Jinên Silêmanî: Ev êrîş li dijî hemû Kurdan û jinan e

Jinên Silêmanî yên diyar kirin ku hedefa dewleta Tirk û rejîma Îranê berxwedan û şoreşa pêşengiya jinên Kurd e, dan zanîn ku li dijî van êrîşan berxwedana jinên Kobanî mînak bigrin.

ŞÎRÎN SALIH

Silêmanî – Dewleta Tirk ji 19’ê Mijdarê vir ve êrîşeke dijwar li ser Kurdistana Federe û Bakur û Rojhilatê Sûriyê da destpêkirin, rejîma Îranê jî ji 16’ê Îlonê vir ve li dijî serhildanên İranê qetlîaman pêktîne. Jinên Başûrê Kurdistanê bertek nîşanî êrîş û qetlîamên gelê Kurd tên hedef girtin nîşan dan û diyar kirin ku jinên Kurd pêşengtiya berxwedanên dîrokî kirine û dest nîşan kirin ku dewleta Tirk û rejîma Îranê nikarê vê yekê hezim bike.

'Dewleta Tirk û rejîma Îranê nikare gelê Kurd xilas bike’

Fatma Hamîd a ji Başûrê Kurdistanê bi van gotinan vê bêdengiyê şermzar kir: “Em weke jin êrîşên li dijî axa xwe ji mirovbûyîne dûr dibînin û şermezar dikin. Dewleta Tirk di her firsendê de dibêje mafên mirovan diparêzim, lê êrîşên xwe berdewam dike. Çekên kîmyewî û çekên giran bikar tîne. Herçiqas pêwistê hikûmeta Herêma Kurdistanê sînorên xwe û mafên welatiyên xwe biparêze jî, li hember van êrîşan bêdeng dimîne.”

‘Jin, Jiyan, Azadî' dirûşmeya şoreşê ye'

Fatma Hamîd destnîşan kir ku gelê Kurd, gelek berxwedêr ku ji bo ax û mafên xwe têdikoşe û da zanîn ku gelê Kurd tu axan dagir nake. der barê bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk de jî wiha got: "Çekekî ku li hemû deverê cîhanê qedexe ye, lê dewleta Tirk vê yekê li Kurdistanê li dijî Kurdan bi kar tîne. Ji bilî wêrankirina xwezaya Kurdistanê, dixwaze gelê Kurd tine bike.”

Her wiha Fatma Hamîd diyar kir ku di hedefa êrîşan de jin hene û wiha got: “Divê jin serî tewandinê qebûl nekin û weke jinên Kobanê bi têkoşîn. Ji ber ku hedefa ewil a her êrîşa dijminên Kurdan jin e, lewma divê jin rabin ser lingan axa xwe û nasnameya xwe ya jinê biparêzin.”

'Divê jin xwedî helwest bin'

Endama PYD'ê ya Başûrê Kurdistanê Bêrîvan Muhammed jî got ku Tirkiye bi taybetî li Başûr û Rojavayê Kurdistanê ji bo tinekirina gelê Kurd êrîşên xwe yên li dijî Kurdan berdewam dike û Tirkiye dixwaze bi van êrîşan encam bigre û divê jin li dijî wan xwedî helwest bin.