“Hewceye hemû civaka Tirkiyê li hemberî vê êrîşê rabe”

Rêvebera KNK’ê Leyla Birlik têkildarî êrîşa li beramberî avahiya HDP’ê ya Îzmirê pêkhatî got: “Serokomarê Tirkiye li Rize yê gef li HDP’ê xwaribû û gotibû ev rojên wan yên xweşin ew gef peyama vê komkojiyê bû. Wê demê mirov dizane yê ku pêşî li vê komkojiyê vekirî û kirî kiye.”

Navenda Nuçeyan - Di êrişa li hemberî avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a bajarê Îzmîrê de xebatkara HDP’ê Denîz Poyraz ji aliyê Onur Gencer ve hat qetilkirin. Bertek û nerazîbûnên li hemberî qetilkirina Denîzê her diçe mezin dibe. Rêvebera Kongra Netewî ya Kurdistanê (KNK) Leyla Birlik di derbarê êrîşê de ji ajansa me re axivî.
“Ev dewlet bûye dewleta mafya û çeteyan”
Leyla Birlîk diyar kir ku ji ber ev dewlete bi mafya û çeteyan tê bi rêvebirin ji sala 2015’an heta niha di her firsandî de êrîşî HDP’ê dike û got: “Di destpêkê de ez vê qelîamê şermezar dikim, serê malbatê û serê gelê Kurd sax be. Ev êrîş ne êrîşek ji rêzê û bê hemd hatiye kirin, ev komkojî bi pilane û berpirsyarê wê jî diyare berpirs dewleta Tirk û ixtidara AKP/MHP ye. Ev êrîşa hatiye kirin di şexsê Denîzê de peyamek ji bo hemû Kurdan e. Çima di demek wisan de ev tîşt çêbû? AKP ji 2015’an heta niha dem dem komkojiyan li bermaberî Kurda pêktîne. Kengê AKP di xetime dizane wê ixtidara xwe ji dest bide komkojiyan pêktîne, komkojiya Suruç û Enqerê nişaneyên wê ne. Ji sala 2015’an heta niha êrîşên li ser HDP’ê çêdikin diyare. Hertim dewleta Tirk gefan li HDP’ê dixwe, çi ji destê wan tê dikin  digirin, îşkence li wan dikin bi vî awayî bi hêcetan doza Kobanê û girtina HDP’ê  tê wê wateyê ku ev ixtidar nikare bi siyaseta xwe Tirkiye bi rêve bibe. Di hemû aliyên siyasî, civakî, aborî de ev ixtidar fetisiye ne tenê di welatê xwe de bi têkiliyên xwe yên bi welatên derve yên weke Evrupa û dewletên dinê re jî bi siyaseta xwe fetisiye.” 
“Ev êrîşek nemerdaneye”
Leyla Birlik bal kişand li ser gefên Serokomarê dewleta Tirk Erdoxan ên li ser HDP’ê û wiha dom kir: “Îxtidara AKP’ê bi şirikê xwe yê biçûk MHP’ê re hemû cîhan jî dibine ka evane çawan vê dewletê bi çeteyan û mafya bi rêve dibe. Ev dewlet bûye dewleta mafya û çeteyan, ji ber vê yekê ev êrîş bi vi rengiye, armanca wan tunekirina hemû nirx û destkeftiyên hemû Kurdane. Bi vê êrîşê gefê li hemû Kurdan dike. Ev êrîş êrîşek nemerdaneye. Gelê Kurd vê qebûl nake û tu caran dest ji têkoşîna xwe bernade. Hemû kesên demokrat û sosyalist divê li himberî vê êrîş û komkojiyê bi sekinin û pîştgiriya HDP’ê bikin. Dê gelê me bersîva vê êrîşê bide. Divê hemû kes pîştgiriya Kurdan bike û li himberî vê rabe ser piyan. Serokomarê Tirkiye li Rize yê gef li HDP’ê xwaribû û gotibû ev rojên wan yên xweşin ew gef peyama vê komkojiyê bû. Wê demê mirov dizane yê ku pêşî li vê komkojiyê vekirî û kirî kiye. Divê mirov li gora wê tevbigere û divê hemû kes li himberî vê komkojiyê bi sekine.”
Leyla Birlîk bang li hemû kesan kirin ku li dijî vê komkojiyê bibin xwedî helwest û got: “Hemû kesên li Tirkiye dijîn, ev ne meseleya Kurdan tenê ye ev meseleya civaka Tirkiyê hemû ye. Me di sala 2015’an de jî dît dema ku li Cizirê komkojî pêkanî vê îxtidarê li Tirkiyê şerê bajaran ji pêkanî hemû aliyên qanunî û civakê ji holê rakirin. Ger îro gelê Tirkiye li dijî vê êrîşê bêdeng bimîne wê sibe ev êrîş li hemû bajarên Tirkiyê ji berdewam bike. Ji bo vê yekê hewceye hemû civaka Tirkiye li himberî vê yekê bi sekine. Me bi çavê xwe dit çawa ku êrîşî bajarên Kurdan dikin dema ku civak bêdeng dimîne ev êrîş hêdî hêdî hemû civaka Tirk dixe bin bandora xwe. Dewleta Tirk hemû mafên mirovahiyê binpê dike ji ber wê divê hemû civaka Tirkiye li himberî vê êrîşê bi sekine û peyama xwe diyar bikin. Di demek kin de ev ixtidar wê hilweşe.”