Li Tûnisê meha Cotmeha Pembe tê pêşwazîkirin

Jinên Tûnisî ji bo li ser girîngiya teşhîskirina zû ya penceşêra pêsîrê hay jê bûnê ava bikin, ji destpêka meha cotmehê û vir ve bi li dar xistina civîn û çalakiyan meha 'Cotmeha Pembe' pîroz dikin.

NAZIHA BOUSSIDI

Tûnis – Li Tûnisê di çarçoveya "Roja Tenduristiya Pêsîran a Cîhanê" ya 15’ê Cotmehê de, ji bo balê bikişîne ser girîngiya zû teşhîskirina penceşêra pêsîrê ‘Cotmeha Pembe’ tê pîrozkirin.

Li gorî Tomarên Neteweyî ya Penceşêrê, li Tûnisê di nav jinan de bûyera penceşêra pêsîrê ji her 100 hezar jinan nêzî 58,4 bûyer e. Ev tê vê wateyê ku penceşêrên giştî di sala 2020’an de ji sedî 30 û di sala 2021’an de jî ji sedî 38’ê. Dema di sala 2020’an de 3 hezar 500 bûyerên nû hatin tomarkirin, ev hejmar di sala 2021’an de bû 3 hezar 684’an. Di sala 2021’an de, ji penceşêra pêsîrê 980 mirin hatin tomar kirin. Di qonaxên destpêkê yên nexweşiyê de rewşên parastinê, hêviyan wan di nîşaneyan de tê wê wateyê ku 2030’an de 5 hezar 900 bûyerên nû an jî ji her 100 hezar jinan 90 bûyer.

"Rewşa min a aborî têra dermankirinê nake"

Safîa Jafarîa ku teşhîsa nexweşiya penceşêra pêsîrê lê hat dayîn, ji ajansa me re wiha axivî: "Piştî min rontgena xwe kişand û pispor got ku divê biçim nexweşxaneya Salih Ezîz a li paytextê, ez bi matmayî mayîne ketim erdê. Min dizanî bû ew nexweşxane nexweşên penceşêrê derman dike, Tevî ku ez bi saya alîkariya Komeleya Nexweşên Penceşêrê ya Tûnisê ku ji min re cihekî ku bi wan re bimînin dabîn kirin û dermankirinê ji min re bi ewle kirin jî, îro hîna jî biçim klînîka bijîşkan. Ji ber ku ez li parêzgeha Kefê ku gelek dûrî nexweşxanê ye dijîm û rewşa min a aborî rê nade ku ez ji bo dermankirinê li nexweşxaneyê bimînim.”

"Min piştgiriya derûnî û fizîkî girt"

Safîa Jafarîa diyar kir ku zêdeyî 2 sal in li seraya komeleyê ya li nêzî nexweşxaneyê bêpere dimîne û tu pêwîstî wesayitên çûnûhatinê namîne û di dawiya hefteyê de bi moraleke bilind diçe li gel keç û kurê xwe yê biçûk û wiha got: " Serokê komeleyê ji bo hinek çalakiyên ku em di nava hefteyê de ji aliyê derûnî û fizîkî ve bêhnvedanê bikin û dema em vegerin mal û malbatên xwe hin baştir bibe vedixwiyne.”

“Hejmarek pir hindik mêr piştgirî didin hevjinên xwe"

Seroka Komeleya Nexweşên Penceşêrê Rawda Zerroûk jî diyar kir ku jinên bi penceşêra pêsîrê bi gelek zehmetiyan re rû bi rû dimînin, pêşî bêkar dimînin û bi taybetî jinên ku di pîşeyên nazik de dixebitin dibêjin rewşa wan ya aborî pir zehmet e. Rawda Zerroûk da zanîn ku jinên ku hevjînê wan nexweşiya wan qebûl nake, wê berdide, bi giraniya nexweşiyê, zehmetî û mezinkirina zarokan re rû bi rû dimînin, rastî êşeke din tên û ji ber van pirsgirêkan jin ne di rewşa karkirine de ye. Rawda Zerroûk diyar kir ku pir hindik mêr piştgirî didin hevjinên xwe û bi wê re eleqeder dibin hene û wiha got: “Piraniya mêran êşa hevjina xwe zêde dikin. Jina ku ji bilî nepêkanîna dermankirinê, piştgirî ji hevjinê xwe nagire bêtir bê moral dibe û nexweşiya wê girantir dibe.

“Divê hikûmet ji nexweşan re derman dabîn bike”

Rawda Zerroûk li ser beşa herî navdar a komeleyê axivî û got, "beşa ku serî li komeleyê dide, beşa herî xizane, lê beşa dewlemend tenê di pirsgireka derman de alîkarî dixwaze.”