Di nava şer de vekirina projeyên Aboriya Jinê

Li gel ku herêm di nava şer de ne û her roj gund tên topbarankirin jî xebatên jinan ên bi hevkariya keda destan dorfereh dibin dewam dikin. Komîteya Aboriya Jinê ya Kongreya Star a navçeya Til Temirê gelek proje vekirin e û jin bi kelecan ketine nava xebatê.

 
SORGUL ŞÊXO
Hesekê- Yek ji pergala herî bingehîn a ku civak xwe li ser ava dike li kêleka parastinê aborî ye. Hemû endamên civakê bi hev re şev û roj dixebitin û li gorî wê keda didin heqdestê xwe digrin. Pêre jî parastin û pêşxistina aboriya wî welatî hildigrin ser milên xwe. Lê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê aboriyeke xweser ya jinan heye, bêyî ku mûhtacî mêr, bav ango bira û tu kesî bibe bi kedê hem debara xwe dike û pêre jî pêşeroja xwe diyar dike. Li vir jin bi xwe dixebite, heqdestê xwe jî gorî keda ku da ye distîne, bêyî ku ji aliyê tu kesî ve were xwarin. Piştî ku Komîteya Aboriya Jinê a Kongreya Star di van salên dawî de hatiye avakirin, gelek projeyên ku jin jê sûd werdigrin, ava kirin e. Li gorî xweza û hewaya herêmê, proje jî têne cûdakirin. Mînak projeyên çandiniyê, xwedîkirina lawiran, malên bilastîk û firneyên jinan yên bi navê Eştar, li gelek gund, navçe û bajarên Herêma Cizîrê hatiye vekirin û karên wan birêk û pêk dimeşe. Gorî xweza û pêwîstiyên şêniyên navçeya Til Temirê û gundewarên wê, firneyên nanê sêlê hatine vekirin û hejmara wan jî 3 ne û li Çiyayê Kizwanan, gundê Sikr El-Ihêmr û li navçeyê têne belavkirin. Ev proje ji aliyekî xwe de pirsgirêka nan sivik dike. 
Komîteya Aboriya Jinê, li gundê Sikr El-Ihêmr li rojavayî navçeyê dikeve, di heman wextê de jî dikeve rêza gundên di xeta agir de, Projeya Eştar a Nanê Sêlê vekir. Da ku em hîn bêtir karê vê projeyê û asta pêwîstiyên wê nas bikin, em di şahiya vekirina wê de amade bûn û me nêrîna endama projeyê girt. Endamên projeyê, endam û rêveberên Rêxistina Kongreya Star a navçeya Til Temirê û Meclisa navçeyê, bi rûkenî û dilgermî pêşwazîkirin. Piştî deqeyek rêzgirtin ji giyanê lehingên azadiyê re Rêvebera Komîteya Aboriya Jinê Zehra Mihemed axivî.
Giringiya aboriya xweser  
Zehra di destpêkê de vekirina projeyê li endamên wê pîroz kir û wiha dirêjî da gotina xwe: "Vekirina projeya Eştar a nanê sêlê, di vê pêvajoya şer û ya zehmet de ji bo me cihê serkeftinê ye. Ruxmî ku gundê Sikr El-Ihêmr dikeve rêza gundên xeta agir de bi Dewleta tirk a dagirker e ku gund rastî topbaranê jî tê, lê dîsa jî jinên gund ew jinên afrîner, wêrek û berxwedêr in. Armanca me jî ew e ku em destê xwe bidin jinan, da ku bikaribin xizmeta civaka xwe bikin û ya herî girîng jî aboriyeke wan ya xweser çêbibe. Her çiqasî em gavan pêş de biavêjin û jinan birêxistin bikin û wan nêzî rastiya wan bikin û li dora wê vehewin, ew bersiveke herî xort ji ruyê dagirkeran re ye."
Projeyên xweser jinan bi hêz dike 
Her wiha Endama projeyê jî Hekûma Hesen jî ev nerînên xwe bi me re parve kirin: "Gundê me yek ji ew gundên ku di peydakirina nan de, zehmetî dikişand û di heftiyê de carekê nan dihat, lê têra malbatan nedikir û gelek rojan jî birçî diman, ji ber ku hinek malbat arvanê wan tune ye. Lê dema ku Aboriya Jinê destê xwe da me û me bi hev re ev proje çêkir û ava kir, êdî barê gelek malbatan sivik bûye û spasiya xwe ji komîteyê re nîşan didin. Yek ji sûdên herî girîng di vê projeyê de ew e ku êdî endamên wê, wê destê xwe li ber hevjîn û birayê xwe venekin û tiştekî ji wan nexwazin. Wekî aboriyeke wê yê taybet çêbû û êdî wê bi xwe barê xwe hilgre û wê sivik jî bibe. Gelek jinan sûd ji projeyên bi vî rengî girtin û bi hêz bûn, êdî dikarîbûn ser piyên xwe bisekinin û bi awayekî ber bi çav xizmeta malbat û civaka xwe bikin."
“Ger gund bikeve dorpêçê jî em ê bi çêkirina nan keda xwe tevlî berxwedanê bikin”
Hekûma da payin ku projeya wan di xeta agir de ye lê ew ji vê yekê bi armanc in û wiha dirêjî da gotina xwe: "Ya herî balkêş ku projeya me di xeta agir de ye û ruxmî ku xeteriya êrîşan û topbarana dewleta tirk jî li ser heye, lê em ji vê yekê ne bitrs in lê armanca me jî diyar e. Şêniyên gund berxwedêr in, bi dagirkeran bandor nabin û dest ji axa xwe jî ber nadin. Mînak ger êrîşek çêbibe ango gund bikeve dorpêçê de jî, ew ê projeya me nan ji şêniyên gund û şervanan re çêbike û li vir bimînin. Em ê bi her awayî li kêleka şervanên xwe bin û piştgiriya xwe bi wan re nîşan bidin."
Pere nakevin qasê dikevin destê jina kedkar
Hekûma derbarê hejmara endam û pereyên ku wê ji firotina nan werin wê biçe kuderê ev agahî bibîr xist û wiha got: "Hemû pereyên ku ji firotina nan werin, wê li endamên projeyê ku hejmara wan 3 jin in, were belav kirin. Berovajî sîstemên welatên din, li vir jin gorî keda xwe pereyên xwe digre û pereyên wê jî nakeve qasê, dikeve destên wê. Gorî pêwîstiyan jî endamên projeyê dikarin werin zêdekirin û taybet em girîngiyê didin jinên xizan, da ku li ser piyan bisekinin. 3 meh in, em amadekariya vekirina projeyê bi Komîteya Aboriya Jinê re, dikin. Di van sê mehan de wekî tecrûbe me dest pê kir û bi rastî gelekî baş û aktîf bû. Gorî daxwazên malbatan nan tê çêkirin û carnan dighêje 400-500 nan di rojê de. Ne tenê ev, em daxwazên wekî dawet û şînan jî nan pêşwazî dikin û çêdikin. Ji xwe heqê nanê me jî erzane, her nanek bi 100 leyreyên sûrî ye."
Hekûma spasiya xwe ji Komîteya Aborî re pêşkêş kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em ji Komîteya Aboriya jinê gelek î memnûn in, ji ber ku hiştin bi dehan jin bi hêz bibin û li rastiya xwe vegerin."