“Jineolojî veguherîna jiyanê ye”

Jineolojî yek ji hîmên zanebûa jinan û jiyanê ye, armanca Jineolojî ew e ku hemû pirsgirêkên civakê bi awayên zanistî bide çarserkirin û li şûna hişmendiya baviksalarî, jiyana hevbeş û wekhev bide avakirin.

 
DILUCAN BOZÎ
Kobanê- Di sala 2008'an de zanista Jineolojî ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve di pirtûka Sosyolojiya azadî de hat pêşniyarkirin. Jineolojî ji aliyê mîtolojî ve peyveke hevedûdanî ye, peyva jin bi xwe Kurdî ye û lojî jî peyveke latînî ye. Herî zêde di nava civakê de bi guherîn û veguherîna hişmendiya baviksalarî ya mêrê serdest mijûl dibe. Bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re cara yekemîn di 13’ê Îlona 2017’an de li bajarê Dêrikê yê Herêma Cizîr- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê navenda Jineolojî hat vekirin û bi demê re li hemû bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin vekirin. Li Kobanê jî di sala 2018'an de navenda wê hatiye vekirin û dest bi lêkolînan kiriye. Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê-Rojava cara yekem di sala 2016’an de hatine vekirin, di 2017’an de di tevahî zanîngehan de dersa Jineolojî bi awayek fermî dihat dayîn. 
Di heman demê de beriya Herêma Efrînê ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wî ve bê dagirkirin fakulteya jineolojî bi awayekî çalak xwendekar pêşwazî dikir, piştî şêniyên Efrînê koçberî kampên Şehbayê bûn heman pergala fakulteya Jineolojî li wir tê domandin. Her wiha heman fakulteya Jineolojî li herêma Cizîrê jî xwendekaran vedihewîne lê belê li Kobanê ji sala 2016’an de dersa Jineolojî di zanîngeh, peymangeh û dibistanan de tê dayîn. Yek ji xebatên çalak jî gundê Jinwar e di 25'ê Mijdara 2017'an de li herêma Cizîrê navçeya Dirbêsiyê li Kantona Hesekê hatiye avakirin, li vî gundî jin hemû beşên jiyan, perwede û dibistanan bi xwe bi rêve dibin. Navenda lêkolînan a Jineolojî di sala 2020'an de pêşniyar kirin Jineolojî wekî beşek di nava zanîngehan de bê vekirin. Têkildarî mijarê Mamosteya Zanîngha Kobanê Dîcle Heyder û xwendekar Leyla Silêman der barê zanista jinan Jineolojî de nêrînên xwe anîn ziman.
“Jineolojî hewl dide bibe bersiv ji tevahî pirsgirêkên civakî re”   
Jineolojî yan jî zanista jinan hewl dide hevsengiyê di navbera her du zayendan de ava bike. Dîcle jî wiha behsa vê mijarê dike: “Dema em dibêjin Jineolojî zanist tê bala mirovan. Jineolojî zanista jin, jiyan, hevjiyana azad û modernîteya demokratîk e. Pênaseya Jineolojî tenê jinê di nava xwe de nahewîne tevahî pirsgirêkên civakê çareser dike lê hîmên wê yên sereke jinan li derdora vê zanistê kom dikin û bi riya jinan ev zanist di nava civakê de diherike. Wekî tê zanîn di zanistên civakî de gelek zanist hene weke aborî, pedagojî, demografî û gelek zanistên ku ew jî bi jiyana civakê re mijûl dibin. Ruxmî ku jin weke hebûnekê di nava civakê de tê dîtin jî rojane bi sedan pirsgirêk derdikevin holê. Wekî me anî ziman gelek zanist hene lê ev zanist bi nêrîna hişmendiya baviksalarî hatine nivîsandin. Van zanistan li ser tunekirin û ferzkirina li ser civakê xwe dane avakirin lê ev yek dibe sedem ku rojane rêjeya kuştin û xwekuştinê li cîhanê zêdetir bibe û parçebûnê dide avakirin. Zanista jineolojî bêhtir bi civakê re mijûl dibe û heya astekê dibe çareserî ji pirsgirêkan re."
