Portreya Rojê: Kim Phuc

Dinya wê di nav çarçoveya wêneyê Nick Ut ya sala 1972' an de dinase. Ew wêne xelata Pulitzerê girtiye. Di şerê Vietnamê de tazî û laşê wê hemu şewitîbû, ji ber êşa canê xwe qêr dikir û di got: "pir germ e !" Dema dibezî çermê lingên wê  di her du aliyan de dihejiya.
Di sala 1982’an de rojnamevanek Holandî biryar dide vê keça ku di nava êşê de bibîne û dawiyê xwe gihandê. Dema ku rojnamevan keça ku di temenê biçuk de buye sembola şer dît 34 salî, zewicî zarokek wê hebû.
Kim Phuc, di sala 1996'an de li washington ê di merasîma ji bo biranina şerê Vietnamê de axivî û dersa mirovahiyê da hemû cîhanê û got: “Ger ez rastî ew pilotê ku bombe barandî bêm, ezê jêra bêjim ku em nikarin tişên borî biguherin...  Lê îro, sibe û heya dawî tişta ku ji bo aşîtiyê ji destê me bê em dikarin bikin!"
Dema axaftina Kim dawîbû rupelek xistin destê wê, di rupelê de "Kim Phuc, ew mêr ezîm!" hatibû nivîsandin. Piştre li ew zilamê ku hatî dest nîşankirin meyze kir. Li beramberî wê John Plummerê pilotê wê balafira ku di 8 Hazirana sala 1972'an de li Vietnamê bombaya Napalm barandî sekinî bu. Kim Phuc dema ew mêr dît destê xwe vekir û bi hestên xwe yên herî ji dil bezî Plummer hembêz kir. Gotê li dijî şer gelek tişt hene em bi hevre bikin. Kim Phuc di desteya rêveberiyê wexfa ku li ser navê wê hatiye avakirin de cih digre û li ser mijara ji şer ra na civînan çêdike.