Selena ku astengiyan nasnekir bû şampiyona Tirkiyeyê ya melevaniyê

Xwendekara lîseyê ya astengdar Selen Yuksel di beşa melevaniyê de di kategoriya paşîn de bû 'Şampiyona Tirkiyeyê'.

Navenda Nûçeyan – Xwendekara lîseyê ya astengdar Selen Yuksel a li Edeneyê bi kursiya bi teker dijî, şampiyoniya melevaniyê ya ku ji bo terapiya fizîkî dest pê kiribû bi dest xist. Selen Yuksel di melevaniyê de di kategoriya paşîn de bû 'Şampiyona Tirkiyeyê'.

Li Kampusa Edeneyê ya Koleja Bahçeşehîrê xwendekara pola 9’emîn Selen Yuksel di 3 saliya xwe de bi nexweşiya hestî ket. Bijîşkên Selen Yuksel a ku bi kursiya bi teker dijî, di pêvajoya tedawiyê de jê xwestin ku avjeniyê bike. Selen Yuksel a ku di 5 saliya xwe de dest bi avjeniyê kir, piştre bû werzişvanek profesyonel.

Selen Yuksel a ku di navbera 6-9’ê Nîsanê de li Aksarayê beşdarî pêşbirka astengdaran a bedenî ya navdibistanan bû, li wir bû şampiyoniya Tirkiyeyê. Selen Yuksel li Tirkiyeyê di kategoriya 50 metre paş de bû yekemîn, di 100 metreya azad de li Tirkiyeyê bû 2’yemîn, di 50 metreya azad û 100 metre paş de jî li Tirkiyeyê bû 3’yemîn. Selen Yuksel armanc dike ku Tirkiye li Ewropayê temsîl bike û madalyayê bi dest bixe.