnên rêxistinî yên nû dikarin bibin beşek ji pêvajoya avakirina van alternatîfan. Ji ber vê, zextên berdewam nikaribûne berxwedanê rawestînin û ji bo hikûmetê tepeserkirina belavbûn û herikbariya berxwedanê dijwartir kiriye.

*Dema ku hûn xalên li ser xwezaya civakî,  tora vê tevgerê û şêweyên guherbar ên berxwedana jinan tînin ziman, hûn pêşeroja ‘Jin Jiyan Azadî’ li Îranê çawa dibînin? Bi şert û mercên siyasî û civakî yên heyî û zextên berdewam, ji bo domandin û pêşveçûna vê tevgerê bendewariyên we çi ne?

Bi nêrîna min, ‘Jin Jiyan Azadî’ tevgereke dîrokî û domdar e her diçe pergalên otorîter û kevneşopî dixe lêpirsînê. Ji ber vê, pêşeroja vê tevgerê divê bi hêviya serkeftineke tavilê neyê kurtkirin; berovajî vê divê berdewamiya têkoşînê û berfirehkirina rêxistina civakî roleke diyarker bilîze.

Îro, ‘Jin Jiyan Azadî’ û şoreş li Îranê, ji bo gelek tevgerên rizgariyê, bûne xala destpêkê. Ji bo berdewamiya vî riyê, rêxistinkirina jinan a serbixwe û domdar divê bi tevgerên mamoste, xwendekar, karker, jîngehparêz û daxwazên din ên sivîl ve bê girêdan. Xurtkirina rêxistin, komîte û torên hevgirtinê dikare bibe alîkar ku alternatîfên civakî û wêneyê civaka pêşerojê ya Îranê şekil bigre.

Xebatên takekesî bi tena serê xwe li dijî asta zextê têr nakin û paşeroja vê şoreşê bi giranî bi hevgirtin, hişyarî û yekîtiya tevgerên cûrbecûr ve girêdayî ye. Ger civak bikaribe berxwedanê bi karanîna ezmûn û kapasîteyên ku bi ‘Jin Jiyan Azadî’ de ava bûn berfireh bike, têkoşîna ji bo avakirina Îrana azad û demokratîk dê berdewam bike.