Li parlamentoya Mexribê hejmara jinan zêde bû

Latifa Sharif ku ji partiya Yekitiya Sosyalîst a Hêzên Gel e kursiyek parlamentoyê bi dest xist, diyar kir ku di hilbijartinên 2021’ê de, Mexribê di mijara nûnertiya jinan a li meclisê de pêşketinek çêkiriye, jixwe başiya van encaman vedigere faktora hilbijartinê û dîrektîfên Mexribê ku derfet da jinên Mexribê da ku beşdarî xebatê bibin.

HENAN HARIT
Mexrib- Di dema hilbijartinên giştî de (zagonî û herêmî), ya ku welat di 8’ê Îlonê de şahidî kir, qanûndanerên Mexribê xwestin ku dîmenê jinan di qada siyasî û bicihanîna pêdiviyên destûrê ji bo gihîştina wekheviyê de çêbikin. Vê yekê jî gengeşiya li ser nûnertiya jinan û berfirehkirina beşdarbûna wan di saziyên fermî yên Mexirbê de li qada siyasî ji nû ve vegerand.
96 jin li parlamantoyê ne
Di hilbijartinên ku li Mexribê di 8’ê Îlonê de çêbûn, ji 395 kursiyan 96 ji wan jinan girtin û ketin parlamentoyê. Ev jî ji sedî 24,3 kursiyan temsîl dike, 90 ji wan bi riya navnîşanên aliyê gihîştine û şeş jî bi navnîşanên herêmî, yanî tenê ji sedî 1.96 ji tevahiya kursiyan temsîl dike, 90 kursiyên digrin nav xwe tenê ji jinan re hatine veqetandin .
Kotayê jin rizgar kirin
Bi vî rengî, kotaya jinan ku 90 kursiyên parlamentoyê tên destnîşankirin, nûnertiya jinan li Meclisa Nûneran xilas kir, heta ku ew negihîje benda ji sedî 30 ya ku ji hêla tevgera jinan ve tê xwestin jî ew ê aramiyê nûnertiya jinan li Meclisa Nûneran biparêze.
Çar parlamenterên jin ên ku di hilbijartinan de bi lîsteyên herêmî bi ser ketin di Partiya Rastî û Modernîteyê de ne ku ew jî ev in: Badiya El-Filalî, Xedîce Hecûbî, Fatima El-Zehra El-Mensûrî û Fatima El-Zehra bin Talib lê Meryem û Hassa kursiyek ji Partiya Pêşverû û Sosyalîzmê û Hanan Adbawi ji Partiya Serxwebûnê bi ser ketin.
Jixwe 90  kursiyên ku ji jinan re hatine veqetandin di navbera 16 kursiyên Mîtînga Neteweyî ya Serbixwe, 13 ji bo Partiya Serxwebûnê, 12 ji bo Partiya Rastî û Modernîteyê, 11 ji bo Yekitiya Hêzên Sosyalîst, 10 ji bo Pêşverû û Sosyalîzmê, 9 ji bo Edaletê û Geşedanê, 8 ji bo Tevgera Gel, 5 kursî ji bo Yekitiya Destûrî, 2 kursî ji bo Eniya Hêzên Demokratîk, 2 kursî ji bo Partiya Tevgera Sosyal Demokrat, yek kursî ji bo Partiya Sosyalîst a Yekbûyî, û yek kursî jî ji bo Federalîzma Çep hatine belavkirin.
Bilindahiyek sivik
Latifa Sharif ku ji partiya Yekitiya Sosyalîst a Hêzên Gel kursiyek parlamentoyê bi dest xist, diyar kir ku di hilbijartinên 2021’ê de, Mexribê di mijara nûnertiya jinan a li meclisê de pêşketinek çêkiriye, jixwe başiya van encaman vedigere faktora hilbijartinê û dîrektîfên Mexribê ku derfet da jinên Mexribê da ku beşdarî xebatê bibin.
