Wek hobiyek dest pê kir niha dixwaze akademiyê veke

Cynthia Jacob a ku qada tîrvanî û guleavêtin wek hobî dest pê kir û niha bû profesyonel, dixwazê akademiya gule avêtinê veke.

SUZAN EBU SAID

Beyrut - Dema ku hûn Cynthia Jacob nas dikin, hûn nikarin xeyal jî bikin ku ew dikare çekan hilgire û bi profesyonelî bi wan re mijûl bibe. Hîndekara Çek û avêtinê Cynthai Jacob a qada ku wek hobiyê dest pê kir de xwe pêşxist, niha ji bo her du zayendan guleavêtina bilez, bi çekên cûrbecûr re mijûlbûn û gelek mijarên din perwerde dide. Cynthai Jacob niha avakirina akademiyek ku dê huner û werzîşa guleavêtinê fêr bike armanc dike.

Cynthia Jacob a ku karsazî û bazarkarî dixwîne, diyar dike ku bi salan e di vî qadê de dixebite, lê bi tîrvanî bala wê dikşîne. Cynthia Jacob a ku di vî qada wek hobî dest pê kir de sertîfîkayên navneteweyî stendiye, li du navendên ku yek li bajarokê Kefr Abîda yê Batrûnê û ya din jî li Beyrûtê dixebite.

Beşdarî tûrnûvayan bû

Cynthia Jacob der barê kariyera xwe ya di vî qadê axivî, wiha got: "Min hobiya xwe bi malbat û hevalên xwe re nêçîrî kirine û bi şopandina gelek antreman dest pê kir. Di sala 2016’an de tevlî Federasyona Guleavêtinê ya Lubnanê bûm û beşdarî pêşbirk û tûrnûvayên cuda bûm. Min karî bi ser ketina nêzî 15 maçan serweriya xwe îspat bikim. Piştre min gelek xelat bi dest xist û niha li Klûba Feghali Countryê antrenmana polîgon dikim. Sertîfîkayên min ên cihêreng ên navneteweyî hene.” Cynthia Jacob a diyar kir ku tevî hemû rexneyan jî di vî qadê de berdewam dike, da zanîn ku ji dema ku eleqedarbûna bi vî qadê dest bi kiriye heta niha di jiyana xwe ya rojane de hîn zêdetir baldartir bûye.

Avakirina akademiyek plan dike

Cynthia Jacob bal lê kişand ku di qada gule avêtinê de gelek nêzîkatiyên şaş ên mîna bêbaweriya gule avêtina li hemberî jinan heye. Cynthia Jacob anî ziman ku ew niha perwerdehiyê dide gelek kesan û wiha got: "Armanca min ew e ku li dibistan û zanîngehan di asta kesane de akademiyek ku dê bi perwerde û stratejiyên pêşkeftî re hem bi çalakiyên hişyarî û hem jî projeyên hunerî yên li ser bikaranîna çekan fêrî huner û werzîşa guleavêtine bike, ava bikim. Cynthia Jacob da zanîn ku ger jin bixwaze dikare di her qadê de serkeftî be.