Kongreya Star banga cezakirina kûjerên Deniz Poyraz kir

Rêxistina Kongreya Star a herêma Firatê-Bakur û Rojhilatê Sûriyayê, bi daxuyaniyeke çapemeniyê qetilkirina xebatkara Partiya Demokratîk a Gelan Denîz Poyraz şermezar kir û banga hesabxwestina ji AKP'ê kir.

Kobanê - Polîsên dewleta tirk êrîşî daxuyaniya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya li Îzmîrê kir û endama wê Deniz Poyraz qetil kir. Li hember vê bûyerê Rêxstina Kongreya Star a Herêma Firatê a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Kobanê, li qada Jina Azad daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de Partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk amedebûn. Jinan alên Kongreya Star, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneya siyasetmedar Deniz Poyraz hilgirtibûn. Daxuyanî ji aliyê Endama Kongreya Star Madlên Şêx Xidir ve hat xwendin.
"Dewleta tirk vîna gelan bin pê dike"
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku dewleta tirk dixwaze bi van êrîşan têkoşîna jinan rawestîne: "Weke tê zanîn bi salane dewleta tirk ji bo tunekirin û qirkirina gelê Kurd bi her rengî êrîş dike û asta hovîtiya xwe êdî tu sînoran nas nake. Îro dîsa bi zanebûn êrîşî navenda HDP`ê ya Îzmîrê kir û di hundirê navendê de xebatkara HDP'ê Deniz Poyraz bi destên faşîzma dewleta tirk hate şehîd xistin. Di dîroka dewleta tirk ya faşîst de ev ne cara yekê ye ku jin tên qetilkirin. Siyaseta AKP'ê û MHP'ê ji destpêkê de xwe li ser tunekirin û qirkirina gelan avakiriye. Di vê vê dema dawiyê de êdî li hember destkeftiyên jinan di nava civakê de qezenckirî, tehmûla sîstema AKP`ê ya desthilatdar nemaye û bi hedefgirtina jinan dixweze tirsekê di nava civakê de ava bike û îradeya jinan bişkîne. Bi taybet nêzkatiya AKP`ê li hember HDP`ê ku bi girtin û binçavkirina siyasetmedarên HDP`ê zindanên xwe dagirtine. Kesên ku bi dengê gel hatine hilbijartin tên hedefgirtin, ev jî tê wateya ku dewleta tirk vîna gelan binpê dike."
"Divê kujer were ceza kirin"
Madlênê di daxuyaniyê de bang li jinan û gelên azadîxwaz kir ku xwedî li Deniz Poyraz derkevin û got: "Ji bo vê yekê em weke Kongreya Star a herêma Firatê van êrêşên hovane yên dewleta tirk û qetilkirina xebatkara HDP'ê  Deniz Poyraz şermezar dikin û di kesayeta wê û tevahî cangoriyên azadiyê de, em soza şopandina riya wan dikin. Êrîşên ku tên kirin ji bo ji holê rakirina faşîzima dewleta tirk ya desthilatdar e. Her wiha ev kiryar li pêşiya tevahî cîhanê pêk tên, bê dengiya cîhanê nîşaneya hevkariya wan ya bi dewleta tirk re ye. Ji bo vê yekê em banga saziyên hiqûqî û edaletê dikin ku bi erk û berpirsyarên xwe yên li hember gelan rabin û kûjerê xebatkara HDP'ê Deniz Poyraz ceza bikin. Banga me ji bo dost, heval, jin û gelên dilxwazê azadiyê heye ku asta têkoşîna xwe bilind bikin û xeta Deniz Poyraz bişopînin."
Daxuyanî bi dirûşmên"Şehîd namirin" û "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.