Li Başûrê Kurdistanê di nava dû mehan de 2 hezar û 500 jin rastî tundiyê hatine

Li gora daneyên rêveberiya pêşîlêgirtinên tunditujiya li dijî jinê û malbatan belav kirî di nava dû mehên derbaz bûyî de li Başûrê Kurdistanê dû hezar û 520 jin rastî tundîtujiyê hatine. Cihê herî zêde tundîtujî li beramberî jinan hatî kirin jî bajarê Hewlêrê ye.

Navenda Nuçeyan– Li Herêma Başûrê Kurdistanê her diçe kuştin, destdirêjî û şideta ser jinan zêde dibe. Di serî de êrîşên dagirkeriya Tirkiyê ser herêmê, bi dagirkeriyê ve girêdayî qirêjiyên weke sîxuriyê di aliyê civakî de pêşxistin û qeyîrana aborî jî di navê de gelek sedemên vê êrîşa li ser jinan tê meşandin hene. Rêveberiya giştî ya pêşîlêgirtina tunditujiya beramberî jinê û malbatan daneyên herî dawî yên meha Tebaxê hezar û 626 buyerên tunditujiyê hatine tomarkirin. Weke pêvajoyên derbasbûyî di mehên tîrmeh û tebaxê de jî bajarê Hewlêrê cihê herî zêde jin lê şidetê dibînin hat dîtin. 
Di tîrmeh û tebaxê de herî zêde li Hewlêr şideta ser jinê zêdebûye
Di meha Tîrmehê de 894 buyerên tundîtujiyê hatine tomarkirin, yek kuştin, 5 xwekuştin, 3 şewitin, 14 destdirêjiya zayendî û 871 giliyên tunditujiyê hatine tomar kirin. Piraniya buyerên tunditujiyê di meha Tîrmehê de li bajarê Hewlêrê pêkhatî 295 buyerên tunditujiyê bûn. li Dihok 250, li Silêmanî 212,li Germiyan 83, li Raperîn 25 û li Soran 28 bûyerên tundîtujiyê hatine tomarkirin.
Li gor amêrên hatine belavkirin, di meha Tebaxê de sê buyerên kuştinê, sê xwekuştin, çar xwe şewitandinê 9 buyerên destdirêjiya zayendî hatine tomar kirin. Hezar û 608  giliyên tunditujiyê jî hatine tomarkirinin. Li gora deneyên tunditujiyê yên ku hatine belavkirin, li bajarê Hewlêr û bajarên din zêdeyî 728 buyerên tunditujiyê hatine tomarkirin, li Dihok 356, Silêmaiyê 329, Germiyan 116, Raperîn 36, Soran 41 bûyerên tunditujiyê hatine tomarkirin. Di meha Tebaxê de 1626 buyerên tundîtujiyê hatine tomarkirin.