Jinên Filistînî peyamên piştgiriyê dan jinên li Rojhilat û Îranê

Femînîstên Filistînî diyar kirin ku şoreşa jinên Îranê wê di jiyana wan de guhertineke radîkal pêk bîne û gotin ku berdewamiya şoreşê heta roja me ya îro jî belgeya zelal a hêz, helwest û îradeya wan e.

NAGHAM KARAJEH

Xeza – Serhildanên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya ji bo Jîna Emînî ya ji aliyê rejîma Îranê ve hat qetilkirin, rûxmê hemu êrişên rejîmê jî didome. Hevdem ligel berdewamiya şoreşa jinan li Îranê, jinên Filistînî piştevaniya xwe ji serhildana gelên Îran û Rojhilatê Kurdistanê re ragihandin ku li dijî tundî û ferzkirinên rejîma Îranê ya li ser jinan, bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ têdikoşin.

‘Şoreş hêzekî zelal da jinan’

Berpirsa Yekîtiya Jinan Nisrîn Ebû Emra diyar kir ku serhildana jinan li Îranê şoreşa prensîb û mafan e û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Jin bi giştî beşeke bingehîn a civakê û malbatê ye. Her kes dizane ku jinên Îranê beriya şoreşê mafê xwe yê beşdarbûna siyaset û civakê bi dest nexistibûn. Şoreşê hêzeke zelal da jinan ku rabin ser piyan û mafên xwe ên desteserkirî yên weke bilindkirina temenê zewacê, mafê çarenûsî û beşdarbûna wan di cihên biryardanê de bi dest bixin. Şoreş weke protestoyek li dijî destdirêjiya fizîkî û derûnî ya li ser jinan derket holê, ne tenê nerazîbûnek li dijî ramana hicabê. Berdewamiya şoreşê heta îro ne weke ku bi rêya kanal û malperên dîtin tê dîtin ku jin li dijî hîcabê serî hildidin, jin daxwaza mafên xwe yên binpêkirî û desteserkirî dikin.”

‘Em bi destên we yên azad digrin’

Çalakvana femînîst Suhêr Xidir da zanîn ku ew tundiya zayendî ya li ser jinan li Îranê şermezar dikin û wiha pê de çû: “Divê rêz ji azadiyên giştî re bê girtin û azadiya jinê û wekheviya di navbera jin û mêran derbikeve holê. Ez ji jinên Îranê re dibêjim ku em bi destên we yên azad digrin û em giringiyê didin rêzgirtina bîr û baweriyên jinan da ku karibin xwe bigihînin edalet û wekheviyê. Qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî binpêkirineke rêxistinî û exlaqî ye, ji ber ku weke cînayeta herî mezin a li ser esasê darizandina otorîter a li hemberî jinê tê dîtin. Daxwaz ji civaka navdewletî dikim ku di lêkolîna li ser kuştina jinan li Îranê dadperwer bin û rêkarên dadperwerane yên yasayî bişopînin û cezayên giran ji bo sûcdarên van tawanan derbixin.”

Piştgiriya bi jinên Rojhilat û Îranê re

Berpirsa Yekitiya Çalakiyan a Jinan Erîc El-Eşqer eşkere kir ku ew di warê parastina pirsgirêkên jinan de dixebitin û wiha got: “Em hevgirtina xwe bi şoreşa Îranê re radigihînin di çarçoveya dijberiya jinan li dijî rejîmê û daxwaza wan ji bo mafên xwe yên rewa û azadiya bîr û baweriyê bi awayekî ku li gora wan be û mafê wan heye ku aliyên siyasî yên ku ew dixwazin bigirin dest. Em piştgirî didin jinên Îranê di şoreşa wan de ku zêdetirî du meh berê dest pê kir û îro jî berdewam dike û binpêkirin û pêkanînên sîstematîk ên li dijî wan şermezar dikin.”

‘Berdewamkirina şoreşê belgeya îradeya jinan e’

Seroka Yekitiya Giştî ya Jinên Filistînî Muna Ebû Şaban da zanîn ku mafê jinan heye ku li hawîrdoreke ewle û dûrî tundî, neheqî û cudakariyê bijîn û wiha axivî: “Em hevgirtina xwe bi jinên ku li Îranê hatine çewisandin re radigihînin û em hêvîdar in ku şoreş ji wan ewlehî û aramiyê pêk bîne. Divê dawî li neheqî û destdirêjiya li ser jinan bê kirin, mafên wan bên dayîn û tevlîbûna wan di qadên giştî de bê zêdekirin. Ez banga dabînkirina jiyaneke minasib li ser bingeha ewlehî û aramiyê ji jinan re û guhertina yasayan dikim. Ev şoreş dê guhertineke radîkal di jiyana jinên ku bi salan e ji ber adetên civakê û zilma rejîmê rastî tundiyê tên, pêk bîne. Berdewamiya şoreşê heta roja me ya îro jî belgeya zelal a hêz, seknandin û îradeya jinan a li ser sererastkirina qanûnan e.”