Yekîtiya Kareteyê ya Filistînî şampiyoniyê bi serkeftî bi dawî kir

Yekitiya Karateyê ya Filistînî çalakiyên şahiya bidawîbûna Şampiyoniya Fermî ya Navendî ya Filistînê bi dawî kir.

RAFIF ESLEEM

Xeza – Federasyona Karateya Filistînê li salona sergirtî ya klûba Xeza, Şampiyoniya Fermî ya Navendî ya Filistînê bidawîkir. Di çalakiyê de  jinên klûbên beşdar ên di bin çavdêriya Komîteya Olîmpiyadê ya Filistînê de tên temsîlkirin amadebûn û xebatên xwe yên sala 2022’yan bi pêşbirka 20’ê Çileyê de hatî lidar xistin bidawî kirin.

Yek ji rêxistinkarên çalakiyên şampiyonê, Tesnîm Lebed dibêje ku ev şampiyon li ser asta Filistînê ya pêncemîn e, tê de 20 tîmên kareteyê ji parêzgehên Bakûr, başûr, Xezayê û banka Rojavayî amade bûn.Ew 130 lîstikvanin, jê 60 ji parêzgehên Bakûr bûn tevî 5 perwerdekaran û 5 Hekeman, bi giştî ew 72 kes in rêdana ketina Xezayê wergirtibûn û hatibûn. 

‘Karete cureyek hunera şer e’

Muna Abo Şabaan a ku rêza yekem di şampiyona karatê  sala 2022’an de wergirtibû dibêje ku ew bi beşdarbûna xwe gelekî kêfxweş e û wiha gotinên xwe didomîne: “Karatê cureyek hunerên şer e, du beşên wê hene, ya yekem Kata ye, tê de tevgerên xeyalî tên pêşkêşkirin, ya duyem jî Komtê ye ew jî di navbera du lîstikvanan de diqewime, yê bihêztir û zûtir di pêkanîna derbeyên di cihên diyar de xalan bidestdixe û biserdikeve. Armanca karatê yekem ew pêşxistina tevgerên parastina bedenê ye, perwerdeya dijî êrîşan û parastina kesî ye, aliyên wê hişmendî û axlaqî jî hene lîstikvan pêre pêşdixe.”

Muna Abo Şabaan di berdewamiya gotina xwe de desnîşan dike ku ew di hemû salê de perwerde dibin, lê di rojên dawî de perwerdê zêde dikin, ji ber ku ev şampiyona gaveke bingehîn e di avakirina tîmê Filistînê yê ku piştre dê beşdarî şampiyonên navdewletî bibin.

‘Nêrîna civakê yê berê ji lîstîkvanê jin hate guhertin’

Duha Bişarat, di akademiye alAqsa de perwerdekar e, ew ji bajarê Nablus a Xezayê hatiye da ku beşdarî şampiyona salane bibe, herdu aliyên welat tê de Kom dibin. Duha Bişarat dibêje ku Yekîtiya Karatê ya Filistînî tekane yekîneya şampiyonek wisa li ser asta hemû Filistînê tevî hemû astengiyan birêxistin dike.

Duha Bişarat  der barê tevlîbûna xwe nava werzîşê de wiha dibêje: “Di salên borî de, ez wek lîstikvan beşdar dibûm û gelek mîdalî min wergirtin, piştî  şareza û pisporiya min wergirtî, îsal wek  perwerdekar tevlî şampyonê bûme. Ew bi xwe jî erkeke ne hêsane jiber ku divê ez lîstikvanan bighêjînim asta serkeftinê û mîdaliyan bidestbixin. Nirîna civakê ya berê ji lîstikvanên Jin yên karatê re hatî guhertin, wan bawer dikirin bedena jina karatê dê wek mêran be û şansên wê di zewacê de dê kêm bibin, lewma xwediyên keçan rênedidan keçên xwe vê lîskê bilîzin. Akademya alAqsa bang li hemû kesî dike werzîşê bi hemû cureyên wê bikin û tevlî şampiyonên weke ya Asiya bibin, biserkevin û mîdaliyên zêrîn bigrin.”

‘Werzîş tendûrîstî û hişmendiya mirov baş dike’

Lîstikvan Sara al Baltawî jî dibêje ku ew ji sala 2017’an de karatê dilîze,îsal rojane perwerde dibû daku cara çarem li pey hev beşdarî şampiyonê bibe, axaftina xwe wiha bi dawî kir û got: “Jin êdî baş tevlî karatê dibin ji ber ku ew cureyek hunerên şer e û tendrustî û hişmendiya mirovan baş dike.”