“Hewceye di zanistê de girîngî bê dayîna zimanê Kurdî”

Yusra Razyanî da zanîn ku ji ber ku tu pirtûkên bi zimanê Kurdî yên di warê tendirustiyê de bi destên wê neketin, biryar da di warê tendirustiyê de bi Kurdî pirtûk binivîsîne û li gel xwendekarên xwe pirtûkê amade dike.

BÊRÎVAN KEMAL

Silêmanî - Mamosteya Beşa Tenduristî ya Zanîngeha Komar a Silêmaniyê Yusra Razyanî di beşa tenduristiya jin û zarokan de mastir li Rojhilatê Kurdistanê temam kiriye. Di gelek konfaransên navdewletî de weke baştirîn axaftvan hatiye hilbijartin û gelek nivîsên wê di rojnameyên navxweyî û navdewletî de hatine weşandin. Yusra Razyanî berî sê salan ji Rojhilatê Kurdistanê tê başûrê Kurdistanê û di zanîngeha Komar de waneyan dide. Nêzî du salan e li gel 6 xwendekarên xwe pirtûka tendirustiyê (persdarî) bi zimanê Kurdî dinivîsîne.

“Zimanê dayika min Kurdî ye lê belê ji bo fêr bibim çûm kursa hînbûnê”

Mamoste Yusra Razyanî da diyarkirin ku zimanê wê yê dayikê Kurdî ye lê ji bo hîn bibe çûye kursa hînbûnê da ku bikaribe pê biaxive. Ji ber li Rojhilatê Kurdistanê xwendiye û hemû tişt bi zimanê Farisî bûne, hînî zimanê xwe nebûye û got: “Dema ku ez hatim vê derê, min xwest xwe fêrî zimanê Kurdî bikim. Ji ber ku beriya niha hemû tiştî bi zimanê Farisî fêr bûm. Ji bo min gelek balkêş û zehmet bû ku ez bikaribim tendirustiyê (persdariyê) bi zimanê Kurdî şîrove bikim. Dema ku yekê pirsek ji min dikir min bi Farisî bersiv dida. Min hîs dikir ku li hemû Kurdistanê zimanê Kurdî ber bi tunebûnê ve diçe û di qada zanistê de zimanê Kurdî nîn e. Min got dema ku wisa be ez ê bibim yekem kes ku vê pirtûkê binivîsîne û rê ji bo kesên piştî xwe jî veke.”

Yusra Razyanî bi bîr xist ku li gel 6 xwendekarên xwe nêzî du salan e vê pirtûkê amade dikin û got: “Beriya ku ez dest bi nivîsandina pirtûkê bikim, min salek lêkolîn kir. 20 pirtûkên der barê pesdyariyê de ku di zanîngehên cîhanê de bi nav û deng in min girtin û min bi zimanê Îngilîzî nivîsandin, ev ne pirtûkeke ku min tenê werger kiriye. Zêdeyî 500 wêne tê de hene min û xwendekarên xwe me kişandine. Xwendina vê pirtûkê weke pirtûkên ku di zanîngehan de hatine xwendin, ên herî bi nav û deng li Amarîka û Kenadayê ne. Min hewl da şêwazê nivîsandina vê pirtûkê nêzî çanda Kurdan be, ev pêngavek yekem e lê belê wê ev yek berdewam bike. Di pêngavên pêşiya me de bi taybetî em ê li ser mijara jinan bixebitin.”

“Divê di dibistanan de girîngî bidin parastina zimanê dayikê”

Mamoste Yusra Razyanî bi bîr xist ku divê hemû mamoste bi xwendekarên xwe bidin famkirin ku xwendin ne tenê ji bo dereceyên zêde û wergirtina dîplomayê ye û wiha domand: “Destpêkê gelek zehmet bû ku bi xwendekaran bidim bawerkirin ku ez ê pirtûkê binivîsînim û bi wan bidim famkirin ku tenê xwendin ne ji bo bi destxistina dereceyan û girtina dîplomayê ye. Gelek zehmet e di dema şîrovekirina dersê de xwendekarek bi zimanekî cuda fam bike. Dema ku min behsa mijarê dikir, piştre xwendekar dihatin gel min digotin mamoste bi Kurdî ji me re behs bike. Ji ber wê gelek girîng e ku di nava pola xwendinê de bi zimanê îngilîzî ku zimanekî cîhanî ye, zimanê dayikê ji bîr nekin û hewl bidin biparêzin. Ji ber ku di dema xebatê de bêguman piraniya nexweşan Kurd in ji ber wê nikarin weke ku pêwîst e têbigihîjin.”

“Divê girîngî di warê zanistê de ji jinan re were nîşandan”

Yusra Razyanî der barê nivîsandina pirtûka xwe de wiha got: “Piştî nivîsandina pirtûka xwe ji bo kêfxweşiya xwe min maîl ji 50 mamosteyên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê re şand lê belê ji deh kesan kêmtir bersiv dan. Wan bawer nedikir ku dê jineke ciwan pirtûkek persdariyê bi zimanê Kurdî binivîsîne û digotin kes pirtûkên Kurdî naxwîne. Divê qîmeta jinan were zanîn û girîngî bi hêza wan were dayîn, weke mijarên balkişandinê neyên bikaranîn. Divê jin bi hêz bin û girîngî bidin aliyê akademîk. Daxwaza min ew e ku di zanîngehan de girîngî ji bo zimanê Kurdî were dayîn û ev pirtûka ku di warê persdariyê de min nivîsandiye jî weke çavkaniyek zanistî were bikaranîn da ku xwendekar jê sûdê bigrin.”