Talîbanê çûyina jinan ya Zanîngehê qedexe kir

Rêveberê nû yê Zanîngeha Kabîlê ragihand ku çûyîna jinan ya zanîngehê hatiye qedexekirin, ev yek ji mamosta û xwendevanên jin re derbazdare. Ev jî di çarçoveya sînorên tund yên ku Talîban li ser jinan ferz kirî de ye.

Navenda Nûçeyan- Her roja ku diçe li Kabilê mafê jinan tên binpê kirin. Niha jî ji jinan re çuyîna zanîngehê hat qede kirin. Rêvebrê nû yê Zanîngeha Kabîlê Mohammed Ashraf Ghairat, di karê xwe yê yekem de piştî ji hêla Talîban ve hate tayîn kirin, li ser Twittera xwe got: “Ez gotinên xwe wekî şêwirmendê Zanîngeha Kabîlê didim we. Heta ku jin baş îslama rastîn fêr nebe wê nekaribe derbasî zanîngehê bibin an jî kar bikin.” 
Li ser twîta rêvebirê zanîngehê ku dibistanan wekî navendên fuhûşê binav dike mamostayekê got: “Rêveber, mamoste, endezyar û heta mela jî li dibistanê tên perwerde kirin û di civakê de yên herî jêhatî ne. Zanîngeha Kabul mala neteweya Afganistanê ye.” 
Di heman çarçoveyê de berdevkê berê yê Wezareta Xwendina Bilind Hamid El-Ubeydî jî got: “Hêvî tune, tevahiya pergala xwendina bilind têk diçe, her tişt wêran dibe.”
Bi deh hezaran xwendekarên zanîngehan yên giştî li malê ne, ji ber zanîngehên wan girtî ne ji tirsa ku rêziknameyên tundtir ji hêla Talîban ve wê werin derxistin profesor û hîndekar ji welêt reviyan.