Şêwazê jiyan û xwarinê bûye sedema xirabûna hormonên jinan

Di roja me ya îro de pêwîstiyên ku rojane tên bikaranîn, xwarin û hemû çavkaniyên ku dibin sedema qirêjbûna xwezayê, bandorê li ser tendirustiya mirovan jî dikin, xirabûna hormanan jî beşek ji van e.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî – Sîstema sermayedar û şêwazê jiyanê û xwarina hemwelatiyan, ji derveyî wê jî bûye sedema gelek pirsgirêkan ji bo tendirustiya mirovan û çêbûna gelek nexweşiyên cur be cur û bûye sedema xirabûna hormonan bi jinan re û piştre ber bi nexweşiyên din ve diçe. Hinek deman dibe sedema guherîna hormonên jinan.

Bijîjka pispor a nexweşiya jinan, zarok û nezûkan Dilovan Mehemed der barê xirabûna hormanên jinan de diyar kir ku cureyên hormonan di bedena jinan de gelek in weke LH, FSH, hormona şîr, hormona hêkan, hormona rêjeya hêkan, ev sedemên xirabûna di bedena jinan de ne. Ji derveyî van hormonan hormonên din hene weke hormonên xede di dema ku xira dibe rasterast hormona taybet a jinan xira dibe. Piştî xirabûna hormonan rasterast soriya reglê xira dibe û piştre di bedenê de mû zêde dibin bi taybetî di rû de, por diweşe û qelewbûn çêdibe. Hinek caran regil dereng dibe û heta digihîje bûyerên ku zarok çênebe, xirabûna hormonan yek ji van pirsgirêkên diyar ên jinane.

Sedema xirabûna hormonan çi ye?

Bijîjk Dilovan got: “Sedema xirabûnê hinek ji wan asayî ne, di destpêk û dawiya reglê de, dema şîrdanê hormon xira dibin. Lê belê hinek xirabûnên hormonan hene di dema zêde û kêmbûna pirsgirêkên bedenê de ku nexweşî ye û hormon xira dibe. Kêmbûna vîtamînan bi taybetî vîtamîna D, hesin, zing sedemên xirabûna hormonan e, ji derveyî van jî nexweşiya şekir, xede, hebûna girê, kîs wisa dike ku hormonên jinan an gelek kêm bibin yan jî zêde bibin. Bi guherîna şêwazê jiyanê, hemû tişt hatiye guhertin, niha ewqas xwarinên amade û ji derve dixwin, xwarinên bi tendirust naxwin, ev jî dibin sedema xirabûna hormonan. Her wiha salên borî wesayîd zêde nedihatin bikaranîn, niha xweza qirêj bûye, ev jî sedema sereke ya xirabûna hormonan e.”

“Hinek xwarin dibin sedema zêdebûna hormona mêran di jinan de”

Bijîjk Dilovan Mehemed da zanîn ku xwarinên bê tendirust bi awayek giştî bandorek xirab li ser tendirustiyê bi taybetî li ser hormona jinan çêdike û wiha got: “Sê tişt hene ku jehra spî ye, şekir, xwê û ard. Bi taybetî şekir ji bo jinan jehrî ye, di dema xwarinê de û piştî wê hormonê testesteron ê mêran zêde dibin. Her wiha xwarina karbonhîdrat weke nan, birinc, kek sedemek din e çiqas kêm were xwarin baştir e, bi heman awayî tiştên ku tên qelandin û mirîşkên ku bi hormon tên mezinkirin sedema guherîna hormonên jinan e, hormonên testestoran ê mêran bi jinan re zêde dibe û dibe sedema nexweşiyên cuda. Ji ber wê girîng e ku jin zêdetir tevger bikin, avê zêde vexwîn, ji xwarinên amade û şîriniyan dûr bikevin, li gorî pêwîst rojane bixwin û dema xwe li gorî parastina rêjeya hormonan eyar bikin.”

“Hormona destkar duqatê mêran ji bo jinan xirab e”

Bi taybetî ji bo wan werzîşên hormonên destkar bi kar tînin bijîjk Dilovan wiha got: “Em weke bijîjkan em şîretan li jinan dikin ku hormonên wan ji ber xwarinan xira nebe lê belê dema ku ew werzîşên bandor li ser hormonan dikin dikin, bêguman dibin sedema xirabûna hormonan û heta digihîje guherîna deng û zêdebûna mûyan. Ji derveyî wê jî bikaranîna dermanên pêşîlêgirtinê ji bo zarok çênebin ji ber vê yekê jî hormonên jinan xira dibin. Yan jî ew dermanên ku ji bo çareseriya rû û tiştên din bi kar tînin dibin sedema xirabûna hormonan. Ji ber wê divê beşek kêm pirsgirêka bedenê çareser bike, ji ber hinek dermanên çareseriyê hormon weke hev lê tên.”

“Xirabûna hormonan pêwîstî bi çareseriya berdewam nîn e”

Bijîjk Dilivan Mehemed bi bîr xist ku zêde û kêmiya pirsgirêkên bedenê dibin sedema xirabûna hormonan, sedema zêdebûn û kêmbûna hormonan û wiha got: “Hinek xirabûn bi rêkûpêkkirina xwarin û hinek tiştên din çareser dikin lê belê hinek din bi taybetî yên ku kîs li ser hikên wan hene pêwîstî bi çarseriyek zêde heye di aliyê derman de, di hinek bûyerên din de kontrolkirina nexweşiya şekir û xede sedema çareseriya hormonan nîşan dide. Di hinek aliyan de çaresernekirina xirabûna hormonan dibe sedema nexweşiya nezûkî.”