Cîgira Parlamenter di hevpeyvîna xwe ya bi ajansa me re rexne li partiyan kir û got: "Partî di pêşengiya lîsteyên xwe yên herêmî de ku bi pêşbirka yekser a partiyan dizane, li ser jinan rihan nakin û ji tiştê ku pergala kotayê dide wan razî ne. Mijar ji partiyên Mexribê bêtir wêrekî û dilsoziyê dixwaze. Jin xwedî jêhatîbûn in ku dihêle ew mîna mêran cihên biryargirtinê bigrin. Bi gelemperî, ya ku di van hilbijartinan de hat bidestxistin hêviyê belav dike û ketina 96 jinan a parlamentoyê bêguman dê guheztinê bike, ji ber ku jin bi cidiyet, fedakarî û têkoşîna xwe ya mezin di xebata siyasî de tên naskirin. Me hêvî dikir ku dê hejmara jinan zêdetir be lê ger em li gorî hilbijartinên berê berhev bikin, em ê bibînin ku bi jinan pêşketineke li se rasta hejmara ku ji 81’ê veguheziye 96’an çêbûye. Her çend zêdebûnek sivik hebe jî ez der barê pênc salên pêş de pir geşbîn im; ji ber ku jin wê di Meclisê de amade bin da ku di hilbijartinên dahatî de ji bo hebûna xurtir têbikoşin."
Belavbûna hilbijartinên jinan
Jixwe Mexribê cara yekem di sala 2002’yan de pergala kotayê bi cih kir, bi vî rengî 30 kursî ji jinan re di parlamentoyê de hatin veqetandin û ev heya 2011’an berdewam kir dema ku hejmara kursiyên wan gihîşt 60 wekî pîvanek ku mebesta zêdekirina nûnertiya wan li parlamentoyê ye û tevlibûna wan di çêkirin û rêvebirina polîtîkayên giştî de. Ev yek heya hilbijartinên 2016’an berdewam kir, piştre qanûndanerên meclisê di hilbijartinên borî de hejmara kursiyên kotaya jinan ji 395 kursiyan derxistin 90’î.
Roquia Ashmal, profesora hiqûqa giştî, endama Konseya Neteweyî ya Partiya Serxwebûnê û Cîgira Serokê Herêma Dar EL-Beyda, ji ajansa me re got ku hin tişt hene rê li ber beşdarbûna jinan di asta mafên 2021’ê de vekirine.
Roquia Ashmal diyar kir ku der barê hilbijartinên zagonî de, ji sedî 60 jin ber bi parlamentoyê ve çûne û ji sedî 90 zêde bûye û wiha pê de çû: "Tevî beşdariya hejmarî ya jinan bi qanûnê (90 jin), hin jin hene ku beşdarî şerê beşdarbûnê di asta navçeyên zagonî yên herêmî de bûn. Qanûndaner tevlibûna jinan sînordar kir û nehişt ku ew li Dar EL-Beyda bi cih  bibin, vê yekê jî hişt ku hilbijartina jinan belav bibe; yanî beşdarbûn di asta herêmî de hat sînordarkirin lewre kotaya li ser asta her herêmê hat dayîn. Mînak, kotayek ji bo 12 jinan, li herêma Dar EL-Beyda ya mezin hat veqetandin, di wateya ku bi vê beşdarbûnê re dadmendiya cîhûwar heye."
