Li Başûrê Kurdistanê rê li ber beşdarbûna jinan a siyasetê tê girtin

Jinên li Başûrê Kurdistanê diyar kirin ku cudakariya li ser tevlîbûna wan a siyasetê didome û bal kişandin ser vê yekê ku partiyên siyasî yên heyî polîtîkaya jinê nagirin.

ŞÎRÎN SALIH

Silêmanî – Li Başûrê Kurdistanê jin di nava partiyên siyasî de cih nagirin. Li dijî tevlêbûna wan a siyasetê pêkanînên zayendperest li wan tê kirin. Aktîvîst Rêzan Şêx Dilêr bal kişand ser zehmetiyên ku jin di siyasetê de dijîn.

Rêzan Şêx Dilêr diyar kir ku jin li herêmê bi gelek pirsgirêkên ku ji ber pergala baviksalarî derdikevin re rû bi rû dimînin û got, “Ji bo guhertina zîhniyeta heyî hebûna jinê di qada siyasî de xwedî girîngiyeke mezin e. Ji ber ku pirsgirêka jinê pirsgirêka siyasî ye, yanî pirsgirêka zihniyetê ye. Dema em li partiyên siyasî dinêrin, bi giştî em dibînin ku mêr di postên girîng de cih digirin û jin bêkar mane. Partiyên siyasî der barê jinan de xwedî siyaseteke ne.”

'Partî di bin bandora Îslama Siyasî de ne'

Rêzan Şêx Dilêr mînaka cihêkariyê nîşan da û wiha got: “Partiyên siyasî bi darizandina jinan li ser esasê ‘exlaq’ê xwestin jin ji siyasetê dûr bixin. Ji ber vê yekê jin ji karkirina di qada siyasî de tirsiyan. Ji bo derbaskirina vê rewşê divê em jin destê xwe bidin hev. Li gorî qanûna partiyên siyasî, ji sedî 25’ê jinan neçar in ku di erkên biryardanê de bin. Lê belê di pratîkê de nehat jiyîn. Partiyên heyî ji ber ku di bin bandora Îslama Siyasî de ne, li gor salên berê gelekî paşde ketiye.”

'Divê em li hemberî biryarên desthilatdariyê bêdeng nemînin'

Rêzan Şêx Dilêr anî ziman ku qanûn jî biryarên cihêkar li dijî jinan dide û got, “Dema em li darazê dinêrin, em dibînin ku ev der bi zîhniyeta desthilatdariyê dixebite. Li hemberî van hemû newekheviyan divê hişmendiyeke civakî hebe. Divê em jin li hemberî biryarên desthilatdariyê yên darazê bêdeng nemînin. Divê em li dijî hemû neheqiyên hiqûqî yên di civakê de têbikoşin.”

'Tundî roj bi roj zêde dibe'

Seroka Daîreya Têkoşîna li Dijî Tundiyê ya Rêxistina Pêşveçûna Mirovî Hannah Shuan jî diyar kir ku divê li ser pirsgirêkên jinên li Başûrê Kurdistanê lêkolîn bên kirin. Hannah Shuan da xuyakirin ku li dijî destkeftiyên jinan kampanya şermezarkirinê tê meşandin û got, “Li Başûrê Kurdistanê roj bi roj tundiya li ser jinê zêde dibe.” 

Hannah Shuan bang kir û got, "Gelek astengî hene, me hê dernexistiye holê, lewma divê em bibin yek."