Tev-Çand û Hîlala Zêrîn li dijî êrîşên dewleta tirk meşiyan

Bi pêşengtiya Tevgera Çand û Huner û Hîlala Zêrîn ya herêma Efrînê meşek ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriya dewleta tirk li ser xaka Kurdistanê li navçeya Ehdas a Şehbayê hat li dar xistin.

Şehba - Ji bo piştgiriya pêngava hunermendên kurd ên ji bo piştgiriya berxwedana şervanên azadiyê dane destypêkirin, Tevgera çand û Huner û Hîlala Zêrîn a Herêma Efrînê li navçeya Ehdas a Şehbayê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşek li dar xistin û êrîş û kiryarên dewleta tirk a dagirker li ser xaka Kurdistanê û destekdayina PDK'ê ji van kiryaran re şermezarkirin. Bi bi dehan endamên Tev-Çand û Hîlala Zêrîn beşdarî meşê bûn. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankertên bi nivîsa"Komployê Navnetewî li Rojava Heftanîn û Garê têk diçe","Barzanî dest ji dijmin berde, dem dema azadiyê ye","Kes nikare roja m e tarî bike","Bi berxwedanî em ê serbikevin azadî, adalet û demokrasiyê misoger bikin" hatin hildan. Meş li pêşiya navenda Tev-Çand heya destpêka navçeya Ehdas dewam kir. 
Piştî meşê bi deqeyek rêzgirtin, Rêveberiya Hîlala Zêrîn a herêma Efrînê Guneyî Mistefa wiha got: "Em îro ji bo şermezarkirina êrîş û kiryarên dewleta tirk a dagirker li ser xaka Başurê Kurdistanê daketine qadan. Armanca êrîşên dagirkeriyê qirkirina kurdan hedef digire. Rojane qetilaman li ser kurdan pêk tîne. Em bêdengiya cîhanê li hember van kiryaran şermezar dikin. Daxwaza dewleta tirk ew e ku qirkirina çandî bide meşandin di heman demê de hewil didin şerê xwekujiyê bidin çêkirin."
"Divê em yekbûna xwe li dijî êrîşan xurt bikin"
Endama Tevgera Çand û Huner a Efrînê Ronahî Henan ku beşdarî meşê bûye  êrîşên dagirkeriyê şermezar kir û got: "Em êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser xaka Kurdistanê şermezar dikin. Ji dîrokê heya vê kêliyê her dijmin dixwaze kurdan li ser destê kurdan tune bike. Banga me ji kurdên Başûrê Kurdistanê re heye ku yekbûna xwe li hember êrîşan xurt bikin. Divê em li hember van êrîşên hovane bisekinin û xwedî helwest bin da ku em xaka xwe ji qirkirinê biparêzin. Çawa dewleta tirk li Garê bi destên şervanên azadiyê bi binket em di wê baweriyê de ne ku li Başûrê Kurdistanê li hember berxwedana şervanên azadiyê careke din bi bin kevin."
Meş bi dirûşma"Bijî berxwedana şervanan" bi dawî bû.