Li Lîbyayê tevî şer jî bijîjkên jin li ser kar in

Bijîjkên jin bal kişandin ser bandorên neyînî yên şer û parçebûna siyasî ya li Lîbyayê di warê tenduristiyê de, anîn ziman ku tevî hemû şert û mercên dijwar jî xizmeta gel dikin.

HINDIYA Al-ASHEPY

Bingazî – Rewşa tendirustiyê li Lîbyayê ji sala 2011’an ve pir xirab bûye. Gelek nexweşxane û klînîkên taybet û giştî jî hatine girtin, nexweşxaneyên vekirî jî ji ber zirar, rûxandin û kêmbûna madeyan û alavan tevî hebûna kadroyên bijîşkî jî baş naxebitin. Li Lîbyayê zêdetirî 150 nexweşxane û navendek bijîjkî ya giştî heye ku li hemî bajar û deveran belav bûne, di nav de bi dehan klînîk. Lêbelê, piraniya wan pêdiviyên bijîşkî ne. Tevî dijwarî û pevçûnên çekdarî, pisporên tenduristiyê di bin şert û mercên dijwar de hewl didin xizmeta welatiyan bikin.

Di her şertê de dixebitin

Rabîaa Zêdan, pispora nexweşiyên poz, guh û qirikê ye dibêje ku kadroyên bijîşk û alîkar di her şert û mercan de di naxweşxaneyan de amade ne, bi taybetî dema şer û koronayê de ku bandorê li ser sektora tendirustiyê li Lîbyayê kir. Jinên bijîşk û alîkar tevî rewşa tendirustî û ewlekarî ya xirab jî her dem xizmeta kesên nexweş kirine.

Der barê astengiyên li pêş jinên bijîşk di dema kar de, Henîn Al-Qizêrî ya xebatkara beşa bijîşkî got ku nebûna derfetan û kêmbûna made û dermanan û fîlmên taybet û cilên bijîşkî, bi taybetî ji bo parastinê, li pêşiya wan astengiyên mezin çêdike û da zanîn ku jin bi hemû karînên xwe hewl didin alîkariya nexweşan bikin.

Rastî tundiyê tên

Ayşe Al-Silêmanî, ya xebatkara tendirustiyê jî got bijîşkî got ku jin li nexweşxaneyan karê xwe berdewam dikin lê dema dibe êvar ji ber rewşa ewlekariyê ya nebaş zehmetiyan dikşînin û got: “Civak hê jî karê jinan, êvarê di nexweşxaneyên taybet û giştî de napejirîne. Hin bijîşk û xebatkarên jin rastî tundûtujî û reftarên nexweşan tên ji ber netemamkirina karê wan di hin beşan de yan nebûna madeyên pêwîst bertek nîşanî bijîjk û xebatkarên tendirustiyê didin.”

Ayşe Al-Silêmanî jî ji rayedarên pirspor xwest kadroyên xwe yên bijîşk, hemşîre û xebatkaran bi pêş bixin ji bo kar baştir bibe û xwe nespêrin yên biyanî ji derve.