“Yekrêziya partiyên Kurd dê xaka me ji dagirkeriyê biparêze”

Jinên endamên partiyên siyasî têkildarî gefên dewleta tirk û êrîşên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeye helwestên xwe anîn ziman û wiha gotin: “Bi hevgirtin û yekitiya jinan dê dijmin nikaribe derbasî axa me bibe.”

ROJ HOZAN

Qamişlo - Êrîşên dewleta tirk û gefên wê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev demek e di rojeva tevahî cîhanê de de ye. Dewleta tirk ji derveyî şer û kiryarên li herêmên dagirkirî û her devera Kurdistanê, rojane bi hedefgirtina sivîlan di gund û bajarên wan de êrîşên xwe didomîne. Dewleta tirk bi van êrîşan dixwaze qada dagirkeriyê li herêmê berfirehtir bike û projeya demokratîk têk bibe. Li hemberî van gef û êrîşan pêwîst e hemû gelên herêmê  hêz, biryarên xwe yên siyasî û têkoşîna xwe hevbeş bikin. Girêdayî vê mijarê jinên endamên partiyên siyasî li dijî êrîşên dewleta tirk helwestên xwe nîşandan û banga bilindkirina têkoşîna jinan û yekrêziya Kurdan kirin.

“Ji her demê zêdetir pêdivî bi yekitiya gelê Kurd heye”

Nûnera Partiya Nûjeniyê û Demokratîk a Sûriyeyê Heyfa Mehmûd der barê êrîşên dewleta tirk bi hedefgirtina gelê herêmê nêrîna xwe anî ziman û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Em weke partiyeke siyasî êrîş û dagirkeriya dewleta tirk li ser herêmê şermezar dikin. Bi salên demdirêj re dewleta tirk dixwaze herêma me bike bin dagirkeriya xwe ji ber ku her xeyalên dewleta tirk li ser axa me berdewam dikin. Îro em li hemberî dijminekî hov in ji hemû deman zêdetir tê xwestin em yekitiya xwe weke gelê Kurd ava bikin. Armancên dewleta tirk li ser axa me fireh in û bi nasnameya xwe jî dagirkeriyê bi xwe re pênase dike ji ber her xeyalên avakirina dewleta osmanî di rojeva dewleta tirk de ye. Planên dagirkeriyê êdî ji her kesê re eşkere ne bila tu alî yan jî partî nebêje em ji projeya dagirkeriya dewleta tirk ne haydar in. Dewleta tirk di siyaseta xwe ya diblomasiyê de têk çûye û heya ji destên wê bê wê destên xwe bide destê her dewletê da ku dagikeriya xwe li ya li axa me rewa bike. Em baş dizanin dewleta tirk bi çi xeyalan berê xwe dabû Tehranê lê dema dît armancên wî tam negihîştin serî dest bi hedefgirtina sivîlan kir, me encamên wê li Zaxoya Başûrê Kurdistanê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê baş dîtin. Ji bo wê şerê dewleta tirk ne şerê rojek û salek e dibe em demeke dirêj li hemberî vî şerî bimînin ya girîng em bizanibin xwe baş birêxistin bikin.”

“Dijmin parçebûna me weke hêz ji xwe re dibîne

Heyfa Mehmûd ji bo yekrêziya partiyên siyasî li dijî êrîşên dewleta tirk bang kir û wiha bi dawî kir: “Em weke partiyên siyasî yên di herêmê de pêwîst e pirsgirêkên xwe bidin alî û van nakokiyan bi çareseriyên nerm bi dawî bikin da em bikaribin bibin hêzeke xurt li dijî êrîşên dewleta tirk. Dijmin parçebûna me weke hêz ji xwe re dibîne. Jinên siyasetmedar jî xwedî vîneke xurt in û dikarin rol û misyona xwe di qadên dîblomasiyê de baş bilîzin û kiryarên dewleta tirk ji hemû cîhanê re ragihînin. Ji ber ku jin herî zêde dibin qurbaniyên şerê berjewendî û serweran. Pêwîst e hemû jinên Sûriyeyê û taybetî jinên partiyên siyasî di Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de amade bin li dijî vê dagirkeriyê têbikoşin û destên Kurdan bi rengê aştiyê bigihîjînin hev. Yekrêziya partiyên Kurd li dijî êrîşan parastina xaka me ji dagirkeriyê ye.”

“Bi yekitiya jinan û hevgirtina wan dijmin nikare derbasî axa me bibe”

Endama Komîteya Jinan a Partiya El-Wefaq Emel Xelîl der barê xeteriya êrîşan de nêrîna xwe bi me re parve kir û ev tişt got: “Em weke gelê Kurd bi taybetî gelê herêmê di rewşeke zehmet re derbas dibin. Em di merheleya diyarkirina çarenûsa xwe de ne û pêwîst e em ji her tiştî re amade bin. Îro axa me rastî êrîşan tê, mirovên me tên qetilkirin û destkeftiyên şoreşa me di bin tehdîdê de ne. Projeya neteweya demokratîk ji bo me hemûyan projeya wekheviyê ye ji bo wê heya ji me were xwestin pêwîst e em wê biparêzin. Em weke partiya El-Wefaq li dijî van êrîşan in û dengê xwe digihîjînin hemû rêxistin û dewletên navneteweyî ku rê nedin êrîşên dewleta tirk. Hêviya me ew e ku em weke jinên partiyên siyasî dengê xwe bikin yek li dijî van êrîşan, bi yekitiya jinan û hevgirtina wan, wê dijmin nikaribe derbasî axa me bibe.”