CFWIJ: Li Tirkiyeyê 10 rojnamegerên jin rasti erişa polisan hatine

Li gorî rapora meha tîrmehê ya CFWIJ’ê li Tirkiyeyê 10 rojnamegerên jin bi êrîşa polîsan re rûbirû mane.

 
Stenbol - Di Rojnamegeriyê de Koalîsyona Jinan (CFWIJ), rapora xwe ya meha tîrmehê ya derbarê binpêkirina mafê rojnamegerên jin de bi sernavê "Di Meha Tîrmehê de Azadiya Çapemeniyê" aşkera kir. Di raporê de daneyên binpêkirina mafên rojnamegerên jin hat parvekirin. 
Li gorî rapora ku hatî aşkerakirin; 
“* 61 rojnamegerên jin bi şîdet, tehdît û tacizê re rûbirû man. 
* Herî zêde li Tirkiye, Gurcistan û Belarusê mafê rojnamegerên jin hat binpêkirin. 
* Bi giştî li cîhanê di meha tîrmehê de 31 rojnamegerên jin bi şîdeta fîzîkî re rûbirû man. Li Tirkiyeyê jî 10 rojnamegerên jin dema nûçe dişopand bi êrişa polîsan re rûbirû man. Tirkiye di hêla şîdeta fizîkî ya li hemberî rojnamegerên jin de di rêza duyem de cih digire. 
* Li Tirkiyeyê di meha tîrmehê de 2 rojnamegerên jin pêşiya betlaneya edlî derket li hemberî dadgehê. Biryara bereatê ya rojnameger Melîs Alphan bi îtiraza dozgeriyê li dadgeha îstînafê carek din tê dîtin. 
* Li Tirkiyeyê rojnameger Canan Kaya û Nevşîn Mengu bi hinceta ku ji navneteweyî fon digirin hedef hatin nîşandan. Rojnameger Canan û Nevşîn li ser medyaya dijîtal bi êrişan re rûbirû man. 
Hûn dikarin berfirehiya raporê li ser navnîşan "https://bit.ly/3CeuHsF" bigirin.”