“Xwedîderketina li zimanê dayikê xwedîderketina li hebûn û pêşerojê ye”

Mamosteyên zimanê Kurdî yên tevlî perwerdeya branşan bûne der barê perwerdeyê û girîngiya pêşxistina zimanê Kurdî de wiha gotin: “Armanca me ji vekirina perwerdeyan xurtkirina asta mamosteyan e her wiha em dixwazin bi vê yekê kêmasiyên salên borî derbas bikin.”

 
SARA ŞÊX HESEN
Heleb- Bi armanca pêşxistina asta mamosteyan di aliyê branşan de, her sal di betlaneya dibistanan de Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) perwerdeya branşan ji mamosteyan re vedike. Li taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê nêzî 145 mamosteyên zimanê Kurdî û Erebî perwerdeyên branşan dibînin. Perwerde ji dîroka 1’ê Hezîranê ve dest pê kiriye û heya du mehan wê berdewam bike. Perwerde ji aliyê mamosteyên pispor ên her branşek ve tê dayîn. Têkildarî girîngiya dayina perwerdeyê û pêşveçûna wê, mamosteyên zimanê Kurdî yên tevlî perwerdeyê bûne nêrîna xwe anîn ziman û ji me re parve kirin. 
 Armanc pêşxistina asta zanebûna mamosteyan e
Rêveberiya Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) Zehîde Mihemed da zanîn ku ev perwerde bi armanca pêşxistina asta mamosteyan hatiye vekirin û wih pê de çû: “Ev 3 hefte ne me dest bi perwedeya branşan kiriye, ji bo em zimanê xwe bi pêş bixin û bigihîjînin asteke bilind pêwîstiya me bi perwedekirina ziman her tim heye. Hemû mamosteyên me yên cihê xwe di dibistanan de digrin û waneyan didin tevlî perwerdeya branşan bûne. Perwerdeyên em dibînin li ser branşên; felsefe, civaknasî, dîrok, erdnîgarî, fizîk, bîrkarî û hemû waneyên di dibistana de tên dayîn.  Armanc ji vê perwedeyê ew e ku asta zanebûna mamosteyan zêdetir bibe her wiha kêmasiyên sala borî dubere nebin û mamosteyên xurt werin avakirin. Bi perwerdeyê em tenê branşan esas nagirin, di serî de mamoste di keseyeta xwe de lêvegerekê çêdikin û aliyên xwe yên lawaz xurt dikin. Ji ber mamoste bandoreke pir mezin li şagirtên dibistanan dikin û avakirina kesayetên nifşên pêşerojê erk û misyona wan e. Em bi hêvî ne perwerdeyên me serkeftî bin.”
 Xwedîderketin li zimanê kurdî
Di dawiyê de Zehîde banga xwedîderketina li zimanê dayikê kir û ev tişt got: “Zimanê Kurdî ji dîrokê heya roja îro di qonaxên qirkirinê re derbas dibe, heya niha gelek alî hene dixwazin zimanê Kurdî ji holê rabikin û di nava xwe de bihelînin. Banga me jî ew e xwedîderketineke mayîdne li zimanê me hebe û hemû alî xwe berpirsyarên vê yekê bibînin.”
 ‘Perwerde jêdera gitina agahiyan e’ 
Mamosteya bi navê Bêrîvan Îbiş tevlî perwerdeya branşa dîrokê bûye der barê pêşveçûna perwerdeyê de wiha nêrîna xwe anî ziman: “Betlaneya dibistanan di havînê de ji me re derfeteke pir girîng e ku em ji nû ve mêjiyê xwe sererast bikin. Piştî saleke têr û tijî pêwîstiya me bi hînbûnên nû heye. Ez bi xwe perwerdeyê li ser branşa dîrokê dibînim û perwerdeya me pir xweş derbas dibe. Dema em pirtûkekê xilas dikin, ji me re weke ezmûn tê çêkirin, da em asta xwe bizanibin û sûd jê bigrin. Pirtûkên em perwerdeyê li ser wan dibînin gelek agahî di wan de hene, bi rastî dema mirov perwerdeya xwe bi dawî dike dikeve ferqa wê û bi xwe re guhertinên bingehîn dide avakirin.”
“Armanca me fêrkirineke rast û bi zanist e”
Mamoste Nazliyê Oso jî branşa wê felsefe ye, der barê wê de wiha nêrîna xwe anî ziman: “Hemû mamoste bi coşeke pir mezin tevlî perwerdeyê bûne. Beşa min felsefe ye û pir agahiyên fireh tê de hene, ji ber felsefe dayika hemû zanistan e. Armanca me ji van perwerdeyan ne tenê em li pêşiya şagirtan bisekinin û tiştên me girtî ji wan re bêjin, em dixwazin bi awayekî zanistî tehlîl û lêkolîn bikin. Armanca me fêrikirinake rast û bi zanist e. Em hêviyên serkeftinê ji hemû mamosteyan re dixwazin.”