Parlementera HDP’ê Filiz Kerestecioglu: Desthilat bi şer pirsgirêkan di nixûmîne

Parlementera HDP’ê ya Enqerê Filiz Kerestecioğlu derbarê êrîşên li ser Bakûr û Rojhilatê Suriye banga li dijî êrîşan derketinê kir û diyar kir ku desthilatdar bi şer pirsgirêkên civakê dinixûmîne.

Amed - Êrîşên dewleta Tirk ya dagirker li ser bajarên Bakûr û Rojhilatê Suriye û Başûrê Kurdistanê ku di 19’ê Mijdarê de dabûn destpêkirin, berdewam dike. Di van êrîşan de 14 sivilan jiyana xwe ji dest dan û nexweşxane û dibistan û cihên jiyanê tên hedefgirtin.

Derbarê vê mijarê  de Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Ankarê Filiz Kerestecioglu nirxandin kir û destnîşan kir ku desthiladar dixwaze ew seneryoya ku di 7’ê Hezîrana sala 2015’an xistiye meriyetê di hilibijartinên 2023’an de dûbare bike, desthilatdar ew şer û militarizma ku li welat û xizaniya ku tê jiyankirin dixwaze binûximîne.

Filiz Kerestecioğlu da zanîn ku di ji roja hilbijartinên 7’ê Hezîrana 2015’an de windakirî heta niha hewirdorek aştiyane û pêşketina demokrasiyê weke gefekê ji bo xwe dibîne û desthilat li beramberî vê bi awayek hişemendî qeyranan çêdike û civakê ber bi berberibûnê ve dibe û pirsgirêka beka car din tinîn rojevê û wiha got: “Meseleya Bekayê di heman demê de weke pirsgirêka welat ya nedemokratikbûnê ye nabîne, ji roja avabûna Komarê heta roja meya îro ev pirsgirêk miras hatiye, muhalefet cesaret nake rû bi rû bibe û vê pirsgirêkê çareser bike û her care tê listoka desthilatê û desthilat ji bo hilbijartinên 2023’an heman senoryo xistiye meriyetê.”

‘Bi gotinên welat, milet xizanî berdewam dike’

Filiz Kerestecioğlu bi bîr xist ku desthilat bi şer û militarizmê  ji bo nixûmandina pirsgirêkan weke amûrekê bikar tîne û wiha dom kir: “Şer her çiqasî derdora desthilatê dewlemend bike, hin zêdetir rê li ber xizaniya hemwelatiyan vedike. Kedkarên ku daxwaza mafê xwe dikin wek xayîn û terorîst tên îlankirin û hewil didin dengê wan qut bikin. Dema gel ji nirxên zêde yên sebzeyan şikayet dikin, Erdoxan pirsa mermiyek bi çendê ye dike. Bi kurtasî şer û militarizm ji bo li ser pirsgirêkan bi nixûmîne weke amûrekê bikar tîne. Bi gotinên welat, milet û bi berdewamkirina şer re, di heman demê de zemînek ji bo berdewamkirina xizanî û cêhêkarî yê re amade dike.”

‘Civak divê ji ceribandinên berê ders derbixin’

Filiz Kerestecioğlu destnîşan kir ku dema ku em li pêvajoya ku  berdewam dike meyze dikin divê hem muxalefet hem jî civak ji ceribandinên xwe yên berê ders derbixin, piştî hilbijartinan li Siruç û Ankarayê bombayên ku hatine teqandin û bûyera Serê Kaniyê anî bira me û wiha got: “Di 20’ê Tîrmehê de bombeya ku li Siruç hatî teqandin, destpêka berbiçûyîna pêvajoya hilbijartinên pêşwext bû. Piştî wê dû rojan Serê Kaniya ku ciranê Siruç  dû polîs hatin kuştin, di 24’ê Tîrmehê de li Ankarayê êrîşên ku bi pêvajoya aştiyê re sekinyin cardin destpê kir û Qendil hate bombaran kirin. Piştî wê di 26’ê Tebaxê de biryara hilbijartinên pêşwext hate girtin, di 10’ê Cotmehê de di mitinga Aştyê de, hêviyên aştiyê hatin bobabaran kirin û di ecamêde AKP’ê di 7’ê Hezîranê de windikarina piraniya meclisê ji bo cardin bi dest bixwe di hafizaya me hemûyan deye.” 

‘Divê muxalefet ji xeletiya ku di 2015’an de kirî ji cardin dûbarebûna wê bireve’

Filiz Kerestecioğlu bang li hemûyan kir û got şer aramî û keyfxweşiyê nayne, divê mirov ew tiştên ku hatine jiyan kirin bibîbin û ji bo cardin dûbare nebe bêjin bisekine û wiha got: “Ji bo wê di 13’ê Mijdarê de bombeya ku li cadeya Istiklalê teqiyayî, piraniya gel bi fikarin ku çûyîna hilbijartinên 2023’an bi xwin be. Piştî wê TSK di destpêkê de Kobanê êrîşên hewayî yên li Bakûr û Rojhilatê Surye dayî destpê kirin ev fikar bi hêztir kir. Bi taybet muhaletfeta ku itifaqa milet avakirî ew xetaya ku di 2015’an de kirî cardin ji dûbarebûna wê birevin. Divê em rê nedin biloga AKP/MHP  carek din polîtakayên şer yên dijminatiya Kurdan dike û da ku dahata civakê reş neke. Bi awayek bi êz li dijî şer derbikevin, hemû ew kesên ku ber tehdeya desthilatê ketin bi awayek bi hêz divê em bi parêzin. Heta ku polîtakayên şer bi dawî nebe ji derketina qeyrana aborî ne genaze û divê em vê fam bikin û bidin famkirin.”