Pêşveçûn têr nake
Profesora hiqûqê wiha axaftina xwe berdewam kir: "Di vê rêziknameyê de kêmasî hene, ew jî pîvanên ku partiyan der barê wergirtina vê pozîsyona qanûnî di dema van berjewendiyan de ji hêla partiyan ve hatine pejirandin. Gava ku em qala pîvanan dikin, em qala eşîrê dikin, ji ber ku hin parlamenter hene ku ji bo berjewendiya jin, xwişk, keç û hwd. hin derdorên zagonî çêkirine ku bû sedema nebûna hiyerarşiya rêxistinî ji dadperweriyê. Di pêşerojê de, ev mijar dê asta gihîştin an asta amadebûn û dilxwaziya jinan ji bo tevlibûna çalakiyên siyasî bike, di berdêla tunebûna pîvanên ku dê rê li ber berfirehbûna tevlêbûna jinan veke bi awayekî ku di çarçoveya nûnertiya çînê de ji wan re derfetên wekhev garantî dike. Roquia Ashmal got ku tişta ku di hilbijartinên vê dawiyê de bi dest ketiye têr nake, ew jî di ronahiya pîvanên ku ji jinên Mexribê re dijwar dike ku pêşniyara partiyê ji bo berendamtiyê werbigirin, û derfetên wekhev û mekanîzmayên xebatê yên mîna yên ji bo berendaman hatine peyda bikin".
Serdestiya baviksalarî
Parlamentoya Mexribê qanûna organîzekirina hilbijartinên zagonî bi mebesta bidestxistina wekhevî û derfetên wekhev di navbera jin û mêran de guhertibû, di riya ku hilbijartina neteweyî bi yên herêmî ve biguherîne, bi şertê ku di her navnîşanê de berendamên jin hebin ku hejmara wan ne kêm be. 
Li aliyê din, Amîna Al-Toubali, endama koalîsyona wekheviyê, ji ajansa me re got: "Em baş dizanin ku girîngiya avhewa çandî û siyasî di guheztina derûniyan de, nemaze di civakek de ku hîn serdestiya mêr bi tevahî dizane, û dema ku em daxwaza wekheviyê dikin, em ji dijwariya gihîştina vê mebestê yekser haydar in".
Endama koalîsyona wekheviyê, diyar kir ku pêşvebirina beşdariya siyasî ya jinên Mexribî bi saya avakirina mekanîzmaya kotayê ye lê heta niha partiyên siyasî hîn jî baweriya xwe bi jinan naynin ku wan di nav biryaran partiyê de bihewînin.
Hilbijartina jinek wek seroka partiyekê di nav 12 herêman de
Der barê hilbijartina endamên meclisên komîn û navçeyan de, jinek di nav 12 herêmên li Mexribê, wekî seroka herêma Guelmim-Oued Noun hate hilbijartin, di nav 12 herêman de li Mexribê. Lê meclisa herêma Tangier-Tetouan-Al Hoceima, ku ji 11 endaman pêk tê, ji wan tenê sê jin in û yek ji wan rêzên yekem nagire û pozîsyona wan di rêza heftemîn, nehemîn û paşîn de ye. 
Amîna Al-Toubali got: "Tu pêşketin bêyî beşdarbûna jinan pêk nayê, ji ber vê yekê, em îro nikarin ji hebûna wan a di serê sazî û meclisan de şerm bikin. Belê divê vînek partîbûnê li gel serokên partiyan hebe ku jin pozîsyona heq dikin bigrin. Em înkar nakin ku rûmet ji hebûna jinan re di organên hilbijartî de heye lê ji ber serdestiya zîhniyeta mêr hê lewaz e. Ya ku em dixwazin di civaka xwe de bi dest bixin ev e, guhertina zîhinyeta baviksalar li ser jinan ku ew jî bi riya ezmûna rêvebirinê di warê siyasî û sazûmanî de ji ber ku destûr mafê beşdariyek wisa dide." 
Amîna Al-Toubali teqez kir ku hin astengî hene rê li ber gihîştina prensîba wekheviyê digrin, di nav de zîhniyeta baviksalarî heye. Pêdivî heye ku riya pêşketina statuya jinên Mexribê di qada siyasî de bişopînin.
Tevî rexneyên ku li partiyan hatin kirin jî der barê hilbijartina jinan di serê meclis û navçeyên komînal de lê hin pesn jî derketin ku sê jinan sê bajarên herî mezin girîng di Mexribê de girtin ku ew jî Rabat, Dar EL-Beyda û Marakeş e. Ev jî dide diyarkirin ku ku riya wekheviyê tevî hêdîbûna di Mexribê de bi pêş dikeve.