Werzişvana ku hikûmeta Îranê protesto kir, xelata xwe diyarî gel kir

Ferzane Fesîhî di şampiyoniya şampiyoniya navmalî ya Asyayê de ku li Kazaxistanê hat lidarxistin, bû jina herî bilez a Asyayê û madalya zêr bidestxist. Ferzane Fesîhî ku di vê pêşbirkê de sirûda Komara Îslamî nexwendibû, rakirina ala Îranê jî red kir.

Navenda Nûçeyan – Werzişvan û bezvana Îranî Ferzane Fesîhî bi bidestxistina madalya zêr a şampiyoniya navmalî ya Asyayê ku li Kazaxistanê hat lidarxistin, bû jina herî bilez a Asyayê. Ferzane Fesîhî ji bo piştgirîdayîna gelê Îranê sirûda Îranê nexwend û ala Komara Îslamî ya Îranê hilneda.

Ferzane Fesîhî ku piştî serketinê madalyaya xwe wergirtibû, madalyaya xwe bi qîrîna "Tenê ji bo gelê Îranê, ji bo kêfxweşiya gelê Îranê" pêşkêşî gelê Îranê kir. Ferzane Fesîhî xwendina sirûdê red kir û bê al sekinî. 

Medyayên xwecihî û yên girêdayî hikûmeta Îranê ragihandin ku bidest xistina madalyayê di lîstikên Asyayê de bi gotinên "ne pir girîng e" kirin nûçe.