Menal Hac Elî: Li dijî gelê Sûriye êrişek mezin heye

Berdevka Mekteba Jin a Meclisa Sûriye Demokratîk (MSD) Menal Hac Elî li hevkirinên pişt perde yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî û êrîşên dewleta Tirk nirxand.

ROJ HOZAN

Qamişlo- Dewleta tirk a dagirker piştî ku hemû hewildan û hevdîtinên wan ya derbarê dagirkeriyeke nû ya li ser axa Bakûr û Rojhilatê Sûriye vala derket dest bi şerê hedefgirtina civakê kir. Di van demên derbasbûyî de bi dehan sivîl, zarok, şervan û şervanên jin bi balafirên dewleta Tirk hatin hedefgirtin û jiyana xwe ji dest dan. Êrîşên dewleta Tirk li ser nirx û jiyana mirovan gihîştiye asteke bilind û ev yek di nav bêdengiyeke navnetewî de pêk tê. Duh di saetên siharê de gundewarên navçe û bajarên mezin yên Bakûr û Rojhilatê Sûriye Dirbêsiyê, Amûdê, Zirgan û Qamişlo hatin topbarankirin. Dewleta Tirk êdî hemû pîvanên şer û exlaqên mirovan derbaskiriye û pêwîste li ser van sûcên li dijî mirovan bê ceza kirin. Berdevka Mekteba Jin a Meclisa Sûriye Demokratîk (MSD) Menal Hac Elî têkildarî mijarê nirxandinên giring kir.

“Bi giştî êrîşeke mezin li dijî gelê Sûriye tê kirin”

Menal Hac Elî armanca hedefgirtinên dewleta Tirk a Bakûr û Rojhilatê Sûriye nirxand û bi van gotinan dest bi axaftina xwe kir: “Gefên dewleta Tirk a li ser axa me berdewam dike û rojane em bedelên giran bûha didin. Erdogan beriya du rojan bi Rûsiya re civiya, lê dîsa hewildanên êrîş pêkanîna li ser Bakûr û Rojhilatê Sûriye vala derketin. Ger em binêrin û mijarê bi kûrahî fêmbikin em ê bibînin ku bi rastî jî lihevkirinên piştperdê hene û li dijî gelê Sûriye êrîşeke mezin tê kirin. Beriya bidawîbûna îtifaqa mîsaqa milî plana dewleta Tirk a dagirkeriyeke nû heye, lê li benda erêkirina navnetewî ye. Dewleta Tirk mîna hirçêk birîndarkirî lê hatiye û na fikirê ka derbeya wî dê kî hedefbigre. Kiryarên dewleta Tirk êdî nayên tehmûlkirin, gel bi metirsiya jiyanê re dijîn. Ji ber ku ev êrîş li dijî nirx û jiyana mirovan e, dikevin di bin banê sûcê şer de. Rojek nîne ku dewleta Tirk balafirên xwe yên hedefgirtinê ranake, em dibêjin pêwîste sînorek ji van êrîşên dewleta tirk re bê danîn ku gelê me bikaribin aram bijîn.”  

“Em ê ji bo axa xwe xwedî rihêk berpirsyartî û têkoşînê bin”

Menal Hac Elî bal kişand li ser hevkariya dewleta Tirk a bi çeteyên terorê ku ji bo pêkanîna hedefgirtinên xwe û wiha domand: “Dewleta Tirk ji bo axa me dagir bike hemû derfetan bikartîne û piştgiriyê dide çeteyên terorê yên ku gef li hemû cîhanê re dixo. Di heman demê de bi kiryarên qirêj mirovên xwefiroş dikire û wan weke sîxur bikar tîne. Dewleta Tirk bi vê yekê re bi taybet jinên pêşeng û hemû pêşengên şoreşa me hedefdigre. Pêwîste em herdem van polîtîkatan ji gelê xwe re eşkere bikin ku nekevin bin bandora dijmin de û nebin mirovên xwefiroş û zirarê bighînin civakê. Divê gelê me di wê ferqê de ve û xwe ji hemû aliyan ve bi rêxistin bikin û parastina xwe xurt bikin. Em nikarin bêjin dewleta Tirk dijminekî hêsane, lê em jî ne civakeke lawaz in. Rêxistin, hêz û vîna me heye û em li hemberî axa fedekar in. Mafê dewleta Tirk tune ye derbasî axa me bibe, bi salane me bi kedeke mezin civaka xwe avakiriye û em ê herdem ji bo axa xwe xwedî rihekî berpirsyar û têkoşînvan bin.”

“Ger rewşa aloziya li Sûriye çareser nebe dê hertim xeyalên dagirkeran li ser axa me hebin”

Menal Hac Elî da zanîn ku çareseriya herî guncav ya ji aloziya Sûriye re diyalokên siyasî ne û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Em weke Meclisa Sûriye Demokratîk di nava hewildanan de ne ku çareseriyeke siyasî ji aloziya heyî re were dîtin, ji ber ku ger ev rewş çareser nebe dê hertim xeyalên dagirkeran li ser axa me hebin. Me deriyê diyalokan vekiriye û em naxwazin gelê Sûriye di destê her dewletekê de bibe lêyîstok. Pêwîste çareseriya me li ser axa me be û li ser esasê demokrasiyê be ku wê demê em dikarin axa xwe ji hemû cure êrîşan biparêzin.”