Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê derbasî Play-Offê bû

Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê ya ku di Koma B ya Lîga Super a Jinan a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) da têdikoşe, bi temamkirina lîgê derbasê Play-Offê bû.

Amed – Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê, ji bo maça Şampiyoniya Lîga Super a Futbolê ya Jinan di maça destpêkê a Play-Off’ê de, bi Eregli Belediyesporê a Zonguldak KDZ a di Koma A’yê de cih digre, lêyîst.

Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê, di maça ku 1-1 bi dawî bû de, ji bo tûrek jor skora avantaj bi dest xist. Amedspor ku lîg bi 28 pûanan di rêza çaremîn de temam kir û serxist ku li Play-Off’ê bimîne. Maça rovanşê 29'ê Nîsanê saet 12:00'an li Tesîsên Şehmus Ozer ên Talaytepe Amedsporê dê bê lêyîstin.