Sedemên lawazbûna beşdarbûna jinên Tûnisî di referandûmê de çi ne?

Komeleyên femînîst ên li Tûnisê destûra bingehîn a nû ya ku ji aliyê Tûnisiyan ve hat qebûlkirin, red kirin û ev yek weke binpêkirina mafên ku jinan beriya niha bi dest xistine, nirxandin.

ZOUHOUR MECHERGUÎ

Tûnis - Gelek komeleyên femînîst li Tûnisê boykota xwe ya referandûma ku di 25'ê Tîrmeha borî de pêk hat, nîşan dan û ew wek "destûreke riyên ku zirarê didin jinan ava dike" nirxandin. Rêjeya beşdarbûna jinan di referandûmê de, li gorî Komîsyona Bilind a Hilbijartinan, ji sedî 5 e ji nav ji sedî 50,47 hemû daneyên tomarkirî.

"Sedem jî vê carê ew e ku referandûma gel ji bo cara yekê tê lidarxistin"

Çalakvana siyasî Bedra Qealûl di wê baweriyê de ye ku nexwestina jinan a beşdariya referandûma ku Tûnis pê re rû bi rû maye, xwezayî ye, nemaze ji ber ku Tûnisiyan bi giştî hê jî çanda referandûmê fam nekirine û pê nizanin û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Nexwestina jinan tevî ku di hemû hilbijartinên berê de, ji sala 2014'an vir ve, beşdariya wan ji ya mêran zêdetir bû, sedem jî vê carê ew e ku referandûma gel ji bo cara yekê tê lidarxistin û bi lawazbûna kampanyayên girîng ên hişyariyê. Em hemû jî dizanin ku ev deh salên dawî li jinan zulum bû. Zêdetirî 180 hezar jinên xwedî bawernameyan ji ber nebûna derfetên kar bi bêkariyê re rû bi rû ne. Boykota jinan bi tu awayî xizmetê ji doza wan re neke. Referandûm derfeta wan a rastîn a guhertinê bû."

"Destûr ji bo destkeftiyên femînîst metirsiyê dihewîne"

Rojnameger Sewsen El-Zixwanî beşdarbûna lawaz a jinan nirxand û ev yek weke rewşeke xeternak bi nav kir û wiha got: "Jin xwendevanên herî objektîf ên şert û mercên li Tûnisê ne û ew rastiya xerab a ku bi taybetî jin ji ber xizanî, bêkarî û dûrketinê rastî êş û azarê hatine, baş dizanin. Bi tevahî jêbirina dewleta sivîl ji xalên 2 û 49 ên destûra 2014’an weke binpêkirina rasterast a destkeftiyên jinan tê dîtin. Di destûrê de ji bo destkeftiyên femînîst ên ku komele û civak ji bo wan bi dehan salan têdikoşin, metirsî dihewîne. Di destûrê de prensîba wekhevî û mafên jinan tune ye."

Hêjayî gotinê ye ku komeleyên femînîst ên weke “Jinên Demokrat” li ser bingeha bîrdoziya xwe ya çepgir a naskirî, bang kirin ku deng nedin referandûma destûrê û ev yek weke metirsî li ser maf û destkeftiyên jinan dîtin.