"Bi rêya stranên xwe berxwedan û tekoşîna Kurdan vedibêjim"

Dengbêjî di dirêjahiya dîroka civaka Kurdan de bi nirx û pîroz e, di heman demê de berxwedan û tekoşîna Kurdan vedibêje. Newroz Mihemed 15 salî ye bi rêya dengbêjiyê berxwedana gelê xwe vedibêje.

 
HESNA MIHEMED
Şehba- Dîroka Kurdan bi berxwedan û têkoşînê hatiye honandin. Ev berxwedanî di dirêjahiya dîrokê de her bi riya stran, helbest, çîrokan tê gotin. Dayik û dapîrên Kurd bi riya dengbêjiyê ango vegotina çîrokan behsa qehremaniya Kurdan dikin. Li gel Kurdan stranbêjî nirxeke dîrokî û çandî ye. Ji nifşên kevnar heya nifşên nû her berxwedanî bi riya stranan tê gotin. Yek ji wan zaroka bi navê Newroz Mihemed ji Efrînê ye û niha li bajaroka Til Rifat ê Kantona Şehba ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijî. Newroz bi dengê xwe yê zîz parastina çanda xwe dike û çanda dayik û dapîra xwe dişopîne. Newroz li kêleka dengbêjiyê helbest dinivîsîne û mewalan vedibêje. Di heman demê de stran û helbestan bi pênûsa xwe dinivîsîne. Niha cihê xwe di koma şehîd Avesta ya stranan a Navenda Çand û Hunerê ya bajaroka Til Rifatê de digre. Di mîhrîcana xwendevanan a sala borî de di beşa dengbêjiyê de asta 3'yemîn girtiye. Newroz Mihemed girêdayî stran, helbest û dengbêjiyê nêrîna xwe parve kir.
"Meraq û hezkirina min ji stranbêjiyê re gelek e"
Ji biçûkatiya xwe de meraqa wê li ser stran û dengbêjiyê heye loma beşa hunerî di jiyana xwe de hilbijartiye. Newroz wiha behsa çîroka xwe dike: "Ji biçûkahiya xwe de meraqa min li ser dengbêjiyê heye. Min her dem li qenalên stranan guhdarî dikir û dixwest xwe hînî stran û dengbêjiyê bikim. Di malê de birayê min ê mezin dengbêj bû. Min moral ji birayê xwe digirt, her daxwaza min ew bû ku bibim dengbêjeke navdar. Di heman demê de meraqa min a nivîsandina helbestan jî gelek e. Li Efrînê ez derbasî Navenda Çand û Hunera Çiyayê Kurmenc bûm da ku ez xwe di aliyê stranan de xurt bikim. Her ku pêşketin bi min re çêdibû hezkirina min li hemberî stranan zêdetir dibû. Piştî koçberbûna me ji Efrînê û dûrketina me ji ax û warê me ez gelek hestiyar bûm. Her wiha şerê ku rû da gelek bandorê li şexsiyeta min kir. Min xwest hestên xwe bi riya stran û dengbêjiyê vebêjim. Ez niha hezkirina xwe ji Efrînê re bi riya helbestan pênase dikim. Min gelek helbest li Efrînê jî nivîsandibûn lê mixabin hemû li Efrînê man, ji ber êrîşa dijwar min nikaribû helbestên xwe xilas bikira. Niha jî hewldana min ji bo helbestan didomin." 
"Bi riya stranan berxwedana Leyla Guven vedibêje"
Piştî koçberbûna wê ji warê xwe û li warên koçberiyê bi cih bû di aliyê stranbêjiyê de hewl da xwe xurt bike. Newroz diyar kir ku her hewldanên wê ji bo pêşketinê hene û wiha pê de çû: "Piştî em li bajaroka Til Rifetê bi cih bûn bi demê re navenda Çand û Hunerê jî hat avakirin, dîsa min berê xwe da cihê çandê ji bo ku xwe di aliyê stranbêjiyê de xurt bikim. Bi alîkariya mamosteyên xwe ku li pêşiya min rêya serkfetinê vekirin min karîbû bibim dengbêj. Gelek caran ez gotinên stranan dinivîsînim û mamosteyên çandê bi rêya awaz û muzîkê bi min re dibin alîkar. Heya niha min tu stran û helbestên xwe belav nekiriye ji ber hîn xebat li ser tê meşandin. Min yekem strana xwe di konê çalakiya greva birçibûnê ya ji bo şikandina tecrîda girankirî li ser Rêber Apo, got. Strana min berxwedana Leyla Guven vedibêje. Awazê vê stranê navenda Çand û Huner bi min re bûn alîkar, gotin jî min bi xwe nivîsand."
"Dengbêjî nirxê civakê yê pîroz e"
Xewn û xeyalên Newroz ew in ku bibe dengbêjeke navdar da ku karibe berxwedana gelê xwe bi rêya stranan vebêje. Newroz wiha dibêje: "Xewn û xeyalên min ew in ku bibim stranbêjek navdar ku karibim berxwedan û têkoşîna gelê xwe ji raya giştî re vebêjim. Ez bi xwe di koma Ş. Avesta ya stranan de cih digrim di heman demê de ez mewalan jî dibêjim. Tevahî mewalên min li ser dîroka Kurdan û berxwedana wan e. Li kêleka wê jî stranek min li ser warê evînê Efrînê heye ew jî piştî koçberbûna me ji Efrînê min bi xwe nivîsandiye. Di demên pêş de wê helbestên min bên çapkirin, heya niha nêzî 90 rûpel helbestên min hene. Helbestek min zimanê dayikê vedibêje. Banga min ji her kesê re heye ku ger xwesteka wan ji stran û dengbêjiyê re hebe xwe di warê hunerî de bi pêş bixin da ku em karibin bibin nasnameya civaka xwe. Bi riya hunerê em her hewl didin çand û nasnameya xwe ji pişaftinê biparêzin. Dengbêjî yek ji nirxên civakê ye divê em parastina wê nirxê bikin."