"Çavkaniya sereke ya Jineolojiyê civak e "
Di van deman de herî zêde pêwîstiya civakê bi taybetî bi zanista jinan Jineolojiyê heye, ji ber ev zanist rê li pêşiya pirsgirêkan digre û nahêle zêdetir bibin. Dîcle wiha nirxandina xwe domand: "Zanistên din bi hişmendiya mêr-dewletan hatine nivîsandin û lêkolînkirin dê Jineolojî li pêşberî van bibe bersiva herî xurt. Dema di nava civakê de hevsengî di navbera herdu zayendan de neyê çêkirin ne gengaz e pirsgirêk jî çarser bibin. Pirsgirêkên rojane civak bi wan re rû bi rû dimîne, Jineolojî wan pirsgirêkan analîz dike û li gorî wê çareseriyê pêşkêş dike. Herî zêde Jineolojî di qadên perwerdeyê de tê dayîn, li zangîngeh, paymengeh û dibistanan. Ji bo ku nifşên nû li ser wê bingehê mezin bibin. Herî zêde em girîngiyê didin qadên perwerdeyê, ji ber ku dema guhertin an jî sererastkirine bê çêkirin divê em di perwerdeyê de dest pê bikin. Dema ev wane di hundirê zanîngeh an peymangehan de bê dayîn û pêkanîn helbet wê guhertin di nava civakê de bê çêkirin û wê ew civak li ser esasê wekhevî û hevjiyana azad bijî. Divê her xwendekar waneya Jineolojî weke waneyeke bingehîn ji xwe re bigre dest, ji ber di jiyanê de waneyên wê rojane derbas dibe. Dema nîqaş li ser Jineolojî tên kirin gelek caran xwendekar helwest nîşan didin, ji ber ku tenê zanist behsa rola jinan dike gelek bertekên wiha derketine di nava nîqaşan de.  Lê em hewl didin bi şêwazên rast peyva Jineolojî bidin nasîn."
"Pêwîstiya civakê bi Jineolojiyê heye"
Rêjeya kuştin û xwekuştinê zêde dibe, yek ji riyên çareserkirina tundiya ku tê meşandin Jineolojî ye. Dîcle wiha ev yek anî ziman: "Di halê hazir de em di nava civakeke zayendperest de dijîn, ji bo em xwe ji van hişmendiyan rêzgar bikin divê em Jineolojî bixwînin. Ji ber civak tenê exlaq di bedena jinê de dibîne, her jinek tê kuştin an jî dawî li jiyana xwe tîne yekser civak navê (namûs) lê dikin lê civak ji xwe napirse ka ev jin çima û ji bo çi hat kuştin an jî dawî li jiyana xwe anî. Zayendperestî ev daye avakirin mêr çi bike ne şerm e, derfet li pêşiya wan vekiriye lê dema mijar dibe jin yekser hişmendî xwe dide pêş û ji jinê re her tişt qedexe ye. Her tim pergala baviksalarî rê li pêşiya jinan girtiye nehiştiye jin bi zanist, xwendin û felsefeyê hîn bibe. Di hundirê zanîngehê de em vê yekê nîqaş û lêkolîn dikin. Lê divê xwendekar li ser van mijaran lêkolîn û analîzên baş bikin da di malbatê de wekheviyê bidin avakirin. Ji ber ew xwendekar di wî temenê têgihîştinê de ne."
Xwendekar Leyla Silêman a beşa zanistî ya sala sêyemîn li zanîngeha Kobanê dixwîne wiha behsa girîngiya Jineolojî dike.
"Jineolojî ji bo hişyarkirinê hatiye avakirin"
Yekem car zanista Jineolojî di zanîngeha Kobanê de tê dayîn û xwendekar bi awayekî bi coş û kelecan beşdarî nîqaşan dibin. Leyla Silêman jî wiha balê dikşîne ser waneye Jineolojî: "Di nava vê zanistê de gelek jinên têkoşer û yên ked di nava civakê de dane hene. Lewma divê em jî vê yekê bizanibin ku zanista me ji me hatiye dizîn. Rast e em gelek waneyan di zanîngehê de dixwînin û dibînin lê ferqa vê waneyê ew e em rastiya xwe nas dikin û em ê çawa vê yekê hîn xurtir bikin. Jineolojî behsa jiyana hevpar û rola jinan dike. Armanca Jineolojî ew e wê çawa hişmendiya zayendperest ji nava civakê rake û li şûna wê hevsengiyê bide avakirin."